Rojnameger Muhammed: Her ku Tirkiye êrişan dike DAIŞ mezintir dibe

  • rojane
  • 09:53 13 Çile 2023
  • |
RIHA - Rojnameger Ahmed Muhammed “Operasyona Birûska Cizîrê” ya HSD’ê ya li dijî DAIŞ’ê nirxand û wiha got: “Êrişên Tirkiyeyê çiqas zêde bibin, DAIŞ jî ewqas mezintir dibe.” 
 
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li Herêma Cizîrê li dijî DAIŞ’ê “Operasyona Birûska Cizîrê” dabû destpêkirin û di encama operasyonê de 154 DAIŞ’î hatibûn girtin. Operasyona bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Koalîsyona Navneteweyî di 29’ê kanûnê de hatibû destpêkirin, 8 rojan berdewam kir. Operasyon, li navçeyên Til Hemîs, Til Berak û Hol ên girêdayî Kantonên Qamişlo û Hesekê yên Herêma Cizîrê hatibû berfirehkirin. Operasyon di 6’ê çileyê de bi dawî bû û piştre jî HSD’ê li gundê Qîrewan ê girêdayî navçeya Til Hemîsê depoyeke çek û cebilxaneyan a DAIŞ’ê bi dest xistibû. 
 
ŞANEYÊN DAIŞ’Ê
 
Lêkolîner û rojnameger Ahmed Muhammed ku li Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijî têkildarî operasyona HSD’ê bi ajansa me re axivî. 
 
Muhammed, daxuyaniya HSD’ê ya di adara sala 2019’an de ku digot DAIŞ ji hêla erdnîgarî ve bi dawî bûye lê şaneyên wê hêjta li herêmê hene bi bîr xist û wiha got: “DAIŞ, bi taybet jî li herêma di navbera Sûriye û Iraqê de, li herêmên di bin serweriya hikûmeta Şamê û li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de hebûna xwe didomîne. Her wiha liv û tevgereke zêde ya DAIŞ’ê hebû. Hem di bin navê ‘zikatê’ de ji gel fîdye dixwest, hem jî li dijî xebatkarên Reveberiya Xweser û serokeşîrên ereban sûîqest dikirin. Lewma HSD’ê hewcehî bi operasyonê dît.” 
 
OPERASYON 8 ROJAN DOM KIR 
 
Bi domdarî Muhammed da zanîn ku di operasyonê de 154 DAIŞ’î hatine girtin û wiha domand: “Ji van kesan 20’an jê li herêmê fîdye ji gel distend û hewl didan aramiya herêmê xerab bikin. Têkiliya van kesan yekser bi şaneyên DAIŞ’ê re nebû lê yek ji sedemên destpêkirina operasyona HSD’ê bûn. Her wiha têkiliya van kesan bi rejîma Şamê re hebû. Hinek jê ji bo karên qirêjî dihatin bikaranîn. Lê têkiliya yên din bi DAIŞ’ê re hebû. Hinek ji van di êrişên li dijî Hêzên Ewlekariya Hundir de cih girtibûn. Hinekan jê ji bo DAIŞ’iyan alav û amûr peyda kiribûn û hinek jî di mijara teqemeniyan de pispor bûn. Ji wan hinekan jê bo DAIŞ’iyên li Herêma Rêveberiya Xweser çek û cebilxane vediguhestin. HSD’ê li gorî agahiyan, raste rast operasyon li Til Berak, Til Hemîs û li Kampa Holê kir. Li ser agahiyên îstîxbarî, li dijî hinek mal û mezrayên gundan jî operasyon hatin kirin. Di operasyonê de gelek cebilxane hatin bidestxistin.” 
 
'HEWL DIDIN ALOZIYÊ DERXÎNIN’
 
Di berdewamê de Muhammed wiha qala sedema bicihbûna DAIŞ’iyan a li Herêma Cizîrê kir: “DAIŞ’ê ji sala 2014’an ve xwe li vê herêmê bicih kir. Heta ku YPG û YPJ’ê ev herêm rizgar kirin jî DAIŞ’î li vê herêmê bûn. Ew herêm xwedî li DAIŞ’ê derketibû û DAIŞ’ê şopa xwe li vê herêmê hiştibû. Niha jî gelemperiya şaneyên DAIŞ’ê li vê herêmê ne. Her wiha girtîgehên DAIŞ’î lê tên ragirtin jî li herêmên Til Berak, Til Hemîs û Holê ne. Kampa malbatên van jî li vê herêmê ye. Lewma liv û tevgera DAIŞ’ê ya li van herêman zêdetir e. Şaneyên DAIŞ’ê jî hewl didin çeteyên li girtîgehan rizgar bikin û malbatên wan ji kampê derxînin.”
 
‘ÊRIŞÊN TIRKIYEYÊ LIV Û TEVGERA DAIŞ’Ê ZÊDETIR DIKE’ 
 
Rojnameger Muhammed bal kişand ser êrişa dewleta tirk a di 19’ê mijdarê de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ev tişt anî ziman: “Operasyona Birûska Cizîrê yekser girêdayî van êrişan bû. Dema dewleta tirk û çeteyên wê êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin, HSD’ê gotibû ku operasyonên xwe yên li dijî DAIŞ’ê daye sekinandin û berê xwe didin aliyê êrişê. Gotibûn ku karê wan ê ewilî parastina sînoran û berxwedana li dijî dagirkeriyê ye. Lewma dema Tirkiye êrişan dike, operasyona li dijî DAIŞ’ê qels dibe û DAIŞ dîsa zindî dibe. Êrişên Tirkiyeyê çiqas zêde bibin, DAIŞ jî ewqas mezintir dibe. DAIŞ, projeya Tirkiye û NATO’yê ye. Bi mebesta tunekirina îradeya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye damezirandin. Têkiliyeke yekser a Tirkiyeyê bi şaneyên DAIŞ’ê re heye. Di mijara tunekirina DAIŞ’ê de Tirkiye astengiyeke mezin e. Heta ku êrişên ser herêmê bi dawî nebin jî dê DAIŞ tune nebe.” 
 
‘ŞANEYÊN DAIŞ, ŞAM Û TIRKIYEYÊ’ 
 
Muhammed got ku li herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tenê şaneyên DAIŞ’ê nînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Her wiha şaneyên rejîma Şamê jî hene. Li hêla din şaneyên çeteyên girêdayî dewleta tirk hene. Temamiya van şaneyan weke şaneyên DAIŞ’ê xuya dikin. Ev şaneye hewl didin gel li dijî Rêveberiya Xweser rakin ser pêyan. Armanca wan a din jî hedefgirtina Rêveberiya Xweser e. Şaneyên rejîmê hewl didin li herêmê aloziyê derxînin. Şaneyên DAIŞ’ê jî hewl didin bîrdoziya xwe belav bikin.” 
 
QONAXA DUYEMÎN A OPERASYONÊ
 
Têkildarî qonaxa duyemîn a Operasyona Birûska Cizîrê jî Muhammed ev agahî parve kirin: “Êdî operasyon derbasî qonaxa duyemîn bû. Di çarçoveya qonaxa duyemîn de HSD’ê di 9’ê çileyê de li gundekî girêdayî Kantona Qamişloyê operasyonek kir û depoyeke cebilxaneyê ya DAIŞ’ê desteser kir. Operasyonên HSD’ê didomin lê DAIŞ bi van operasyonan ne li Rêveberiya Xweser û ne jî li welatên herêmê û cîhanê tune nabe. Ev operasyon tenê bi kêrî pêşîlêgirtina komkujiyan tên. Ji ber ku 19 hezar çete di destê HSD’ê de ne. Her wiha nêzî 53 hezar malbatên DAIŞ’ê li kampên Hol û Rojê ne. Heta ku çareseriyek tê peydakirin jî ev kes li Herêma Cizîrê tên ragirtin.” 
 
‘HETA KU GAVAN NEAVÊJIN DÊ PIRSGIRÊK ÇARESER NEBE’ 
 
Herî dawî jî Muhammed ev tişt anî ziman: “HSD ji bo darizandina van kesan mekanîzmayeke navneteweyî dixwaze. Dixwaze bo van kesan çareseriyek were peydakirin. Ji ber ku di vê mijarê de gav nayên avêtin, çareserî pêş nakeve. Divê DAIŞ tenê bi operasyonan neyên nirxandin. Hewceye ev mijar bi giştî were nîqaşkirin û çareseriyek were peydakirin. Koalîsyon tenê di mijara cebilxaneyê de dibe alîkar. Divê gavên zêdetir biavêje. Divê dewlet bên û hemwelatiyên xwe bibin. Lê heta niha jî di vê mijarê de gavek nehatiye avêtin. Heta ku gav neyên avêtin jî dê pirsgirêka DAIŞ’ê her bidome.” 
 
MA / Omer Akin
 

Sernavên din

16/01/2023
12:17 Iraq li sînor noqteyên kontrolê çêdike
11:53 Malbata Şenyaşar: Êdî bila zilm bidawî bibe
11:40 Faîlê ku 6 meh piştî kuştina Kiliç hate girtin biraziyê parlamenterê MHP’ê derket
11:20 Parlamentera Efxanistanê ya berê Mursel Nebîzade hate qetilkirin
11:06 Parlamenterên HDP’ê: Tecrîdkirina Ocalan, şer dijwartir dike
11:02 Li rawestgeha metrobusê welatiyek jiyana xwe ji dest da
09:52 Hayrî Durmuş nas kir, emrê xwe fedayî gelê xwe kir
09:05 Generalekî Biçûk ê girêdayî doza xwe: Kalo
09:04 Hevserokê OHD’ê: Girtî têkoşîna xwe ya birûmet didomînin
09:02 Li bazarên ku hêviya xizanan e jî her tişt biha ye
09:00 Emîne Şenyaşar ji bo danişînê bang kir: Em li benda her kesî ne
09:00 ROJEVA 16'Ê ÇILEYA 2023'YAN
15/01/2023
21:58 Bûldan: Gelên Tirkiyeyê wê fîşê AKP’ê û MHP’ê bikişînin
19:06 Çîçek: Hemû bêhiqûqiyan ji Îmraliyê dest pê kir û li welat belav bû
17:15 Diz ketin avahiya MED-DER’ê
16:58 Kalo dê sibe li ser gora xwe bê bibîranîn
16:57 Amedsporê tîma Isparta 32 Sporê 4-0 têk bir
16:06 Li Silopiyayê bernameya jinên dengbêj
14:07 Tifaqa Ked û Azadiyê: Em soz didin vê desthilatê em ê bişînin
14:04 Mitînga ‘Em bi hev re biguherînin’ bi strana Demîrtaş dest pê kir
13:19 Hevserokên HDP’a Amedê diyar bûn
12:44 Qada Kartalê ji bo Tifaqa Ked û Azadiyê teng hat
12:16 150 malbatên li Kampa Holê dê bibin Mûsilê
11:44 Kongreya HDP’a Amedê: Sala 2023’yan dê bibe sala azadiya fîzîkî ya Ocalan
11:28 Li Newala Qesaban hevkariya sermaye-îktîdarê
11:08 Li Îzmîrê bi pileya 3.5’an erdhej çêbû
11:06 Malbata Şenyaşar: Em ê bi hev re edaletê bînin
11:03 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Şakranê di roja 14’an de didome
10:50 Derket holê ku ciwanê digotin ji zinar ketiye hatiye kuştin
10:49 Li Aryen Komê qeydên qursa muzîkê dest pê kirin
10:17 Bajarên Serhedê qerisîn
10:16 Li Nepalê balafira rêwiyan ket: Herî kêm 16 kes mirin
10:16 Beriya mitînga Kartalê hinek rê ji trafîkê re hatin girtin
10:15 Li Xarpêtê bi pileya 4,9 erdhej çêbû
09:58 Rojnameger Aştiyan: Berxwedana jinan a li Îranê bandor li zilaman jî kir
09:18 Şaredariya Şirnexê ji aliyê mêran ve tê birêvirin: Tu serlêdanên ji bo xebatên jinan nayên qebûlkirin
09:08 ‘Heta tecrîd neyê rakirin demokrasî jî nayê vî welatî’
09:07 Parêzerên Malbata Şenyaşar banga beşdariya dozê kirin
09:06 Zarokê ku ketibû xefika çeteya hişbirê hat rizgarkirin!
09:05 Nivîskarê ‘Kûçikê Stalîn’: Armanca sereke ya şanoya kurdî hebûn e
09:03 Jina têkoşer a li ser zar û zimanan: Binevş Agal
09:00 ROJEVA 15'Ê ÇILEYA 2023'YAN
14/01/2023
21:53 Li Êlihê tundiya zilam
21:21 Stenbol ji bo mitînga Tifaqa Ked û Azadiyê amade ye
20:24 4 zilamên ku tecawizî zarokekê kiribûn hatin girtin
18:57 Heyeta KESK’ê serdana DBP’ê kir
17:56 Li Stenbol, Mêrsîn û Enqereyê Serê Salê hat pîrozkirin
16:44 Şîna Bayindir bi awayekî girseyî hate ziyaretkirin
16:34 Cenazeyê berxwedêrê rojiya mirinê Kûrt anîn Tirkiyeyê
16:33 Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê hukmen bi ser ket
16:31 Ji ber nûçeyê derbarê rojnameger Candemîr de lêpirsîn hat destpêkirin
16:30 Dayikên Şemiyê: Divê faîlên Canan bên cezakirin
16:30 Komeleya 78’an a Amedê kongreya xwe li dar xist
15:56 ÎHD’a Stenbolê xwest Siddik Guler ê 83 salî bê berdan
15:38 Her ku diçe rewşa girtiyê nexweş Tanhan xerab dibe
15:22 DBP: Bila tecrîda li Îmraliyê bê bidawîkirin
15:18 Baroya Colemêrg serî li Wezareta Dadê û TBB’ê da
14:50 Serdana Şînê: Sekna Bubo Taş, li dijî tecrîdê serhildan e
13:55 Sûngûr ê li Gabarê jiyana xwe ji dest dabû hate veşartin
13:52 Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk: Em ê bi têkoşîna hevpar bi ser bikevin
13:44 Malbatên windakiriyan xwestin kujer bên cezakirin
12:38 Odeyên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê bi kamerayan tên şopandin
11:56 Malbata Şenyaşar: Em bi daxwaza xwe ya edaletê di 17’ê çile de li Meletiyê ne
11:27 Tirkiye zexta ‘ser komkujiyê binuximîne’ li Fransayê dike
11:15 Ji serlêdanê re 87 roj in bersiv nayê dayîn: Wezareta Dadê sûc dike
10:07 Tifaqa Ked û Azadiyê bi mitîngê heyama nû dide destpêkirin
10:05 Li Wanê dikandarên halê di nav krîzê de ne
09:37 Li Sûriyeyê leşkerek tirk hat kuştin
09:35 Şûraya Dewletê dosyeya zarokê 14 salî ku hatibû qetilkirin xera kir
09:02 Guven jî di nav de cezayê li 27 kesan hatibû birîn hat xerakirin
09:02 Xelkê Geverê: Xezîneya herî mezîn vîn û rêxistina me ye
09:02 Ji Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê Qadir: Ji bilî tifaq û yekitiyê tu çekeke me ya din nîne
09:02 'Civaka êzidî wê bi sûîqastên MÎT'ê xelas nebe'
09:00 ROJEVA 14'Ê ÇILEYA 2023'YAN
08:52 Konsera kurdî bi gefa polîsan hate betalkirin
08:40 Meclisa Ciwanan a HDP’ê ji bo Veysî Taş çalakî li dar xist
13/01/2023
23:07 Konsera 'serê salê' hat lidarxistin
20:09 Li Cizîrê serê salê hat pîrozkirin
18:20 Ji bo mîtînga Tifaqa Ked û Azadiyê belavok hatin belavkirin
16:04 Rapora girtîgehên Anatoliyaya Navîn: Binpêkirin zêde dibin
16:00 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
15:57 Leşkerên tirk gule berdan zarokên li ber sewalan: 2 zarok birîndar bûn
15:33 Li Amedê Serê Salê hate pîrozkirin
15:31 Ji bo Mêrdîn ku li Şengalê hatibû qetilkirin şîn hate danîn
15:30 Rojnamevan Sezgîn Kartal hat girtin
15:15 Çûna Bulbul a Ewropayê hat astengkirin
15:07 Rewşenbîr û nivîskar: Dengên me ji bo kesên aştiyê dixwazin e
14:22 Di doza xelatkirina JIN TV de biryarên AYM’ê li ber çavan nehatin girtin
14:21 Veysî Taş ê ku xwe şewitand: Ez ji bo Rêbertiyê canê xwe feda dikim
13:36 Derbarê rojnamevan Kartal de biryara girtinê hate dayîn
13:35 Li Dêrazorê 2 DAIŞ’î hatin kuştin
13:31 Malbata Şenyaşar parlamenterên AKP’î vexwend danişînê
13:18 Li Silêmaniyê di qada gazê de teqînek çêbû
12:51 Li Qoserê Serê Salê hat pîrozkirin
12:48 Bi girseyê serdana malbata endamê HPG'ê hat kirin
12:45 Ji bo Serokê DÎAYDER’ê Baran biryara tehliyekirinê hate dayîn
12:32 Cenazeyên Yûnûs Karadagi û Mûstafa Bayindir hatin veşartin
12:32 Parlamenterên HDP'ê: Mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye
12:05 Hunermend Tunç albûmeke nû derxist
11:59 Mehmet Ocalan: Divê her kes bi qasî ku ji dest tê li dijî tecrîdê derkeve