ÊLIH - Piştî li navçeya Dihê 6 cerdevan hatin kuştin, li derdora Çiyayê Mava yê Heskîfê sewqiyeta helîkopterê dest pê kir.
Berî hefteyekê li herêma Çiyayê Mava ya navçeya Heskîfa Êlihê di pevçûna rû da de leşkerekê jiyana xwe ji dest dabû. Durê gelek leşker sewqî herêmê hatinbûn kirin û operasyon pêk hatibû. Cardin îro li navçeya Dihê ya Sêrtê di encama êrîşekê de 6 cerdevan hatin kuştin, 3 cerdevan û 4 leşker jî birîndar bûn. Ji ber vê yekê li herêmê tevgera leşkerî zêde bû. Di saetên serê sibê de li navenda Êlihê jî tevgera helîkoptera leşkerî pir zêde bû. Li ser Heskîfê gelek helîkoşter firiyan û berê xwe dan herêma Çiyayê Mava.