Prz. Çakas: Heta ku yekane rayedar ATK be giştînameya Wezaretê nabe çareserî

  • rojane
  • 11:34 17 Çile 2023
  • |
img
AMED - Parêzer Yûsûf Çakas diyar kir ku giştînameya Wezareta Dadê têkildarî girtiyên nexweş weşandiye heta niha nebûye bersiv û diyar kir ku heta yekane rayedar ATK be û “Qanûna Têkoşîna bi Terorê re” û “Qanûna Înfazê” hebe, giştîname nabe çareserî. 
 
Bi îmzeya Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag di 3’yê çileyê de “Giştînameya Têkildarî Kêmkirin an jî Rakirina Cezayên Kesan a ji ber Nexweşî, Astengdarî yan jî Kalbûnê” hate weşandin. Giştînameya ji 8 xalan pêk tê, ji tevahiya saziyên Midûriyeta Giştî ya Karên Cezayan re hate şandin. Lê heta niha di pratîkê de tu bersiva giştînameyê pêk nehatiye. 
 
Rêveberê Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) û Hevberdevkê Komîsyona Girtîgehan ê Navenda Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Prz. Yûsûf Çakas, têkildarî giştînameyê de nirxandin kir. 
 
Çakas, daxuyankirin ku ji ber qanûnên rejîma heyî yên ceza û avaniya fîzîkî ya girtîgehan kes nikare bi tendurist derkeve û wiha got: “Beriya her tiştî li hemberî me saziyeke polîtîk a weke Saziya Tiba Edlî (ATK) ya girêdayî wezaretê heye. Wergirtina rapora ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ ya ji vê saziyê hema bêje ne pêkane. Heke bi tesadufî hûn raporê bigirin jî dibe ku bi hinceta ‘ewlehiya civakê’ ya di qanûna înfazê de hûn neyên berdan. 
 
ÇARESERÎ NÎNE
 
Çakas, destnîşan kir ku giştînameya Wezaretê weşandî, dubarekirina rayeyên niha di destê Serokkomar de ye û wiha berdewam kir: “Rapora ku dê ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ dîsa bibe ATK û em dibînin ku ji rexneyên heta niha me ji vê saziyê re kirine nebûne bersiv. Dîsa weke yekane rayedar ATK derdikeve pêşberî me. Ev yek ji rewşa girtiyên nexweş re nabe çareserî.”
 
POLÎTÎK NÊZÎK DIBIN 
 
Çakas, bal kişand ku piştî weşandina giştînameyê tu girtiyên nexweş nehatine berdan û wiha pê de çû: “Heke Mehmet Emîn Ozkan hêj jî di girtîgehê de be, aşkereye ku ev giştîname nebûye bersiv. Dîsa em daxwazên xwe rêz bikiln. Ev yek meseleyeke tibî û zanîstî ye ji ber wê yekê divê çareseriya vê pirsgirêkê dewrî zanyarên bêalî û serbixwe bê kirin. Heke dê ev giştîname daxwazên me pêk neîne. Hevî dikim ku di zûtirîn demê de înfaza bi sedan girtiyên nexweş bê rawestandin û destûr bê dayîn ku ji bo bên dermankirin bên berdan.”
 
MÎNAKÊN ŞÊNBER
 
Çakas, ê mînakên ji pêkanînên berê yên ATK’ê ku kirin yekane rayedar da û bi bîr xist ku ji Halîl Guneş ê di dema dawî de li girtîgehê jiyana xwe ji dest da re rapora 'dikare li girtîgehê bimîne' hate dayîn û ev tişt gotin: “Em dibînin ku ATK bi israr rapora 'dikare li girtîgehê bimîne' dide girtiyên nexweş. Mînakeke din a vê yekê jî Mehmet Emîn Ozkan e. Li holê ye ku Ozkan nikare tena serê xwe li girtîgehê bimîne, êdî malbata xwe jî nasnake û nikare pêdiviyên xwe yên bingehîn pêk bîne. Ji ber vê yekê rapora ku ATK dide nikare kesekê qaneh bike. Ji bo raporeke zanîst bê dayîn divê li ser dosyayan nivîsa kes ji kîjan sûcî girtî ye neyê nivîsîn û şûna endamên ATK’ê saziyên bêalî yên zanîstî vî karî bişopînin. Heke hûn li ser dosyayan ‘terorê’ binivîsin û bişînin, di vê serdema ku polîtîkayên ewlekariyê esas tên girtin de tu ATK rapora ku nikare di girtîgehê de bimîne nadin kesekî ku ji endamtiya rêxistinê û sûcên rêxistinê tê razan.”
 
REFLEKSA NETEWPEREST Û EWLEKARIYÊ
 
Çakas, bi lêv kir ku li girtîgehan bi hezaran girtiyên nexweş ên teşhîsa wan nehatine kirin hene û gelek caran ji ber şert û mercan naxwazin biçin nexweşxaneyan jî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li holê ye ku girtiyên nexweş di çi şertan de ji vir dişînin Stenbolê ATK’ê û nexweşxaneyan. Li holê ye ku ATK ji vî derdî re nabe çare. Çareseriya vî derdî sererastkirineke ji binî ye. Daxwaza me ya sereke berdana girtiyên nexweşên giran a bê şert û merc û bê bazarî ye. Piştî ku girtiyên nexweşên giran hatin berdan, sererastkirinên qanûnî û rejîma înfazê ya ceza dikarin bên nîqaşkirin. Li pêşberî me qanûnên nebaş ên weke ‘têkoşîna bi terorê re’ û ‘qanûna înfazê’ hene. Ji bilî vê dewleteke ku bi refleksên netewperest û ewlekar tevdigere heye. Dema em van hemûyan bînin cem hev, em girtîgehan çi hêvî dikin? Ji bilî nexweşî û mirinê tiştek nayê hêvîkirin.”
 
Çakas, diyar kir ku girtîgeh ji ber şert û mercên wan nexweşiyan belav dikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li Manavgata Antalyayê Girtîgehên Tîpên S û yên Ewlehiya Bilind hatine vekirin. Girtî nikarin derkevin cihê hewadariyê, nikarin sohbetê bikin. Aktîvîteyeke komî nîne. Hemû bi tena serê xwe dimînin. Li Ereglî û Dûmlûyê jî heman rewş heye. Yekane tişta ku ev giştîname dike ew e ku têgihiştineke gel ava dike ku ji bo girtiyên nexweş xebatek tê birêvebirin. Beriya her hilbijartin û pêvajoya siyasî em dibînin ku mafê jiyanê yê girtiyên nexweş mijara muzakereyê ye. Eger hûn mafên jiyanê yên girtiyên nexweş bikin mijara muzakereyê, hûn ê bi rêbazên ku hûn ê bi giştînameyên bi vî rengî yên çêkirî re encamekê negirin re, rû bi rû bimînin.”
 
 

Sernavên din

17/05/2023
11:23 Bajar û navçeyên ku Partiya Çepên Kesk herî zêde deng lê girtî
11:17 Lîstika ‘Hay Lo Dîsa Tevlîhev Bû’ diçe Stenbol û Kocaeliyê
11:03 Li Aydinê encamên girtekan û encamên YSK’ê hev nagirtin
10:57 Ji bo îtîrazên li YSK’ê îro roja dawî ye
10:55 Ji Çepên Kesk re sifir hat nivîsandin, hemû ray ji AKP’ê re hatine nivîsandin
09:33 Ozturk: Çirûska demokratîkbûnê hate vêxistin
09:24 Li Şirnexê 14 herêm ji bo 15 rojan hatin qedexekirin
09:01 Li Îranê pêlên serhildaneke nû xuya dikin
09:00 9 meh derbas bûn hê jî îdianameya kujerê 3 zarok û dayika wan nehatiye amadekirin
09:00 ROJEVA 17'Ê GULANA 2023'YAN
08:32 Kesên li ber YSK’ê hatibûn binçavkirin hatin berdan
08:31 74 dengên ji MHP’ê re hatibûn nivîsîn hatin îadekirin
16/05/2023
23:59 Rojnamevan ji girtîgehê derketin: Em ê her binivîsin
23:04 Girtiyê nexweş Behçet Kaplan jiyana xwe ji dest da
20:40 Partiya Çepên Kesk li Mêrdînê 225 dengên xwe yên hatibûn dizîn wergirtin
20:20 Rojeva Twîtterê:#YeşilSolPartininOylarıNerede
20:14 Raportorê Tirkiye yê PE’yê: Şertên hilbijartinê ne bi wekhevî bûn
19:48 Der barê 9 rojnamevanan de biryara berdanê
19:34 Partiya Çepên Kesk li Êlihê 230 rayên xwe yên hatibûn dizîn wergirtin
19:15 Colemêrg di berxwedana xwe ye li dijî nelirêtiyên AKP'ê de bi ser ket
17:57 Li Şirnexê operasyon: Hejmara leşkerên birîndar zêde dibe
17:47 Li Semsûrê jî dengên Partiya Çepên Kesk li ber navê MHP'ê hatine nivîsandin
16:59 Nazlim: Polîsan ji min re got ‘tu navan bide em ê te berdin’
Altan: Hûn min biqewirînin jî ez ji vî welatî naçim
16:38 Li Mêrdînê dengên Partiya Çepên Kesk kêm hatin qeydkirin
16:13 Partiya Çepên Kesk li Aydinê îtîrazî 20 hezar dengên betalbûyî kir
16:12 Yurtsever: Em di nava sînorên îktîdarê de nûçeyan çênakin lewma tên darizandin
16:02 Rojnamevanê girtî Acar: Ez ne bi fermanê, ez bi îradeya xwe nûçeyan çêdikim
16:01 Partiya Çepên Kesk: Em li Colemêrgê vîna gelê xwe biparêzin
15:39 Li Egeyê li dijî jinan 504 binpêkirin hatin kirin
15:08 Li Bestayê 4 leşker û cerdavenek hatin kuştin
14:51 Serokê Giştî yê EMEP’ê Akdenîz îstîfa kir
14:49 Doza ‘heqaretê’ ya derbarê Emîne Şenyaşar de hate taloqkirin
14:42 Beştaş: Em ê destûrê nedin ku parlamenteriya me xesp bikin
14:41 MYK’a HDP’ê civiya
14:34 Vaye dengên Partiya Çepên Kesk ên ji partiyên din re hatine nivîsîn
14:33 MED-DER’ê Cejna Ziman Kurdî pîroz kir: Bila ziman nebe sedema xerakirina motîvasyona neteweyî
14:29 Ji Rêxistina Efûyê rapora îdamê ya sala 2022’yan: Di nava 5 salan de derket asta herî jor
14:23 Li Stenbolê jinek û lawê xwe hatin qetilkirin
13:51 Li Şengalê êrişî malekê hate kirin
13:44 Danişîna doza tacîza li zarok hate taloqkirin
13:31 Li Bestayê şer derket: 2 leşker hatin kuştin
13:23 Hevşaredara Farqînê Toprak hat beraetkirin
13:20 Li Stenbolê milyonek û 230 hezar hilbijêr neçûne ser sindoqê
13:17 Rojnamevan Deger: Ez bi kişandina 300 TL’yî têm tawanbarkirin
12:09 Cenazeyê Serhat Yalçin radestî malbata wî hate kirin
11:58 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:54 Li welatên ku Kiliçdaroglû zêde ray girtibû dengdayînê daxistin 2 rojan
11:52 Peyama Kiliçdaroglû ya ji bo ciwanan
11:37 Di sindoqekê de 233 dengên Partiya Çepên Kesk ji bo MHP’ê hatine nivîsandin
11:10 Tiryakî hişyarî da waliyê Colemêrgê: Tu ne serokê AKP’ê yî
10:40 Danişîna rojnamevanan dest pê kir
10:36 Silawî: Tevî darvekirinan jî em dest ji daxwaza azadiyê bernadin
10:31 Li Colemêrgê dixwazin senaryoya 2018’an dubare bikin
09:35 Li Hesekê li dijî hucreyên DAIŞ’ê operasyon hate lidarxistin
09:00 Xwebûn bi manşeta 'Kurdistanê textê Erdogan hejand' derket
09:00 Danişîna doza 12 rojnamevanan îro ye
09:00 ROJEVA 16'Ê GULANA 2023'YAN
15/05/2023
23:51 Partiya Çepên Kesk li Colemêrgê nobeda demokrasiyê da destpêkirin
19:30 Ji MED-DER'ê daxuyaniya 15'ê Gulanê
19:22 Bang ji bo danişîna doza rojnamevanên girtî
18:13 Li Hezexê qeza: 2 zarok mirin
16:59 Li Kurdistanê 319 hezar û 421 deng hatin betalkirin
16:52 Doza êrişa li dijî cemxaneyan taloqî 12’ê hezîranê hate kirin
16:04 HDP'ê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
15:53 YSK: Hilbijartina serokkomariyê ji tûra duyemîn re ma
15:51 Kiliçdaroglû: Em ê di hilbijartinê de bi hev re bi ser kevin
14:51 Ji Partiya Çepên Kesk daxuyaniya Colemêrgê: Rêzê bo îradeya gel bigirin
14:47 MKGP'ê banga xwedîderketina doza rojnamegeran kir
14:33 Neçareserkirina pirsgirêka kurd bi Erdogan da windakirin
13:57 Endamên şandeya Îspanyol ên hatibûn binçavkirin hatin dersînorkirin
13:46 Vogel: Serdema piştre ya Tirkiyeyê hêj nehatiye nivîsandin
13:26 Malbata Şenyaşar: Em ê dest ji têkoşîna xwe ya edaletê bernedin
13:23 Di Partiya Çepên Kesk de 31 parlamenterên jin hatin bijartin
12:55 Partiya Çepên Kesk 63 parlamenter dişîne Meclisê
12:30 Li Colemêrgê Partiya Çepên Kesk her 3 wekîl qezenç kirin
12:11 Li Dêrsimê namzeta Partiya Çepên Kesk qezenç kir
12:02 Li 31 bajaran namzetên jin nehatin hilbijartin
11:35 HDP û Partiya Çepên Kesk: Hîle û komployan bandora xwe li ser encamên hilbijartinê kirin
11:18 Li ser sindoqan cerdevanên bi çek hatin peywîrdarkirin
10:42 Parlamenterê YNK’ê rastî êrişa çekdarî hat
10:34 YSK'ê daneyên dawî eşkere kirin
10:19 Danişîna 12 rojnamevanan sibê ye
09:00 ROJEVA 15’Ê GULANA 2023’YAN
03:11 Kiliçdaroglû: Em ê di tura 2’yemîn de teqez bi ser kevin
03:06 YSK’ê rêjeya dengan eşkere kir
02:57 Erkek ê CHP’î: Hêj daneyên gelek sindoqan li pergalê nehatine barkirin
02:08 Li Qoserê polîsan tundî li du kesan kir
02:01 Li gorî YSK’ê derengketina hejmartina dengên derveyî welat tiştekî asayî ye!
01:49 Hat îdiakirin ku piştî hejmaran hevnegirtî deng hate betalkirin
01:15 Sirri Sakik: Ev bû 3 saet ku mirov nikarin tûrikekî bidin
01:10 Polîs bi mertalan ketin avahiya jimartina dengan
01:08 Li Mêrdînê sindoqa winda hate dîtin
00:50 Kiliçdaroglû: Îradeya gel bloke nekin
00:24 Wezîfedarên sindoqan li ber desteya hilbijartinê ya Amedê ketine dorê
00:06 YSK: Rêjeya sindoqên hatine vekirin ji sedî 69,12 ye
00:03 Muşahidên AKP’î deng careke din bi serokê sindoqê dan hejmartin
14/05/2023
23:59 Kesên AKP’yî hewl dan mudaxileyî jimartina dengên derveyî welat bikin
23:50 Şaredarê AKP’î îcar jî li edliyeyê rageşî derxist
23:46 Li Agiriyê rayên Partiya Çepên Kesk ji bo AKP-MHP’ê hatine nivîsandin
23:10 Li Rihayê dengên Partiya Çepên Kesk wergirtin ji MHP’ê re hatine nivîsîn