ÎZMÎR – Aysel Koç a li Girtîgeha Jinan a Sîncanê girtî ne têkildarî hevdîtina wan a bi Dozgerê Girtîgehê re name şand û got: “Dema kengê MÎT bixwaze dikare bi we re hevdîtin bike. Em nikarin bibin manî û em nabin jî. Em ê tiştê pêwîst amade bikin an jî cihê ew bixwazin dikarin hevdîtin bikin.”
Girtiya ji doza Partiya Maoîst Komunîst (MKP) Aysel Koç a li Girtîgeha Jinan a Sîncanê têkildarî binpêkirina mafan û hevdîtina li gel Dozgerê Girtîgehê di nameyeke şand ekîba “Gorulmuştur.Org” û behsa pêkanînan kir.
Koç di nameya xwe de têkildarî mijara pêkanîna cilên yek tîp got: “Ji bo cilên yek tîp li girtiyan bikin, amadekarî tên kirin. Me çavtirsandî dikin. Bersiva me jî pir zelal e. Me cilên yek tîp li xwe nekir û em ê li xwe nekin jî. Ji ber em çalakiyan mîna berzkirina slogan û lêdana deriyan ‘cezayên dîsîplînê’ li me vedikin. Hemû riyên me yên ragihandinê asteng dikin. Parastinên me tên astengkirin û em bi êrîşên gardiyanan re hevrû dimînin. Herî dawî hevrêya me Bahar ji ber di parastina xwe de gotina ‘Kurdistan’ bikar anî parastina wê asteng kirin û rastî êrîşê hat. Der barê hemû cûre pêkanînan de serlêdanên me yên li miduriyet û dozger bêbersiv dimînin.”
DOZGER GOT ‘MÎT KENGÊ BIXWAZE DIKARE HEVDÎN BIKE’
Koç destnîşan kir ku têkildarî pêkanîna cilên yek tîp bi Dozgerê Girtîgehê re hevdîtin kirine û wiha got: “Me bi dozger re hevdîtin kir. Dozger ji me re got ‘Dê cilên yek reng piştî operasyona Efrînê bê. Li ber xwe nedin maqûl tevbigerin. Dê ewlehiya canê we bikeve talûkeyê. Dema kengê MÎT bixwaze dikare bi we re hevdîtin bike. Em nikarin bibin manî û em nabin jî. Em ê tiştê pêwîst amade bikin an jî cihê ew bixwazin dikarin hevdîtin bikin.’ Ev gotinên wî me dixin nav xetereyê.”
MIDUR: EV MIJAR ME DERBAS DIKE
Li ser nameya Koç em li girtîgehê geriyan. Rayederek ku got Midûrê Duyemîn ê Girtîgehê ye li ser îdiayan wiha got: “Ev mijar me derbas dike. Ji bo vê yekê yekser hûn dikarin bi Wezareta Dadê re pêwendî deynin.”