STENBOL - Berpirsê Midurê Karê Nivîsan Îshak Yasul ê rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî jî hat binçavkirin. Lêgerîna li Çapxaneya Gun hîna jî berdewam dike.
Piştî TMSF’ê dest danîn ser rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Çapxaneya Gun, di çarçoveya lêpirsînê de berpirsê Midurê Karê Nivîsan Îshak Yasul ê rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî jî hat binçavkirin.
MUXATAP TUNEYE
Parêzerên endamên Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz û parêzerên rojnamê sê rojin hewl didin agahî birin, lê muxatap nabînin.
ÊN BINÇAVKIRÎ LI VATANÊ TÊN GIRTIN
Di çarçoveya lêpirsînê de hesên hatan niha hatin binçavkirin li Midûryeta Polîsan a Vatanê ya StenbolÊ tên girtin. Navên kesên hatin binçavkirin wihane: “Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî Îhsan Yaşar, Midurê Karê Nivîsan Îshak Yasul, Xwediyê Matbaya Gun Kasim Zengîn, xebatkarên matbayê Erdogan Zamûr, Kemal Kurt, Musa Kaya, Cemal Tunç, Kemal Daşdogen, Mehmet Emîn Sumelî, Îrfan Karaca, Îhsan Sînmîş, Ugur Selman Kelekçîler, Kazim Goçer, Necatî Hizarci, Mahmut Abay, Mehmet Ozkara, Cumalî Oz, Mursel Demîr, Polat Arslan, Suleyman Guneş, Cenk Kale, Cengîz Kaya, Îsmaîl Ergene, Semîh Tamay, Ozgur Bozkurt, Sadettîn Demîrtaş, Muhammet Ozkan û Îsmaîl Ergene.
Di çarçoveya lêpirsînê de polîsan bi ser mala Gerînendeyê Giştî yê rojnamê Yilmaz Yildiz a Bagcilarê de girtibû. Ji ber ku Yildiz ne li malê bû polîsan dest danîn ser telefon û bîlgîseyara Yilmaz.
ERKDARÊ TMSF’Ê NEHAT!
Erkdarên TMSF’ê yên di avahiya navenda Beyoglu ya rojnamê de diman îro nehatin. Di roja 3’yemîn de jî lêgerîna li Çapxaneya Gun berdewam kir û polîs destûr nadin kesek bikeve avahiyê.