STENBOL – Turan Gunana bi boneya tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê bidawîkirin 45 roj in di rojiya mirinê de ye. Hevalê Gunana Lokman Acar ê tahliye bû got: “Rojê 3 caran şerbetê didin û 2 caran jî ava şor didin. Li gel 13 kîlo winda kir jî lê wî moral dida me. Li gel wî halê xwe jî roja xwe vala derbas nedikir.”
Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dewam dike. Agahî ji Ocalan nayê girtin. Çalakiyên kurdan û dostên kurdan ên ji bo tecrîd bê rakirin û agahî ji Ocalan bê girtin jî dewam dike. Bi vê mebestê Turan Gunana ê li Girtîgeha Jimara 2’an a Tîpa F a Kandirayê dimîne ji bo tecrîda ser Ocalan bê bidawîkirin 45 roj in di çalakiya rojiya mirinê de ye. Lokman Acar ê di qawîşa Gunana de dima û tahliye bû behsa rewşa tenduristiya Gunana kir.
'13 KÎLO WINDA KIR’
Acar diyar kir ku moralê Gunana di asta herî jor de ye û baş e û got: “Xwedî vînek bi hêz e. Helwestek wî ya bi biryar heye. Xwedî li vîn û helwesta danî holê derdikeve.” Acar têkildarî rewşa tenduristiya Gunana jî agahî dan û wiha domand: “Nêzî 13 kîloyan zeîf bûye. Dem bi dem tansiyon û şekirê wî dikeve. Bi wî re em sê kes di qawîşê de diman. Dema didît em ji bo tenduristiya wî xemgîn dibin, moral dida me.”
LI GEL DI ROJIYA MIRINÊ DE YE JÎ ROJA WÎ VALA DERBAS NABE
Acar bal kişand ser kirinên rojê yên Gunana û ev tişt got: “Serê sibê saet 06.30’an de radibe. Radyoya Dengê Welat vedike û guhdar dike. Rojnameya Welat rojane ji me re nedihat. Heftane dişandin. Rojnameyan bi komî dixwend. Parastinan dixwend. Sibehê û êvarê hebek vîtamînê vedixwe. Nîvro û êvarê jî qedehek şerbet vedixwe. Her wiha rojê 3 qedeh şerbet vedixwe. Rojê 2 caran jî ava şor vedixwe. Bi şev heta 00.00’an 3 caran 10 deqîqe dimeşe. Sibe, nîvro û êvarê pêk tîne. Heta ku hêza wî têr dike pirtûk û rojnameyan dixwîne.”
BANGA KIR
Acar bang li hemû raya giştî û Ewropayê kir û wiha axivî: “Bila gelê kurd xwedî li vîna xwe derbikeve. Divê ji bo Rêber Apo di demek kurt de çareserî pêk bê. Ev ne meseleya kesekî ye. Ev meseleya hebûn û tunebûna kurdan e. Em daxwaz dikin ku tevahiya gelê kurd û Ewropa xwedî li vê yekê derbikeve. Kesên xwedî wijdan û dibêje ‘ez mirov im’ divê xwedî li vîna gelê kurd derbikeve.”
Acar wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Turan hevalek gelek bi nirx e. Ez 38 salî me min 4 kesên wek wî nedît. Ji bo mirovahiyê hevalek fedakar û xwedî li hest û nirxên hevaltiyê derdiket. Mirovên wiha kêm in. Divê her kes xwedî li mirovek wiha derbikeve.”
MA / Sadiye Eser