MÊRDÎN – Suryanî amadekariyên pîrozkirina Cejna Akîtûyê dikirin. Serokê SUDEF'ê Evgîl Turker, destnîşan kir ku ji ber koçberiyê ew zîndebûyîna cejnê ne wekî berê ye, lê dîsa jî di cejnê de tekane hêviya wan ew e ku aştiyeke mayînde pêk bê û malên wan ên ku dewrî xezîneyê hatine kirin dewrî wan bên kirin.
Suryaniyên ku li navçeya Midyad a Mêrdînê dijîn, amadekariyên pîrozkirina Cejna Akîtûyê dikin. Akîtûya ku di 1'ê Nîsanê de tê pîrozkirin, ji dema Asûr û Babîliyan ve maye. Ev cejn tê wateya ku piştî zivistanê serdema çandiniyê dest pê dike û li herêmê ji sala 2005'an ve di bin navê "Cejna Biharê ya Suryaniyan" tê pîrozkirin. Lê belê îsal ji ber rooja wê û Cejna Paskalya ya Xirîstiyanan dikeve heman rojê, wê çalakiyên ji bo cejnê di 8'ê Nîsanê de bên lidarxistin.
HÊVIYA WAN: AŞTÎ Û DEWRKIRINA MAL Û MILKÊN WAN E
Di Cejna Akîtû ya îsal de tekane hêvî û armanca Suryaniyan ew e ku, li herêmê aştiyeke mayînde pêk bê û mal û milkên wan ên demeke berê dewrî xezîneyê hatibûn kirin bên dewrkirin. Serokê Federasyona Komeleyên Suryaniyan (SUDEF) Evgîl Turker, behsa Cejna Akîtûyê kir.
‘JI BER KOÇBERIYÊ ZINDÎBÛNA WÊ NEMA'
Turker, destnîşan kir ku Cejna Akîtûyê di heman demê de tê wateya "vejînê" û ev cejn ji bo gelan remzeke girîng e. Turker, diyar kir ku pîrozbahî di 1'ê Nîsanê de dest pê dike hefteyekê dewam dike. Turker diyar kir ku li gor sala çûyîn zindîbûna cejnê nemaye. Turker, destnîşan kir ku ji ber suryanî koçî welatên din kirine zindîbûna cejnê nemaye û got: "Lê belê edetên vê cejnê didomin. Mirovên me hêkan rengo rengo boyax dikin. Ev hêkên tên boyaxkirin tên wateya ku mizgîniya biharê didin. Wê rojê mirovên me diçin dêrê. Piştî ji dêrê vedigerin cejna hevdu pîroz dikin û biçûk serdana mezinan dikin."
‘BILA BIBE MUNASEBETA JI BO AŞTÎ Û AZADIYÊ'
Turker, bi lêv kir ku pevçûnên li herêmê û pêkanînên Rewşa Awarte moralê wan nebaş dike û got: "Ev cejn tê wateya ji nû ve vejîna xwezayê. Ev cejn tê wateya ku gel xwe nû dikin." Turker, destnîşan kir ku divê cejn di nêvengeke aştiyane de bên pîrozkirin û xwest ev cejn bibe munasebeta demokrasî, aştî û azadiyê."