STENBOL – Parêzerê Ocalan, Parêzer Cengîz Çîçek rapora CPT’yê ku piştî 2 salan şûn de aşkere kir, nirxand. Çîçek, bi lêv kir ku piştî 19 salan tê xwestin ku komplo bi awayekî hîn talûketir bê rojanekirin û got: “Ev rewş careke din nîşan dide ku Girava Îmraliyê ne hiqûqî, di tasarûfa qada siyasiyî de ye.”
Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkence û Muameleya Xirab a Ewropayê (CPT), rapora xwe ya der barê hevdîtina ku di 28-29’ê Nîsana 2016’an de li Îmraliyê pêk anî de, piştî 2 salan şûn de di 20’ê Adarê de daxuyand. Parêzerê Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan û Hevserokê HDP’a Stenbolê Parêzer Cengîz Çîçek rapora CPT’yê nirxand.
‘HÊZÊN NETEWÎ Û NAVNETEWÎ POLÎTÎKAYÊN ÎMRALIYÊ DIYAR KIRIN’
Çîçek sedema ku piştî 2 salan şûn de daxuyandina raporê wiha şîrove kir: “Çimkî ji 1999’an ve Îmralî ten ne ji aliyê netew-dewleta tirk ve ji aliyê NATO û gelek hêzên navnetewî de tê sîstematîzekirin, sêwirandin û bû navenda pirsgirêka kurd û polîtîkayên herêmê. Pêşî ev polîtîka li Îmraliyê hatin sepandin û dû re li hemû erdnîgariyê û civakê hatin belavkirin. Ji ber vê ye ku Îmralî ji bo Tirkiyeyê navenda Polîtîkayên Îmraliyê yên Netewî û ji bo NATO’yê jî navenda Polîtîkayên Dagiriyê yê Kapîtalîst e. Demeke dirêj navendên hêzên netewî û navnetewî bi awayekî hevpar polîtîkayên Îmraliyê diyar dikirin, lê belê di şerê Cîhanê yê Sêyemîn û hegemonyayê yê li Rojhilata Navîn de mirov rageşiyekê dibîne.”
‘CPT HETA NIHA ROLA XWE NELÎSTIYE’
Çîçek, diyar kir ku sedema ku piştî 2 salan şûn de CPT xwest raporê aşkere bike ew e ku, îktîdara AKP’ê li gor vê yekê tev digere û got: “Mînak dema ev rapor bi raya giştî re hat daxuyandin, li Varnayê civîna bilind a YE-Tirkiyeyê hebû. Ma ev tesaduf e? Di salên dawî de Tirkiye ji standardên Yekîtiya Ewropayê (PE) pir dûr ket. Gelo dibe ku sedema xwestina aşkerakirina rapora CPT’yê ji bo afirandina bîrbiriya ‘binihêrin hîn jî ez di nav vê hiqûqê de me û hewl didim li gor wê tev bigerim’? Çimkî di rapora CPT’yê de di hin mijaran de nemaze jî hin rexneyên li hemerî pêkanînên li Girtîgeha Îmraliyê hebin jî, lê belê bi giştî tespîtên ku hikûmetê erê dike hene. Her wiha bi daxuyandina vê raporê, dixwaze nêvenga ku kurdên dîasporayê afirandin ku li hemberî tecrîda li ser Ocalan çalakiyan li dar dixin û welatên Ewropayê ditengijînin bişkîne.
Her wiha bi awayekî hostetî operasyoneke bîrbiriyî ya wisa tê kirin ku, mirov dibê qey ev rapor ne rapora şert û mercên 2016’an ên Îmraliyê ye, rapora şer a 2018’an e. Halbûkî 2 sal in her cure mafên Ocalan hatine hilawistin û agahî jê nayên girtin.” Çîçek diyar kir ku di 2 salên dawî de der barê jiyana Ocalan de gelek şik û guman hene û bi daxuyandina vê raporê bîrbiriyeke wisa tê çêkirin ku şert û merc wekî berê ne. Çîçek destnîşan kir ku heta niha CPT’yê rola xwe tam nelîstiye û bi daxuyandina vê raporê bûye hevparê derhiqûqya li Îmarliyê. Çîçek bi lêv kir ku li hemberî rewşa li Îmraliyê ne mimkune e ku mirov bêdeng bimîne.
Çîçek, bal kişand ser agahiyên ku hat gotin “Rûsaya û Tirkiye ji bo Efrînê çûne Îmraliyê” û diyar kir ku em di warê geşedanên siyasî de divê mirov rewşa Tirkiye û Rûsyayê jî li ber çavan bigire û şîrove bike. Derdorên ku di warê nêrînên siyasî de dijber in jî, dema mesel tê ser Efrînê teqez Tirkiye û Rûsyayê li nav tespit û şîroveyên xwe bi cih dikin. Rûs û Amerîkan têkilî û polîtîkayên xwe li gor vî şerî diyar dikin. Û tê zanîn ku Tevgera Azadiyê ya Kurd jî hêzeke herêmî ye û netewdewletên herêmê û hêzên kûrewî wekî hêzekê wê tev li hesaban dikin. Sengera kurd ku berfireh bûye, li her derî li van hêzan diqelibe. Dema mirov div ê çarçoveyê de lê binere, di demên dawî de di navbera Tirkiye û DYA’yê de rageşî hene û her çend di nav NATO’yê de du hevparên stratejîk bin jî, bereksê vê rewşê li qadê Tirkiye xwe nêzî Rûsyayê dike.” Çîçek diyar kir ku îro li Sûriyeyê NATO’vanên ku DYA serekê wan e û Avrasyavanên ku Rûsya serekê wan e, di şerekî dîplomatîk, siyasî û leşkerî de ne.
Çîçek diyar kir ku dema mirov geşedanên reel polîtîk tîne ber çavan, mirov dikare serdana heyeteke hevpar a Rûsya û Tirkiyeyê di çarçoveyeke îhtimaliyî de bibîne û got: “Ev rewş di çarçoveya pirsgirka kurd de îşaret bi rewşeke dîrokî ya nû dike. Hem Ocalan û hem jî hemû kesên li ser vê yekê hûr dibin dizanin ku yê komploya navnetewî ya 1999’an birêxistin kir û yê rejîma Îmraliyê tesîs kir NATO ye, ku DYA û Tirkiye endamên wê ne. Beriya bi çend salan Ocalan pergala Îmraliyê wekî pergala NATO’yê nirxand û gotibû ‘Ez li vir dîlgirtiyê NATO’yê me.’”
Çîçek diyar kir ku mirov dikare nûçeya “Rûsya tevî Tirkiyeyê serdana Îmraliyê kir” wiha şîrove bike: “Piştî 19 salan şûn de deriyên Girava Îmraliyê ku girtîgeheke NATO’yê ye, cara ewil ji Avrasyavanan re vebû! DÛ re wê pêvajo çawa bidome nayê zanîn. Lê ji bo niha rastiyeke berbiçav heye, Tirkiyeya ku ji derve û ji hundur ve ketiye bin kontrola Avrasyavanan, piştî 19 salan şûn de cara ewil deriyên Îmraliyê ji Avrasyavanan re vekiriye. Û ev rewş asta têkiliyên Rûsya-Tirkiyeyê nîşan dide. Ev serdana gengaz a Îmraliyê, divê tenê bi Efrînê sînordar neyê dîtin. Rûsyaya ku demeke dirêj li herêmê di pozîsyona avakariya lîstikê de ye û di vê avakariya lîtika xwe de îktîdara AKP’ê dikişîne, dixwaze dînamîka azadiyê ya kurdan ku li Îmrali û Rojavayê lîstika xera dike, li gor polîtîkayên xwe têxe şiklekî û li hemberî DYA’yê pozîsyona xwe hêzdar bike.
Tirkiye jî di ser hevkariya xwe ya bi Rûsyayê re dixwazwe li hemû erdnîgariyê dînamîka kurd tasfiye bike. Daxuyaniyên dawî yên rayedarên tirk der barê vê de ne. Xwediyê daxuyaniya Serokê Meclîsa Iraqê Selîm Cûbûrî ku got ‘Li hemberî PKK’ê em ji bo tevkariyê amade ne’, Rûsya ye. Rûsya van daxuyaniyan dide dayîn û ji kurdan re dibêje ‘ya tu yê nêzî me bibî an jî ez ê te bi destê netewdewletên ku fobiya wan a kurdan heye tasfiye bikim’. Wisa difikirim ku divê serdana Îmraliyê jî wisa bê xwendin.”
Çîçek, bi lêv kir ku dema mirov li wêneyê mezin ê li Rojhilata Navîn dinere, li hemberî Rûsyaya ku di gelek waran de tev digere, DYA’yeke ku hema bêje qebîliyeta wê ya pêngavên pratik pûç bûye heye. Çîçek destnîşan kir ku ji bo Rûsyayê jî tekane keleheke ku divê bê xistin heye ew jî keleha kurd e û got: “Rûsyaya ku li ser bazariyên bazirganiyî bû hevparê komploya 1999’an, îro aktöre herî mezin ê komploya li ser Ocalan û Tevgera Azadiyê ya Kurd e ku bi awayekî talûketir komployê rojene dike.”
‘KELEHA DIMDIMÊ YA NIHA ÎMRALI Û ROJAVA YE’
Çîçek got: “Kurdbûyîna azad ku heta niha li hemberî her cure monopolbûyîna kapîtalîst û barbartiya serdema navîn a herêmiyî li ber xwe dide, niha hema bêje destana serdema modern a ‘Berxwedana Keleha Dimdimê’ dinivîsîne. Lê belê divê wekî Keleha Dimdimê encameke wê ya trajik nebe. Ji ber wê ye ku hemû bindestên welat, herêmê û cîhanê vedixwîne hundurê wê kelehê. Çimkî di aloziya ku şerê kûrewî diafirîne de, tekane pergala azadiyê ya ji bo gelan bi têkoşîna azadiyê ya yekbûyî ya gelan pêkan e. Ji ber wê ye ku tekane vebijêrka azadiyê ya gelan, li dijî talana kapîtalîst, faşizm û dagirkeriyê bi yekîtiya hêzî ya şoreşger û demokratîk pêkan e.” Çîçek diyar kir u îro neviyên Şoreşa Cotmehê rehmetê li ruhê kalikên xwe tînin, lê belê Tevgera Azadiyê ya Kurd mîrateya wan kire mîrateya xwe û hema bêje Komunarên Cotmehê yên sedsal berê silav dike. Çîçek got: “Û piştî sed salî şûn de, Komunarên Rojavayê di Şerê Cîhanê yê 3’yemîn de bang li hemû bindestên cîhanê dike û pergaleke alternatîf ava dike.” Çîçek bi lêv kir ku Ocalan wekî rêberê Komunarên sedsala 21’emîn berxwedana xwe ya dîrokî didomîne.
MA / Sadiye Eser