Rêxistina HDP'a Amedê dê kongreya xwe li dar bixe

  • rojane
  • 09:03 13 Çile 2023
  • |
img
AMED - Rêxistina HDP’ê ya Amedê dê di 15’ê çileyê de 4’emin kongreya xwe ya asayî li dar bixe. Hevserokên HDP’ê yên Amedê Zeyyat Ceylan û Gulîstan Atasoy ji bo beşdarbûna kongreyê bang li gel kirin û gotin: “Werin em bi hev re têkoşîna xwe bilindtir bikin.”
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê bi diruşmeya, “Çareserî em in, ji şer û dagirkeriye re na” 4’emîn kongreya xwe ya asayî di 15'ê çileyê (yekşem) de saet di 10.00’an de li Eywana Demîrokê ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê li dar bixê. Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay û parlamenterên Amedê jî dê beşdarî kongereyê bibin. Hevserokên HDP’ê yên Amedê ji bo beşdarbûna kongreyê bang li gel kirin. 
 
‘SALA BERXWEDAN Û TÊKOŞÎNE BÛ’
 
Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyyat Ceylan bi lêv kir ku sala par zext û tundiyên li ser civak û partiya wan zêde bûn û wiha got: “Lê qasî ku saleke zor û zahmet bû ewqas jî sala berxwedan û têkoşîne bû. Me bi vî awayî sala borî derbas kir û em ketin sala 2023’yan. Helbet gefên girtinê yên li ser partiya me û doza kumpasê ya Kobanê berdewam dike. Di vê pêvajoyê de em jî diçin kongreya 4’emîn a asayî ya HDP’ê. Her tim me bi sazî û dezgehên Amedê ve hewl dayê tişte ku dikevê li ser mile me bi cih bînin, her ku diçe jî heviyên me hê xurttir dibin û xwedî derketina siyaseta demokratîk û HDP'ê jî mezintir dibe. Ji ber wê jî em spasdarên gelê xwe ne. Her wiha sazî dezgehên Amedê jî tu car partiya xwe tenê nehiştin û di her şert û mercan de lê xwedî derketin.”
 
‘WERIN EM BI HEV RE TÊKOŞÎNA XWE BILINDTIR BIKIN’
 
Ceylan bal kişand ser 4’êmin kongreya asayî ku ew dê li dar bixin û ji bo tevlîbûna kongreye ev bang li gel kir: “Lê divê beriya fînalê em behtir xwe birêxistin û biheztir bikin ku bikaribin li dijî faşîzma ku desthilat li me ferz dike bisekinin û encameke serkeftinê bi dest bixînin. Gelê me baş dizane ku tiştekî ku desthilata heyî ya AKP’ê û MHP’ê bide civakê nemaye. Ji ber wê pêvajo pêwîst dibîne ku em bêhtir xwe bi hêz bikin û bi sazî û dezgehên demokratîk re di hilbijartinê de encamên serkeftinê bi dest bixin. Digotin em ê we qels bikin lê em bi awayekî girseyî bi beşdarbûna hezaran di 15’ê mehê de 4'emîn Kongreya xwe ya Asayî li dar bixin. Em dê di kongreya xwe de dimenekî dewlemend derxînin holê ku HDP hezê HDP vîn e û yên ku vê pêvajoyê diyar bikin jî HDP û hezên demokratîk in. Li ser vê bîr û baweriyê em bang li gelê xwe dikin ku roja kongreyê em bi hev re dengê têkoşîna xwe bilind bikin û heze bidin partiya xwe û siyeseta demokratîk. Di heman demê de jî peyamekê bidin desthilatê û bêjin hûn ber bi têkçûne ve em jî ber bi serkeftinê ve diçin.”
 
‘HDP'Ê FERASETA TESLÎMIYETÊ HILWEŞAND’
 
Hevseroka HDP'a Amedê Gulistan Atasoy jî derbarê hilbijartinan de anî ziman ku HDP’ê feraseta teslîmiyetê hilweşand û wiha got: “Hilbijartin pêvajoyeke dîrokî ye. Di vê hilbijartinê de nîqaşên pir girîng yên derbarê pergalê de dê bên kirin. Ji ber wê jî hemû partiyên siyasî ne tenê xwe ji hilbijartinê re amade dikin hemû li ser pergaleke nû difikirin û xwe amade dikin. Desthilata AKP’ê û MHP’ê bi binçavkirin, girtin û bi sepanên li dijî hiqûqê mafê HDP’ê yê alîkariya xizîneyê bloqe dike û dixwaze me bitirsîne. Tîfaka partiyên muxalîf jî li dijî vê yekê bêdeng dimînin û dixwazin me neçarî piştgiriyê bikin. HDP jî li dijî wan hemûyan dertê û bi rêya 3’yemîn dixwaze demokrasî û azadiyê ava bike. HDP’ê bi mîrateya ku ji dîrokê girtiye û dostên xwe ve tifaqek ava kir. Ew tifaq dê ne tenê îro dê siberojê jî diyar bike. HDP’ê hêz da muxalefeta civakî û feraseta teslîmiyetê hilweşand.”
 
‘HDP JI BO GELAN HEVÎ YE’
 
Atasoy di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku HDP ji bo hemû gelan hevî ye û axaftina xwe bi van gotinan qedand: “Bi biloqekirina hesaba alîkariya xizîneyê nikarin pêşî li piştgiriya civakê ya HDP’ê bigirin. Bi girtina HDP’ê jî nikarin dawî li vê têkoşîne bînin. Dixwazin bila hesaba xizîneyê bloqe bikin, dixwazin bila partiya me bigirin. Em xebatên xwe didomînin. Hem rêxistinên me yên bajêr hem jî yên navçeyan bi kongreyan xwe behtir bi hêz dikin. Ya girîng tabela û nav nîne ya girîng rêxistina gel e. Ji bo 4’ê min kongreya me ya asayî jî bi taybetî jinan û bang li hemû kesî dikin ku bila werin em mil bidin hev û bi hev re têbikoşin.”
 

Sernavên din

14/05/2023
23:06 Îmamoglû û Yavaş: Kiliçdaroglû ji sedî 49, Erdogan ji sedî 45
22:58 YSK: Heta niha tenê ji sedî 47.08’ê dengan hatine hejmartin
22:46 Li Mêrdînê serokê sindoqekê winda ye
22:39 Dengên derbasdar 324 in yên AKP’ê wergirtine 370 ne
22:28 AKP li dijî hemû sindoqên Kiliçdaroglû li pêş e îtîrazan dike!
21:27 Li Girtîgeha Sîncanê encama 4 sindoqan
21:05 Kiliçdaroglû li bakurê Kurdistanê bi ferqek zêde li pêş e
21:00 Fermandarê cendirmeyan li Erxeniyê mudaxeleyî hilbijartinan dike!
20:51 Kaftancioglû: Li Stenbolê Kiliçdaroglû ji sedî 51,42 li pêş e
20:46 Serokê sindoqê girtek neda muşahidan, parêzeran giliyê wî kir
20:45 Li gundê Apê Mûsa têkçûna mezin a AKP’ê
20:05 Ji şandeya çavdêriyê ya Spanyayê 2 kes hatin binçavkirin
19:57 Deşta Fîsê got: Partiya Çepên Kesk
19:57 Kiliçdaroglû: Em li pêş in
19:54 Îmamoglû: Divê kes baweriya xwe bi AA’yê neyîne
Yavaş: Kiliçdaroglû li pêş e
19:52 Li gundê Abdullah Ocalan Partiya Çepên Kesk û Kiliçdaroglû ferq avêt
19:36 Li Girtîgeha Umraniyeyê di sindoqekê de Partiya Çepên Kesk bû yekemîn
19:19 Daxuyaniya ewil a HDP’ê
19:03 Demîrtaş: Baweriya xwe nedin daneyên Ajansa Anadoluyê
18:58 Wekîlê CHP’î: Midûrên emniyetê û cendirmeyan encamên dengan xwestin
18:41 Li Rişmilê ji şaredarê AKP'î ferzkirina dengên blok
18:36 YSK’ê qedexeya weşanê rakir
18:12 Kiliçdaroglû: Em ji ser sindoqan veneqetin
18:08 Demîrtaş: Niha dema xwedîderketina li dengan e
18:07 YSK: Tu rewşek neyînî negihîştiye ber desteya me
18:02 Li Cizîrê welatî bi darê zorê ji baxçeyên dibistanan hatin derxistin
17:58 Li Şirnexê nehiştin şandeya swîsreyî têkeve dibistanê
17:51 Şewata li dibistana amadehî ya Uskudarê derketî hate vemirandin
17:28 Erdogan têkildarî sindoqan daxuyanî da
17:23 Bêyî belgeya 142'yan deng dan
17:23 ‘Sindoqan û dengan biparêzin’
17:22 Kaftancioglû: Li 30 hezar û 850 sindoqên Stenbolê ray hatin bikaranîn
17:21 AKP’ê ji bo encamên sindoqa nehatiye vekirin îtîraz kir
17:00 Di hilbijartina dîrokî de dengdayîn bi dawî bû, hejmartina dengan dest pê kir
16:55 Li Çewligê cerdevan dikevin kabînên dengan
16:50 Li Uskudarê agir bi dibistanê ket: Aqûbeta sindoqan nediyar e!
16:46 Leşkeran pusulaya deng a hilbijêrê astengdar çirand
16:42 Baroya Amedê: Kesên ku belgeya wan 142 nîne jî dikarin li sindoqên lê wezîfedar in raya xwe bikar bînin
16:29 Ji ÎHD'ê rapora hilbijartinê
16:28 Giliyê kesên di şûna hinek kesên din de deng dan hat kirin
16:27 Tevî bêusuliyan jî gel diçe ser sindoqan
16:16 AKP’ê bi kumanyayan propaganda kir
16:11 Navenda Giştî ya CHP’ê ji bo şopandina encamên hilbijartinê amade ye
16:10 Hilbijartinên dîrokî: Erdogan ha ket ha dikeve, sindoqan neterikînin
15:57 Şaredarê AKP’yî bi parêzvanên xwe yên çekdar re li dibistanan geriya
15:57 Jinên ku tundî li wan hatiye kirin çawa deng dan?
15:56 Li Semsûrê pusûleyên bê mohr dan dengdêran
15:43 Tîryakî: Partiya Vatanê bêyî haya wan jê hebe 4 hezar û 83 kes kirine peywirdarê sindoqan
15:00 Li navçeyên Stenbolê nelirêtî
14:54 Nûnerê YSK’ê yê HDP’ê Tiryakî: Alîgir û xizmên namzet û rêveberên AKP’ê dengên vekirî bikar tînin
14:53 Li Heranê deng bi vekirî û bi komî hatin dayîn
14:43 Li Sêgirkê cerdevanan peywirdarên Partiya Çepên Kesk derb kirin
14:17 AKP’iyan êrişî peywirdarên sindoqan û muşahidan kirin
14:16 Li Şirnexê gef li gundiyan xwarin, şande negirtin dibistanê, walî muşahid ji dibistanê derxistin
14:16 Demîrtaş: Min dengê xwe da, gelo we jî da?
14:15 Muşahidên li Kaniya Xezalan û Kolikê li dijî dengên blok derketin hatin derbkirin
14:01 Li Amedê 200 kesî bi sedema ‘wezîfeya xeyalî’ dengên xwe bikar neanîn
13:53 Bi nîşaneyên serkeftinê çûn ser sindoqan: Îro ew roj e
13:52 Malbata Denîz Poyraz: Roja hesabpirsînê ye
13:44 Cerdevan bi tifingê kete dibistanê
13:35 Ji YSK'ê biryarek girîng: Girtekan dê bidin hemû muşahîdan
13:21 Nehiştin jina bêyî agahiya wê kiribûn peywirdara sindoqê dengê xwe bide
13:04 Bi tupê oksîjenê çûn dengê xwe dan
13:01 YSK’ê têkildarî pusulayên binîqaş biryar da: Dê bên qebûlkirin
12:57 Hilbijêrê felc bûye ji nexweşxaneyê hat raya xwe da: Dê tiştek biguhere
12:52 Xizmên namzetê AKP’î êrişî muşahidan kirin
12:44 Hevserokê KCD’ê Ozturk dengê xwe da: Xwedî li sindoqan derkevin
12:44 Sancar dengê xwe da û banga xwedîderketina li sindoqan kir
12:27 Hevberdevkê HDK’ê Çîçek dengê xwe da: Dê îro bibe cejna demokrasî û azadiyê
12:26 Erdogan dengê xwe da
12:17 Kiliçdaroglû dengê xwe da: Dê bihar were vî welatî
12:16 Turk û Aydenîz dengên xwe dan: Bila bibe destpêka heyamek nû
12:13 Hewl dan li dibistanên Edeneyê kumanyayên bi amblema AKP’ê belav bikin
12:09 Bavê Hakan Arslan dengê xwe da: Bila her kes destê xwe deyne ser wîjdanê xwe
12:08 Qedexeyên hilbijartinan ji bo Erdogan derbasdar nînin!
11:33 Piştî hewldanên Partiya Çepên Kesk welatiyan karî dengê xwe bidin
11:21 Serokê YSK’ê Yener: Divê pusulaya namzetan neyê xêzkirin
11:09 Akşener: Biryara milet dide li ser serê me ye
11:02 Li Şirnexê dengdayîn bi binpêkirinan dest pê kir
10:51 Mexdûrên erdhejê li konteyneran dest bi dayîna dengan kir
10:35 Li kursiya biteker hat û dengê xwe da: Bila ev dîktatorî bila bi dawî bibe
10:34 Welatiyên li Licê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:27 Li Sêweregê zexta deng dayîna vekirî
10:27 Şandeya Çavdêriyê ya Navneteweyî hilbijartinan dişopîne
10:22 Pagani yê li Rihayê hilbijartinê çaverê dike: Tirkiyeyek demokratîk mimkûn e
10:21 Akin dengê xwe da: Em ê serkeftina demokrasiyê pîroz bikin
10:21 Ûçar: Bila bibe wesîleya komareke demokratîk
09:45 Bûldan dengê xwe da: Divê ev pergala xerabiyê îro biçe
09:29 Malbata Şenyaşar dengên xwe dan
09:13 Li Qoserê li dibistanekê dengdayîn dest pê nekir
08:00 Dengdayîn ya hilbijartina dîrokî dest pê kir
08:00 ROJEVA 14'Ê GULANA 2023'YAN
13/05/2023
18:32 Qedexeyên hilbijartinê dest pê kirin
17:24 Ji Partiya Çepên Kesk tûrên fînalê
17:14 Dadgehê cezayê Hasîp Akbûlût ê ku Muteber Akbûlûtê qetil kir kêm kir
17:08 Sancar ji îktidarê re got: Wê Amed dersek wisa bide we, hûnê qet ji bîra nekin
17:02 Uçar: Emrê wan ê siyasî tenê bi qasî mohrekî ma ye
16:40 Aydenîz: Heta Ocalan azad nebe gel azad nabin
Akin: Emrê wan tenê rojek ma
16:25 Bûldan ji Wanê bang kir: Sibê em ê ji Erdogan re bêjin ‘Van Mînut’
16:04 Mizrakli name şand mitînga Amedê: Em ê bi hev re azad bibin