AMED - Endama Meclîsa Dayika Aştiyê Dilşah Ozgen a 81 salî jî di nav de, der barê 9 kesan de bi tawanbariya "alîkariya rêxistinê" doz hat vekirin û tê xwestin ku 15 sal ceza li wan bê birîn. Dayika Aştiyê Dilşah Ozgen, ji bo li goristana Licê ya ku gora kurê wê jî lê ye nimêj bê kirin û destmêj bê girtin 4 konteyner kirîbûn û şandibûn goristanê.
Endama Meclîsa Dayika Aştiyê Dilşah Ozgen a 81 salî, ji bo li goristana "Şehîdgeha Şehîd Amed û Şehîd Hêvîdar" a li gundê Sîsê yê Liceya Amedê ye ku gora kurê wê Ferdî Ozgen ê di 1999'an de li Sasona Êlihê di pevçûnekê de mir lê ye, nimêj û destnimêj bê kirin konyteynir kirîn û şandin goristanê. Ji ber van konteyneran Ozgen jî di nav de 9 kes di 12'ê Tebaxa 2016'an de hat binçavkirin û paşê hatin berdan. Di lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hat temamkirin de, der barê Ozgen a ku konteyner kirîn û bexşî goristana ku gora kurê wê lê ye û xwediyên fîrmayê û xebatkarên wê E.K., H.K., H.S., İ.E., K.D., M.E., M.C. û Y. N.E de bi tawanbariya 'endamtiya rêxistinê" û "bi zanebûnî alîkariya rêxistinê" doz hat vekirin û ji 7 sal û nîvan heta 15 salan cezakirina wan tê xwestin.
Dadgeha Cezayê Giran a 8'an a Amedê îdianame qebûl kir û wê danişîna dozê di 10'ê Tîrmehê de pêk bê.
HEVJÎNÊ WÊ HAT WINDAKIRIN, 2 KURÊ WÊ MIRIN
Mefaîr Ozgen, kurê Dilşah Ozgen, di 1992'yan de li Stenbolê bi birîndarî hat zevtkirin. Bêyî ku narkoz bê dayîn Ozgen hat emeliyatkirin û ji ber ku rewşa wî giran bû, piştî 3 mehan mir. Hevjînê wê Fikrî Ozgen, di 27'ê Sibata 1997'an de dema ji ji Girtîgeha Çankiriyê ji serdana kurê xwe vedigeriya li Amedê hat windakirin. Malbatê gelek caran serlêdan pêk anîn, lê belê bi tu awayî agahî jê wernegirtin. Di vî warî de Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) Tirkiyeyê mehkûmî tazmînatê kir. Her wiha di sala 1999'an de kurê wê Ferdî Ozgen jî li Sasona Êlihê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da. Konteynerên ku Ozgenê ji bo xêrê bexşî goristana ku kurê wê lê ye kiribûn, di payîza 2016'an de bi teqemeniyan hatibûn perçekirin û gor hatibûn texrîbkirin.