MÊRSÎN – Halîde Aktay ku ji Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê hat berdan, diyar kir ku li nexweşxaneyê muayeneya bi weziyeta kelepçeyî li dayika 78 salî Pîra Sîsê hatiye ferzkirin û di nêrdewanan de kaş kirine.
Hevseroka HDP’ê ya Gimgima Mûşê ya berê Halîde Aktay ku di sala 2015’an de hatibû girtin û çend roj berê ji Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê derket, behsa pêkanînên li Girtîgeha Tarsûsê kirin. Aktay diyar kir ku dema ew ewil hatiye girtin 5 mehan li Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê maye û paşê ew şandine Girtîgeha Sîncanê û ji wir jî şandine Girtîgeha Tarûsûsê. Aktay got: “Kom bi kom em dianîn kampusê. Çawa em ketin kampusê nêzî 50 gardiyan, di dest wan de jop û dar em pêşwazî kirin. Pêşî du hevalên jin ji me veqetandin û ew bi erdê ve kişandin. Piştî demekê me qîrîniya wan hevalan bihîst û çawa derî vebû me dît ku ser çavên wan hevalan di nav xwînê de maye. Dema me bertek nîşan da, bi fermana midura duyem a girtîgehê ya bi navê şeyma gardiyanan li ser me, li newqa me û sînga me dan û em îşkencekirin.”
'6 SAETAN EM LI SER PIYA MAN’
Aktay, diyar kir ku ew nehatine tedawîkirin û di wê germa Havînê de 6 saetan li ser piya hatine hiştin û amûrên wan hatine desteserkirin. Aktay got: “Ber êvarî bi lingê tazî em birin qawîşan. Dîmena ku em li qawîşan pêrgî wê hatin dîmeneke tirsnak bû. Hevalên jin ên beriya me anî bûn, ser çavên wan werimandî û mor bibûn. Hevaleke jin ji ber derban û ji ber diranê wê apse bû qet nikaribû biaxive. Hevaleke din jî ji ber derbe li ser wê ketibûn tim vedirişiya.”
MUAYENE KELEMÇEKIRÎ LI PÎRA SÎSÊ YA 78 SALÎ FERZ KIRIN
Aktay, diyar kir ku piştî derbkirina heta du mehan jî nehatine tedawîkirin û gardiyanên ew derb kirine wekî” Tîma A”yê tên naskirin û ji 20-30 kesî pêk tên.
Aktay, diyar kir ku ev kom, girtiyên li ser piya hijmariyê nedin bi porê wan digirin û bi erdê ve dikişînin û wan davêjin hucreyan. Aktay got: “Li kampusê lêgerîna tazî û gelek pêkanînên ku rûmeta mirov bin pê dikin hebûn. Kargo û nameyên me nedidan me. Tu çalakiyeke sporê tune bû. Tevî Pîra Sîsê ya 78 salî ku ew ji Girtîgeha Mûşê sirgûn kirin çûm nexweşxaneyê. Wê li asansorê siwar nekirin, di nêrdewanan de derxistin qata sisêyan. Her wiha muayeneya bi weziyeta kelemçekirî lê ferzkirin. Ji ber ku Pîra Sîsê ev ferzkirin qebûl nekir, bêyî ku bê muayenekirin ew anîn girtîgehê.”
LEŞKER GEF XWARIN
Aktay, bi lêv kir ku dema ew sewqî nexweşxaneyê dihatin kirin fermandarê cendirmeyan yekrêzbûyînê li wan ferz dikir, lê ji ber wan ev yek qebûl nedikir leşkeran ji wan re digot: “Hûn terorîst in. Diviya me bera serê we hemûyan bidana û bikuştana, lê tew em we tînin nexweşxaneyê. Dewlet baş li we dinere. Lê hîn jî hûn li dijî wê dertên.”
DEST DATÎNIN SER NAMEYAN
Aktay, destnîşan kir ku ji ber sedemên pûç her roj cezayê dîsplînê li girtiyan tê birîn û gardiyan ji bo wan sor bikin digotin “Xwezî ez jî biçûma Efrînê û min şer bikirana û min qira hemû kurdên li wir bianiyana.”
Aktay, bi lêv kir ku nameyên ku peyvên “Efrîn” û “Aştî” têde derbas dibûn dihatin desteserkirin.