Tahmaz: Aktorên siyasî yên ku kurdan qebûl nakin dê nikaribin bi ser bikevin

  • rojane
  • 09:01 20 Çile 2023
  • |
img
STENBOL - Hakan Tahmaz diyar kir ku siberoja Tirkiyeyê girêdayî helwesta bloka desthilat û muxalefetê ya li hemberî HDP'ê ye û wiha got: "Tu aktoreke siyasî ku xwesteka jiyana bi nasnameya xwe ya kurdan qebûl neke, nikare sedsala duyemîn a Tirkiyeyê bi demokrasiyê bitac bike." 
 
Serokê Giştî yê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz, têkildarî polîtîkayên şer û helwesta desthilatê û muxalefetê ya li hemberî kurdan de axivî. Tahmaz destnîşan kir ku siberoja Tirkiyeyê girêdayî helwesta bloka desthilat û muxalefetê ya li hemberî HDP'ê ye.
 
Tahmaz diyar kir ku li Tirkiyeyê polîtîkayên şer ji roja ku komar hatiye avakirin heya niha didomin û got ku ji ber ku jiyana komên xwedî bîr û baweriyên cuda wekî pirsgirêkeke "bekayê" tê fêmkirin, dewlet di şer de israr dike. Tahmaz bilêv kir ku dewlet bi salan e bi polîtîkayên şer li hemberî hemû cudahiyan şer dike û wiha got: "'Pirsgirêka 'beka'yê ya dewlet, niha veguheriye pirsgirêka bekaya desthilatê." Tahmaz hişyarî da ku dawî li van polîtîkayan bê û got ku divê gavên asayîbûnê bên avêtin. 
 
SEDEMA KU KURD HEDEF TÊN GIRTIN
 
Bi domdarî Tahmaz bal kişand ser polîtîkayên şer ên desthilatê yên li hemberî kurdan û wiha domand: "Hêza herî girîng a li hemberî bîrdoziya damezrîner a li ber xwe dide kurd in. Dewlet ji ber vê dixwaze li Tirkiye, Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê kurdan bitepisîne. Tekane rêya sekinandin vî şerî, xurtkirina zemîna siyaseta demokratîk e. Li cihekî ku hiqûq, siyaset û saziyên dewletê ji holê hatine rakirin, pêşîlêgirtina li şer ne pêkan e. Ev felsefeya dewletê, dewlemendiyên Tirkiyeyê û hebûna kurdan ji xwe re wekî gefekê dihesibîne. Tekane hêza ku vê gefê ji holê rake, ew e ku kurd wekî xwe bijîn." 
 
RÊYA AŞTIYÊ
 
Di berdewamê de Tahmaz destnîşan kir ku kurd ji bo bi nasnameya xwe, bi çand û zimanê xwe bijîn dewlet êdî divê kodên xwe biguherîne û di vî warî de hişyarî da muxalefetê jî. Tahmaz, bi lêv kir ku heya ku muxalefet xwe ji vê fikrê xelas neke dê şer bidome. Tahmaz, anî ziman ku kurd dînamîka herî girîng a demokratîkbûna Tirkiyeyê ne û divê kurd mafê xwe wergirin. Tahmaz diyar kir ku desthilat divê bi kurdan û derdorên din ên mafên wan tên binpêkirin re ber bi rêyekeçe aştiyê ve biçe û ev tişt anî ziman: "Tekane şertê vê rêyê jî pêwendîdanîna bi aktorên siyasî re ye ku dikarin vê yekê pêk bînin."
 
Tahmaz êrişên desthilatê yên li ser HDP'ê jî nirxandin û wiha pê de çû: "Ev êriş xwe dispêrin du hincetan; netewperestiya tirk û tirsa ku AKP'ê ew afirandiye. Ger hûn bi vê tirsê siyasetê bikin nabe. Di ser netewperestiya tirk re, jiholêrakirina xwestek û daxwaza jiyana bi nasnameya xwe ya kurdan şer nade sekinandin, berekesê wê dê gurtir bike. Aktorên siyasî yên ku nikaribin ji heq vê derkevin dê nikaribin sedsala duyemîna  komarê bi demokrasiyê bitac bikin. Lewma tişta divê bê kirin pir eşkere ye; bila muxalefet wêrek be." 
 
‘BÊYÎ HDP'Ê NE PÊKAN E'
 
Tahmaz hilbijartinên 2023'yan jî bibîr xist û axaftina xwe wiha qedand: "Ev hilbijartin ji bo Tirkiyeyê di wesfê qederê de ye. Bêyî HDP'ê di vê hilbijartinê de biserketina muxalefetê ne pêkan e." 

Sernavên din

24/01/2023
17:14 Demîrê ku Yewnanistanê ew radestî Tirkiyeyê kiribû hat girtin
16:49 Danişîna biryarê ya Rojbîn Çetîn taloqî 23'ê adarê bû
16:26 Li Agiriyê 2 leşker mirin
16:21 Doza ku 46 parêzerên Abdullah Ocalan jê tên darizandin taloq bû
16:10 Bernameya meha sibatê ya Şanoya Bajêr a Amedê aşkera bû
16:06 Li Hezexê dayika 50 salî hat girtin
15:55 Li Êlihê karkerê ku di înşaatê de ket jiyana xwe ji dest da
15:49 Li Sêrtê ciwanê ku hat angaştkirin întihar kiriye jiyana xwe ji dest da
15:40 Tifaqa Ked û Azadiyê bi rojeva hilbijartinê li hev civiya
14:37 Li Bismil ji 12 kesên hatibûn binçavkirin 10 jê hatin girtin
14:29 Li herêmên Çemço ve Sîdayê êrîşên biçekên kîmyewî pêk hatin
14:20 HDP: Li Îzmîrê li dijî partiya me xebatên şerê taybet tên meşandin
13:19 Li Agiriyê 2 gundî û şivanek hatin kuştin
13:03 Malbata Şenyaşar: Em heqê xwe li kesên bêdeng dimînin helal nakin
12:47 Nobeta Edaletê ya li dijî tecrîda Îmraliyê: Em bi hev re deng derbixin
12:35 Finlandiya: Divê ji bo hevdîtinên NATO'yê navber bê dayîn
12:05 Hêzên Şengalê gelek sîxurên MÎT û PDK’ê binçav kirin
10:52 Li dijî biryara bloqekirina HDP dest bi kampanyayekê dike
10:30 Ji ber bertek nîşanî zextan didin gefa sewqkirinê li girtiyan tê xwarin
09:35 Ma Musîcê konser da hezaran
09:06 22 sal in tu xeber ji Taniş û Denîz nayê girtin
09:04 Soza hilbijartinê ya Erdogan 'rêya duble' 20 sal in nehatiye temamkirin
09:04 Serokê Baroya Wanê Ozaraz: Divê li Îmraliyê hiqûq bê pêkanîn
09:03 Rojnivîska berxwedana dîrokî ya Kobanê
09:02 Prz. Tum: Bila TBB li dijî tecrîdê gavekê biavêje
09:01 Siyasetmedarên jin ên Botanê: Gelê me dê seltenata AKP'ê û MHP'ê hilweşîne
09:00 ROJEVA 24'YÊ ÇILEYA 2022'YAN
08:32 Li Hezexê jinek hate binçavkirin
23/01/2023
22:23 Rojnamevan Verîm ku Yûnanîstanê ew radestî Tirkiyeyê kir hat girtin
21:43 Li Cezayîrê helîkopter ket erdê: 3 leşker mirin
18:39 Li Amedê zilamekî jinekê birîndar kir
18:07 Li ber KE'yê çalakiya li dijî tecrîda li Îmraliyê
17:50 Ji ber komkujiya li Mêrdînê 4 kes hatin girtin
15:54 Li girtîgehên Behra Reş û Dumluyê mafên tenduristî û ewlehiyê tên binpêkirin
14:33 Binpêkirina ‘Mafê hêviyê’ ji Wezîrê Dadê hat pirsîn
13:32 AKP’ê di 2022’yan de tenê pêşnûmepirsek da Meclisê
13:19 AYM dê ji bo daxwaza HDP’ê di 25’ê çileyê de bicive
12:53 Ji bo Akar ê xwe şewitandibû li ser dîwaran nivîs hate nivîsîn
12:52 Ferît Şenyaşar: Li vir fermana serdestan pêk tê
12:35 Ji bo Îmraliyê Nobeta Edaletê: Sûcê li dijî mirovahiyê tê kirin
12:05 Li Girtîgeha Xarpêtê 15 girtî hatin derbkirin
11:58 Ji bo gumanbarên komkujiya li Mêrdînê daxwaza girtinê
11:46 Li Çiyayê Amanosê gelek dar hatin birîn
11:30 Xizmên serokê AKP’a Farqînê ji ber esrarê hatin girtin
10:03 KNK: Divê statu û ewlehiya Şengalê bê misogerkirin
09:26 Navên kesên li Şêxmeqsûdê jiyana xwe ji dest dan diyar bûn
09:06 Rojnameya Xwebûnê dê di roja ziman de şahiyekê li dar bixe
09:06 Li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne: Divê her kes li ber tecrîdê rabe
09:05 Malbata Emîn Ozkan: Beriya giştînameyê divê ATK ji holê were rakirin
09:04 Li Giyadînê metirsiya siyanûrê: Wê hemû Kurdistan were jehrîkirin
09:04 Parlamenterê HDP’ê Eksîk: Tecrîd rêbazek îşkenceyê ye
09:03 Du birayên nexweş nayên berdan: Birînên wan bêderman in
09:02 Tosûn: Giştînameya Wezareta Dadê çareseriyê nayîne
09:01 Kela berxwedanê: Kobanê
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÇILEYA 2023'YAN
22/01/2023
21:55 Li Kocaeliyê li malekê teqîn rû da: 2 jê giran 5 kes birîndar bûn
21:48 Tayyîp Erdogan û Tansû Çîller mil dane milên hev!
21:35 Ciwan li Stenbolê ji bo Abdullah Ocalan meşiyan
21:25 Li Kadikoyê ‘Dîwana Dengbêjan’ hat sazkirin
19:08 HDP û pêkhateyên xwe civiyan
16:12 Komîsyona Gel û Baweriyan a HDP’ê bertek nîşanî şewitandina Qur’anê da
16:08 Ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin
15:55 HPG’ê têkildarî komkujiya li Mêrdînê daxuyanî da
15:46 Ji Zarok Ma’yê konsereke biçûk
15:32 Li Enqereyê simît bû 7 lîra
15:28 Tîma Jinan a Amedsporê li sehaya xwe Tîma Jinan a Trabzonsporê têk bir
15:20 Karkerên înaşetê li Amedê çalakî kirin: Bila bihayê herî kêm 600 lîre be
14:32 Karkerek li Etî Bakirê birîndar bû
14:15 Li Bestayê cerdavenek hate kuştin û gelek leşker birîndar bûn
13:51 Hejmara kesên li Şêxmeqsûd jiyana xwe ji dest dayîn derket 12’an
13:16 Li DYA’yê êrişa çekdarî
13:11 Li Çînê aşût hat xwarê: 28 kes mirin
13:10 Rojnameger Aygul: Peywira rojnamegeran nivîsandina heqîqetê ye
12:44 Polîsan endama OGK’ê Polat îşkence kirin
12:32 Li Liceyê operasyona leşkerî hate destpêkirin
11:52 Malbata Şenyaşar: Em ji bo welatekî mirov bikare lê bijî daxwaza edaletê dikin
10:44 Li Şêxmeqsûd avahiyek hilweşiya: Mirî û birîndar hene
10:27 HDK dê Lijneya Giştî li dar bixe: Em hêzên civakî bikin yek
09:42 Ozsoy: Bi milyonan kes mereqa Abdullah Ocalan dikin
09:03 Ûca: Peyman tenê ne bes e, divê daxwazên şengaliyan jî li ber çavan bên girtin
09:03 Bi îdiaya ku 'li gardiyan xistiye' doz li girtî hat vekirin
09:01 Tenduristiya Giyasettîn Sevmîş xirab dibe
09:00 Cerdevanê ku zaroka 14 salî tacîz kiribû hate berdan
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÇILEYA 2022'YAN
21/01/2023
23:32 Koma Ma'yê stranên xwe diyarî jinên berxwedêr kir
19:14 Bi hezaran kes li dijî tecrîda li Îmraliyê daketin qadan
16:41 Li Farqînê Festîvala Gastronomiyê hat lidarxistin
16:33 Di êrişa SÎHA’yê de endamekî QSD’ê jiyana xwe ji dest da
15:57 Li Edeneyê çalakiya greva birçîbûnê: Em bi hev re têbikoşin
15:25 Hat xwestin girtiyê nexweş Yahya Guneş bê berdan
15:18 Girtiyê 71 salî 3 sal in di hucreya yek kesî de ye
15:09 ÎHD’ê banga berdana Mehmet Emîn Ozkan kir
14:44 Malbatên Windakiriyan: Dewlet pergala xwe ya faîlan diparêze didomîne
14:30 Li aqûbeta Şahîn ê 27 sal berê hatibû windakirin pirsîn
13:48 Ozguneş: Em ê deriyê Îmraliyê bişikînin
12:28 Cezayê hucreyê li rojnamevan Derya Ren birîn
12:13 Cenazeyê Atilgan ê bi awayek guman li Edliyeya Geverê mir, hat veşartin
12:12 Malbata Şenyaşar: Kesên edaletê ji nedîtî ve tên dê winda bikin
11:52 Li Stenbolê mirina biguman a jinekê
11:14 Derziya ku divê mehê carekê li girtî bê xistin 6 mehan carekê tê xistin