BÛRSA - Xwendekarê Zanîngeha Ûlûdagê Mehmet B., ku komeke ulkucu êrîşî wî kiribû, diyar kir ku di nav 3 mehan de 7 caran êrîşî xwendekarên kurd kirin û got: "Piştî Serokomar hedef nîşan da, faşîst êrîşî kîjan xwendekarî bikin wan wekî 'terorîst' îlan dikin û bi vî awayî wê neyên cezakirin."
Li Zanîngeha Ûlûdag a Bûrsayê, di 16'ê Adarê de komeke tê îdiakirin endamê Ocaxên Ulkucuyan e yek jê berasteng êrîşî 2 xwendekarên kurd kirin. Paşê herdu xwendekar ji bo ewlehiyê neçar man ji malên ku lê diman derkevin. Ev yek şik û gumanên xwendekarên din jî zêde dike. Yek ji van xwendekarên ku êrîş lê hat kirin Mehmet B., diyar kir ku di 3 mehan de 7 caran êrîşî xwendekarên kurd kirin. B., destnîşan kir ku nemaze jî piştî bûyera li Zanîngeha Bogazîçiyê, wê hemû zanîngeha hedef bên girtin û ev yek cesareta komên nîjadperest jî zêde dike.
Xwendekarê pola 2'yan a Fakulteya Wêjeyê Mehmet B., wiha behsa êrîşê kir: "Di 16'ê Adarê saet di 18.00'an de, dema em diçûn malê li derketina Gorukle ya Zanîngeha Ûlûdagê 3 kes riya min birîn. Dema gotin 'tu karî binerî', min jî got qey ji bo cixareyê heste dixwazin. Dema min rengê wechê wan dît, ji ber berê jî êrîş li xwendekaran hatibûn kirin min fêm kir. Ketin milên min û min birin wî aliyê rê. Dema yekî ji wan got 'di Facebookê de parvekirinên te hene', 3-4 kesên din jî ji wî aliyî hatin. Hemûyan bi hev re li min da. Dema ketim erdê li serê min dan. Serê min şikiyaç Dema welatiyên li derdorê hatin û ketin navberê gotin 'dev jê berdin ev terorîst e, xayîn e.' Dû re du kes ez xistim erebeyê û birin nexweşxaneyê." Mehmet B., diyar kir ku bi wî re, healê wî yê li heman fakulteyê û di heman polê Fatîh E. jî ku destekî wîî nagire hatiye derbkirin.
‘SEROKOMAR PIŞTA FAŞÎSTAN SAXLEM KIR'
Mehmet B., anî ziman ku piştî rapora derbkirin ji nexweşxaneyê wergirtiye çûye Qereqola Gorukluyê û giliyê êrîşkaran kir û got: "Polîs karên sûkî kir. Li wî cihê ku êrîş li min hat kirin kamera hene. Eger tu polîsê vî welatî bî, divê tu li vana binerî. Bi zanebûn êrîşkar tên parastin." Mehmet B., diyar kir ku di sala 2018'an de 7 caran êrîş li xwendekarên kurd hatiye kirin û got: "Eger 7 caran êrîş pêk bên û tu tevdîrek neyê girtin, ev nîşaneya ku dê ev êrîş deam bikin. Piştî Serokomar xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê hedef nîşan da, pişta faşîstan saxlem bû. Faşîst êrîşî kîjan xwendekarî bikin wan wekî 'terorîst' îlan dikin û bi vî awayî wê neyên cezakirin."
MA / Muhammet Dogru