Hevserokê PADÊ: Hevdîtinên bi Iraqê re erênî derbas bûn

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka PADÊ Hesen Hecî anî ziman ku ji bo naskirina Xweseriya Şengalê bi Bexdayê re hevdîtin kirine û wiha got: “Hevdîtin erênî derbas bûn. Daxwaza şengaliyan ew e ku statûya wan were naskirin, ew bi xwe Şengalê biparêzin û biryaran ew bi xwe bidin. Heta ku daxwazên me tên qebûlkirin jî em ê têbikoşin." 
 
Êrişên dewleta tirk ên li ser Şengal, herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federe ya Kurdistanê dewam dikin. Di demekî ku êriş didomin de Rêveberiya Xweser a Şengalê ji bo naskirina statûya wan di nava bizavê de ye. Di 10'ê çilêyê de şandeyeke ji Rêveberiya Xweser ku ji siyasetmedar û pêşengên civaka êzidî pêk dihat derbasî Bexdayê bû û bi Serokkomar û Serokê Parlamentoya Iraqê Muhammed Halbûsî re civiya. Di hevditinan de mijara naskirina statûya Şengalê hate nîqaşkirin. Hevserokê Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ) Hesen Hecî têkildarî hevdîtinê bi ajansa me re axivî. 
 
'SOZ DAN KU DÊ PIRSGIRÊKAN ÇARESER BIKIN' 
 
Hesen Hecî, diyar kir ku ji berê ve ji bo hevdîtinên bi rayedarên hikûmetê re amadekarî hatine kirin û wiha axivî: "Di meha nîsanê de hevditinên me yên bi vî rengî dest pê kirin û em bi Serokkomarê Iraqê re civiyan. Ev hevdîtinên me jî têkildarî xweseriya Şengalê, taybetmendiyên Şengalê bû. Lê di wê civînê de serokkomar ji me xwestibû ku şandeyeke ku ji hemû pêkhatên Şengalê pêk tên re bicivîn û serdana Bexdayê bikin. Di vê hevdîtina ku me bi hemû pêkhateyên xwe yên Şengalê re pê re kirî daxwazên Şengalê, projeyên Şengalê û pêwîstiyên Şengalê me ragihandin. Me bi serokkomar, serokê parlamentoyê û gelek derdorên din re hevdîtin kirin. Me beriya hevdîtinê raporên xwe amade kiribûn û ev rapor pêşkeşî serokkomar kir. Em gelek baş hatin pêşwazîkirin. Wan diyar kirin ku ew ê heta dawiyê alîkariya Şengalê bikin û piştgiriyê bidin Şengalê. Tiştê ku li wir me nîqaş kirî jî bi taybetî vegera koçberan, teşkîleta îdareya Şengalê bû. Wan jî diyar kir ku ew rapora ku me radestî wan kiriye ew ê ji musteşarên xwe re pêşkeş bikin û xal bi xal li ser bisekinin. Ji me re got, ‘bi qasî ku ji destê me tê em ê piştevaniyê bi Şengalê re bikin. Tişta bi serê civaka êzidî hatî ne tiştekî jirêzê bû.’ Soza dan ku dê ji bo çareserkirina pirsgirêka Şengalê bikevin nava hewldanan.” 
 
'BEYÎ GELÊ ŞENGALÊ EM TU BIRYARAN NADIN'
 
Bi domdarî Hesen Hecî bi lêv kir ku di her hevdîtinê de baş hatine pêşwazîkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo bicihanîna daxwazên Şengalê soz dan. Me bi her du aliyên hikûmetê re hevdîtin kirin. Ji bo naskirina statûya Şengalê me rapor pêşkeşî wan kirin. Me dît ku Şengal di serdema Kazimî de hate jibîrkirin. Lewma me ragihandina daxwazên Şengalê weke erkekî xwe dît û me xwest hikûmeta nû jê haydar bikin. Wan jî bersiveke erênî dabû û gotibûn ku weke hikûmeta nû ew dikarin piştgiriyê bidin Şengalê û ji vê re jî amade ne. Serokwezîr biryar dabû ku mal û milkê êzidiyan dîsa lê were vegerandin û li ser navê wan bê tapûkirin. Ev jî yek ji xalên nîqaş li ser hatin kirin bû. Li ser Peymana 9'ê Cotmehê jî nîqaş hatin kirin. Ji me re got, 'em beyî gelê Şengalê tu biryaran nadin, hûn xwedî heqin, xwedî bedel in. Em vî tiştî nakin. Encax heger daxwaza gelê Şengalê hebe em dikarin pêk bînin. Kengî ku civaka êzidî ji vê razî bibe em ê wan karan bikin. Tu wateya Peymana 9'ê Cotmehê nîne.’ Jixwe bi ser vê peymanê re 2 sal û 4-5 meh derbas bûn. Di serdema Kazimî de hatibû erêkirin. Ne bawerim vê peymanê pêk bînin. Jixwe Xweseriya Şengalê ji roja ewil heta niha vê peymanê qebûl nake û li hemberî vê disekine. Carnan propagandaya wê dikin lê mimkin nîne vê peymanê li Şengalê bînin cih.” 
 
'HETA KU DAXWAZ PÊK TÊN EM Ê TÊBIKOŞIN' 
 
Di berdewamê de Hesen Hecî da zanîn ku xebatên wan ê bi vî rengî dê bidomin û wiha bi dawî kir: “Di van hevdîtinan de me serdana Wezîrê Dadê jî kir. Wî jî 3-4 xalên me pêk anîn. Wî jî got ku şengaliyên ku dixwazin vegerin li ser cih û warê xwe ew dikarin alikariyê bidin wan û xîzmetekî ji Şengalê re bikin. Çend saziyên dadê li Şengalê bên vekirin û ev saziye jî dê bikevin ber xîzmeta şengaliyan. Tişta ku em dixwazin ew e ku ew tiştên ku raporê de me nivîsandine û ji wan re aşkere kirine yek bi yek pêk bînin. Em naxwazin ku ev daxwaz tenê li ser kaxizê bimînin, divê di pratîkê de jî pêk bînin. Em ê li benda encamên vê hevdîtinê bin. Daxwazên me ne daxwazên mezin bûn. Ev tişte heqê xelkê Şengalê ye. Em dixwazin ku Şengalê nekin amûrên siyasetê û ji vê dûr bê girtin. Xwesteka şengaliyan jî naskirina Xweseriya Şengalê ye. Xwesteke wan ew e ku hêzên wan bi xwe hebin ku karibin Şengalê biparêzin û rê li ber fermanê bê girtin. Em ê benda encamê bin. Heta ku daxwazên me pêk tên jî em ê tebikoşin.”

Sernavên din

16/01/2023
12:17 Iraq li sînor noqteyên kontrolê çêdike
11:53 Malbata Şenyaşar: Êdî bila zilm bidawî bibe
11:40 Faîlê ku 6 meh piştî kuştina Kiliç hate girtin biraziyê parlamenterê MHP’ê derket
11:20 Parlamentera Efxanistanê ya berê Mursel Nebîzade hate qetilkirin
11:06 Parlamenterên HDP’ê: Tecrîdkirina Ocalan, şer dijwartir dike
11:02 Li rawestgeha metrobusê welatiyek jiyana xwe ji dest da
09:52 Hayrî Durmuş nas kir, emrê xwe fedayî gelê xwe kir
09:05 Generalekî Biçûk ê girêdayî doza xwe: Kalo
09:04 Hevserokê OHD’ê: Girtî têkoşîna xwe ya birûmet didomînin
09:02 Li bazarên ku hêviya xizanan e jî her tişt biha ye
09:00 Emîne Şenyaşar ji bo danişînê bang kir: Em li benda her kesî ne
09:00 ROJEVA 16'Ê ÇILEYA 2023'YAN
15/01/2023
21:58 Bûldan: Gelên Tirkiyeyê wê fîşê AKP’ê û MHP’ê bikişînin
19:06 Çîçek: Hemû bêhiqûqiyan ji Îmraliyê dest pê kir û li welat belav bû
17:15 Diz ketin avahiya MED-DER’ê
16:58 Kalo dê sibe li ser gora xwe bê bibîranîn
16:57 Amedsporê tîma Isparta 32 Sporê 4-0 têk bir
16:06 Li Silopiyayê bernameya jinên dengbêj
14:07 Tifaqa Ked û Azadiyê: Em soz didin vê desthilatê em ê bişînin
14:04 Mitînga ‘Em bi hev re biguherînin’ bi strana Demîrtaş dest pê kir
13:19 Hevserokên HDP’a Amedê diyar bûn
12:44 Qada Kartalê ji bo Tifaqa Ked û Azadiyê teng hat
12:16 150 malbatên li Kampa Holê dê bibin Mûsilê
11:44 Kongreya HDP’a Amedê: Sala 2023’yan dê bibe sala azadiya fîzîkî ya Ocalan
11:28 Li Newala Qesaban hevkariya sermaye-îktîdarê
11:08 Li Îzmîrê bi pileya 3.5’an erdhej çêbû
11:06 Malbata Şenyaşar: Em ê bi hev re edaletê bînin
11:03 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Şakranê di roja 14’an de didome
10:50 Derket holê ku ciwanê digotin ji zinar ketiye hatiye kuştin
10:49 Li Aryen Komê qeydên qursa muzîkê dest pê kirin
10:17 Bajarên Serhedê qerisîn
10:16 Li Nepalê balafira rêwiyan ket: Herî kêm 16 kes mirin
10:16 Beriya mitînga Kartalê hinek rê ji trafîkê re hatin girtin
10:15 Li Xarpêtê bi pileya 4,9 erdhej çêbû
09:58 Rojnameger Aştiyan: Berxwedana jinan a li Îranê bandor li zilaman jî kir
09:18 Şaredariya Şirnexê ji aliyê mêran ve tê birêvirin: Tu serlêdanên ji bo xebatên jinan nayên qebûlkirin
09:08 ‘Heta tecrîd neyê rakirin demokrasî jî nayê vî welatî’
09:07 Parêzerên Malbata Şenyaşar banga beşdariya dozê kirin
09:06 Zarokê ku ketibû xefika çeteya hişbirê hat rizgarkirin!
09:05 Nivîskarê ‘Kûçikê Stalîn’: Armanca sereke ya şanoya kurdî hebûn e
09:03 Jina têkoşer a li ser zar û zimanan: Binevş Agal
09:00 ROJEVA 15'Ê ÇILEYA 2023'YAN
14/01/2023
21:53 Li Êlihê tundiya zilam
21:21 Stenbol ji bo mitînga Tifaqa Ked û Azadiyê amade ye
20:24 4 zilamên ku tecawizî zarokekê kiribûn hatin girtin
18:57 Heyeta KESK’ê serdana DBP’ê kir
17:56 Li Stenbol, Mêrsîn û Enqereyê Serê Salê hat pîrozkirin
16:44 Şîna Bayindir bi awayekî girseyî hate ziyaretkirin
16:34 Cenazeyê berxwedêrê rojiya mirinê Kûrt anîn Tirkiyeyê
16:33 Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê hukmen bi ser ket
16:31 Ji ber nûçeyê derbarê rojnameger Candemîr de lêpirsîn hat destpêkirin
16:30 Dayikên Şemiyê: Divê faîlên Canan bên cezakirin
16:30 Komeleya 78’an a Amedê kongreya xwe li dar xist
15:56 ÎHD’a Stenbolê xwest Siddik Guler ê 83 salî bê berdan
15:38 Her ku diçe rewşa girtiyê nexweş Tanhan xerab dibe
15:22 DBP: Bila tecrîda li Îmraliyê bê bidawîkirin
15:18 Baroya Colemêrg serî li Wezareta Dadê û TBB’ê da
14:50 Serdana Şînê: Sekna Bubo Taş, li dijî tecrîdê serhildan e
13:55 Sûngûr ê li Gabarê jiyana xwe ji dest dabû hate veşartin
13:52 Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk: Em ê bi têkoşîna hevpar bi ser bikevin
13:44 Malbatên windakiriyan xwestin kujer bên cezakirin
12:38 Odeyên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê bi kamerayan tên şopandin
11:56 Malbata Şenyaşar: Em bi daxwaza xwe ya edaletê di 17’ê çile de li Meletiyê ne
11:27 Tirkiye zexta ‘ser komkujiyê binuximîne’ li Fransayê dike
11:15 Ji serlêdanê re 87 roj in bersiv nayê dayîn: Wezareta Dadê sûc dike
10:07 Tifaqa Ked û Azadiyê bi mitîngê heyama nû dide destpêkirin
10:05 Li Wanê dikandarên halê di nav krîzê de ne
09:37 Li Sûriyeyê leşkerek tirk hat kuştin
09:35 Şûraya Dewletê dosyeya zarokê 14 salî ku hatibû qetilkirin xera kir
09:02 Guven jî di nav de cezayê li 27 kesan hatibû birîn hat xerakirin
09:02 Xelkê Geverê: Xezîneya herî mezîn vîn û rêxistina me ye
09:02 Ji Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê Qadir: Ji bilî tifaq û yekitiyê tu çekeke me ya din nîne
09:02 'Civaka êzidî wê bi sûîqastên MÎT'ê xelas nebe'
09:00 ROJEVA 14'Ê ÇILEYA 2023'YAN
08:52 Konsera kurdî bi gefa polîsan hate betalkirin
08:40 Meclisa Ciwanan a HDP’ê ji bo Veysî Taş çalakî li dar xist
13/01/2023
23:07 Konsera 'serê salê' hat lidarxistin
20:09 Li Cizîrê serê salê hat pîrozkirin
18:20 Ji bo mîtînga Tifaqa Ked û Azadiyê belavok hatin belavkirin
16:04 Rapora girtîgehên Anatoliyaya Navîn: Binpêkirin zêde dibin
16:00 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
15:57 Leşkerên tirk gule berdan zarokên li ber sewalan: 2 zarok birîndar bûn
15:33 Li Amedê Serê Salê hate pîrozkirin
15:31 Ji bo Mêrdîn ku li Şengalê hatibû qetilkirin şîn hate danîn
15:30 Rojnamevan Sezgîn Kartal hat girtin
15:15 Çûna Bulbul a Ewropayê hat astengkirin
15:07 Rewşenbîr û nivîskar: Dengên me ji bo kesên aştiyê dixwazin e
14:22 Di doza xelatkirina JIN TV de biryarên AYM’ê li ber çavan nehatin girtin
14:21 Veysî Taş ê ku xwe şewitand: Ez ji bo Rêbertiyê canê xwe feda dikim
13:36 Derbarê rojnamevan Kartal de biryara girtinê hate dayîn
13:35 Li Dêrazorê 2 DAIŞ’î hatin kuştin
13:31 Malbata Şenyaşar parlamenterên AKP’î vexwend danişînê
13:18 Li Silêmaniyê di qada gazê de teqînek çêbû
12:51 Li Qoserê Serê Salê hat pîrozkirin
12:48 Bi girseyê serdana malbata endamê HPG'ê hat kirin
12:45 Ji bo Serokê DÎAYDER’ê Baran biryara tehliyekirinê hate dayîn
12:32 Cenazeyên Yûnûs Karadagi û Mûstafa Bayindir hatin veşartin
12:32 Parlamenterên HDP'ê: Mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye
12:05 Hunermend Tunç albûmeke nû derxist
11:59 Mehmet Ocalan: Divê her kes bi qasî ku ji dest tê li dijî tecrîdê derkeve