AMED - Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen, diyar kir ku di dosyeya lêpirsîna kuştina Tahir Elçî de tenê gumanbarek jî tuneye. Ozmen, got ku 120 hefte derbas bûne, lê hîna tu pêşketin çênebûne.
Baroya Amedê, ji bo faîlên Tahir Elçî yê di 28’ê Mijdara 2015’an de li ber Mînareya Çar Ling hat kuştin bên dîtin, di hefteya 120’emîn de li ber Edliya Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen axivî û wiha got: “Ji roja ku Elçî hat kuştin û vir di dosyeya lêpîrsînê de tu pêşketin çênebûne. 120 hefte derbas bûn, lê gavek şênber jî nehat avatin. Ji bo faîl bên dîtin emê çalakiya xwe berdewam bikin.”
Piştî axaftinan pênç deqe çalakiya rûniştinê pêk hat.