ENQERE – TÎHV û ÎHD’ê bi boneya 143 dosyeyên dozê der barê Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Parêzer Eren Keskîn de hatin vekirin banga hestiyariyê kir.
Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), bi boneya Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Parêzer Eren Keskîn di salên 2014-2015’an de Gerînendetiya Weşana Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê ku bi KHK’ê hat girtin kir û 143 dosyeyên dozê der barê wê de hatin vekirin daxuyaniyek nivîskî ya hevbeş weşand.
TÎHV û ÎHD’ê got ku heta îro der barê Keskîn de 355 hezar 920 TL cezayê pereyan hatiye birîn û ji van cezayan 105 hezar û 920 lîre cezayê pere hatiye teqezkirin û dema ev cezayê pereyan neyê razandin dê Keskîn biavêjin girtîgehê.
‘AZADIYA RAMANÊ DI BIN ZEXTAN DE YE’
TÎHV û ÎHD’ê di daxuyaniyê de wiha got: “Herî dawî dadgeha Stenbolê di 29’ê adarê de 7 sal û nîv ceza li Keskîn birî. Mîktarek vî cezayî dan Midura Karê Nivîsan a rojnameyê Reyhan Çapan jî. Der barê gerînendeyê giştî yê rojnameya Ozgur Gundemê Huseyîn Aykol de jî 60 doz hatin vekirin û dest bi dayîna ceza kirine. 50 rojnameger, nivîskar û rewşenbîrên ji bo rojekê gerînendetiya weşana rojnameyê kirin jî rastî doz û cezayên pereyan hatin. Cezayê Murat Çelîkkan hat birîn û ket girtîgehê. Çapemeniya azad û muxalîf di bin zext û êrîşan de ye. Azadiya ramanê di bin zextan de ye. Daraz nikare serbixwebûna xwe biparêz e. Em hemû kesên alîgirên hiqûq, demokrasî, azadiya ramanê û çapemeniyê vedixwînin têkoşîna hevbeş û bila ji bo van dozan hestiyar tevbigerin.”