Bûldan: HDP ne kêlekbirê tu maseyan e, em rêwiyên rêya sêyem in

  • rojane
  • 21:56 12 Çile 2023
  • |
img
STENBOL - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan ku li Stenbolê bi komeleyên herêmê re li hev civiya, diyar kir ku tekane rêya têkşikandina faşîzmê piştgiriya ji bo Tifaqa Ked û Azadiyê ye û got: "HDP, ne kêlekbirê tu maseyê ye jî. Em rêwiyên rêya sêyem in." 
 
Komîsyona Têkiliyên bi Saziyaên Civaka Sivîl û Partiyên Siyasî re ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi beşdariya Hevseroka Giştî ya HDP'ê li Navenda Çandê ya Bajêr a Cemîl Candaş, bi boneya rojeva hilbijartinê bi komeleyên herêmê re civiya. Li hêwana hevdîtinê pankartên ku li ser "Em xwedî li vîna gelan derdikevin", "Em li vir in, bi hev re ne", "Zimanê me rûmeta me ye", "Bi zimanê xwe, bi çanda xwe, bi nasnameya xwe, bi hev re ne" nivîsandî hatin daliqandin. Gelek nûnerên komeleyên herêmê, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl tevlî civînê bûn. Her wiha Hevserokê HDP'a Stenbolê Ferhat Encu û Îlknûr Bîrol û parlementerên HDP'ê jî tevlî civînê bûn. 
 
Di civînê de ewilî Hevserokê HDP'a Stenbolê Ferhat Encu axivî. Encu bal kişand ser girîngiya vê hevdîtinê û malvayiya hemû beşdaran kir. 
 
Paşê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan axivî. Bûldanê anî ziman ku şanaz in ku hevdîtinê bi komeleyên herêmê re dikin. 
 
'KURD DÊ LI BER XWE BIDIN Û BI SER BIKEVIN'
 
Bûldanê bilêv kir ku îşev şeveke girîng e, ji lew re ew ê îşev li vir kesên ku zilmê li HDP'ê û gelê kurd dikin afîşe bikin û got: "Li hemberî me desthilateke wisa heye ku her cure zorbetî, çewisandin, înkar û qirkirinê rewa dibîne. Em dibînin ku xitimandina rêyên siyaseta demokratîk, xespkirina mafan û hiqûqê, girtina hilbijêran, binpêkirina azadiya bi sedhezaran mirovî, desteserkirina destkeftiyên gelê kurd bûye awayekî rêveberinê yê rêveberên vî welatî. Kurd her tim bi pêvajoyên wisa bi ba û bahoz re rû bi rû mane. Kurd, bi bedêlên giran hatine roja îr. Her wiha têkoşîneke mezin jî dane. Hemû desthilatê vî welatî bi hiqûq û qanûneke cuda nêzî kurdan bûne. Desthilata AKP'ê jî li hemberî kurdan hiqûq û qanûneke cuda pêk anî. Kurd, di vî 20 salî de gelek êş kişandin. Belkî şewitandina gundan, cinayetên kiryar nediyar çênebûn lê bi awayekî rêveberinê yê ne kêmî wan deman re rû bi rû man. Rêveberî guherîn, lê zilm tu carî neguherî." 
 
Bûldanê destnîşan kir ku  ev desthilat û yên pê re hereket dikin ji HDP'ê û kurdan ditirsin û got: "Ger ev qasî ji me netirsiyana, bawer bikin dê ev qasî êrişî me nekirina. Lê radibin û rûdinên, di xewna xwe de tişteî dibînin: HDP û kurd. Lê bila bitirsin; kurd dê li ber xwe bidin û bi ser bikevin. Ev dîmen, nîşaneya serketinê ye. Ev hatina me ya cem hev, di nêz de dê bibe nîşaneya herî mezin a yekîtiya gelê kurd jî." 
 
'TECRÎD SIYASÎ YE'
 
Bûldanê di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê jî û got ku tecrîda li Îmraliyê dest pê kiriye îro li tevahiya girtîgehan û qadên jiyanê belav bûye. Bûldanê got: "Tecrîd, li Girtîgeha Îmraliyê dest pê kir. Tecrîda li ser birêz Ocalan, ne exlaqî, ne wihadanî û ne jî hiqûqî ye. Em dizanin ku ev tecrîd siyasî ye û yek ji pêkanînên kêfî yên hikûmeta AKP'ê ye." 
 
'HDP NE KÊLEKBIRÊ TU MASEYÊ YE'
 
Bûldanê li ser pêvajoya hilbijartinê jî sekinî û got: "Ev hilbijartin, hilbijartineke dîrokî ye. Gelên Tirkiyeyê dê di vê hilbijartinêd e biryareke dîrokî bidin. Dê tercîha an ji teref ronahiyê an jî ji teref tarîtiyê bi kar bînin. Lê em mêze dikin ku gelên Tirkiyeyê ji zûde ye biryara xwe dane. Gelên Tirkiyeyê ji bo rojek berî rojekê desthilata AKP-MHP'ê bişînin, li benda hilbijartinê ne. Em baş dizanin du aliyên cuda hene. Li aliyekî Tifaqa Cumhûrê û li aliyê din jî Tifaqa Miletê. Lê gelên Tirkiyeyê ne mehkûm van her du aliyan e."
 
Bûldanê diyar kir ku di pêvajoyeke wisa de ku bi navê edalet, aştî û demokrasiyê titşek nemaye wan gotiye Tifaqa Kedû û Azadiyê bi namzetê xwe heye û got: "Me ev got, gelek nîqaş rû dan. Bila kes li qisûrê mêze neke. HDP, ne kêlekbirê tu maseyê ye jî. Em ê bi tifaqên xwe, bi pêkhateyên xwe, bi hêza xwe ya cewherî û piştgiriya gelê xwe li gorî daxwazên xwe namzetên xwe diyar bikin û ji bo namzetê me biçe tûra duyemîn jî çi ji destê me bê em ê bikin. Ez li vir careke din dibêjim; maç hê nû dest pê kiriye û 90 deqe ye. Û di dawiya vî 90 deqîqeyî de Tifaqa Ked û Azadiyê dê bi awayekî herî serketî ji heq van hilbijartinan derkeve. "
 
Bûldanê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser mîtînga ku dê Tifaqa Ked û Azadiyê di 15'ê Çileyê de li Qada Kartalê ya Stenbolê li dar bixe û got ku ev mîtîng dê bibe nîşaneya têkoşîna hevpar û yekîtiya gelan. 
 

Sernavên din

16/01/2023
12:17 Iraq li sînor noqteyên kontrolê çêdike
11:53 Malbata Şenyaşar: Êdî bila zilm bidawî bibe
11:40 Faîlê ku 6 meh piştî kuştina Kiliç hate girtin biraziyê parlamenterê MHP’ê derket
11:20 Parlamentera Efxanistanê ya berê Mursel Nebîzade hate qetilkirin
11:06 Parlamenterên HDP’ê: Tecrîdkirina Ocalan, şer dijwartir dike
11:02 Li rawestgeha metrobusê welatiyek jiyana xwe ji dest da
09:52 Hayrî Durmuş nas kir, emrê xwe fedayî gelê xwe kir
09:05 Generalekî Biçûk ê girêdayî doza xwe: Kalo
09:04 Hevserokê OHD’ê: Girtî têkoşîna xwe ya birûmet didomînin
09:02 Li bazarên ku hêviya xizanan e jî her tişt biha ye
09:00 Emîne Şenyaşar ji bo danişînê bang kir: Em li benda her kesî ne
09:00 ROJEVA 16'Ê ÇILEYA 2023'YAN
15/01/2023
21:58 Bûldan: Gelên Tirkiyeyê wê fîşê AKP’ê û MHP’ê bikişînin
19:06 Çîçek: Hemû bêhiqûqiyan ji Îmraliyê dest pê kir û li welat belav bû
17:15 Diz ketin avahiya MED-DER’ê
16:58 Kalo dê sibe li ser gora xwe bê bibîranîn
16:57 Amedsporê tîma Isparta 32 Sporê 4-0 têk bir
16:06 Li Silopiyayê bernameya jinên dengbêj
14:07 Tifaqa Ked û Azadiyê: Em soz didin vê desthilatê em ê bişînin
14:04 Mitînga ‘Em bi hev re biguherînin’ bi strana Demîrtaş dest pê kir
13:19 Hevserokên HDP’a Amedê diyar bûn
12:44 Qada Kartalê ji bo Tifaqa Ked û Azadiyê teng hat
12:16 150 malbatên li Kampa Holê dê bibin Mûsilê
11:44 Kongreya HDP’a Amedê: Sala 2023’yan dê bibe sala azadiya fîzîkî ya Ocalan
11:28 Li Newala Qesaban hevkariya sermaye-îktîdarê
11:08 Li Îzmîrê bi pileya 3.5’an erdhej çêbû
11:06 Malbata Şenyaşar: Em ê bi hev re edaletê bînin
11:03 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Şakranê di roja 14’an de didome
10:50 Derket holê ku ciwanê digotin ji zinar ketiye hatiye kuştin
10:49 Li Aryen Komê qeydên qursa muzîkê dest pê kirin
10:17 Bajarên Serhedê qerisîn
10:16 Li Nepalê balafira rêwiyan ket: Herî kêm 16 kes mirin
10:16 Beriya mitînga Kartalê hinek rê ji trafîkê re hatin girtin
10:15 Li Xarpêtê bi pileya 4,9 erdhej çêbû
09:58 Rojnameger Aştiyan: Berxwedana jinan a li Îranê bandor li zilaman jî kir
09:18 Şaredariya Şirnexê ji aliyê mêran ve tê birêvirin: Tu serlêdanên ji bo xebatên jinan nayên qebûlkirin
09:08 ‘Heta tecrîd neyê rakirin demokrasî jî nayê vî welatî’
09:07 Parêzerên Malbata Şenyaşar banga beşdariya dozê kirin
09:06 Zarokê ku ketibû xefika çeteya hişbirê hat rizgarkirin!
09:05 Nivîskarê ‘Kûçikê Stalîn’: Armanca sereke ya şanoya kurdî hebûn e
09:03 Jina têkoşer a li ser zar û zimanan: Binevş Agal
09:00 ROJEVA 15'Ê ÇILEYA 2023'YAN
14/01/2023
21:53 Li Êlihê tundiya zilam
21:21 Stenbol ji bo mitînga Tifaqa Ked û Azadiyê amade ye
20:24 4 zilamên ku tecawizî zarokekê kiribûn hatin girtin
18:57 Heyeta KESK’ê serdana DBP’ê kir
17:56 Li Stenbol, Mêrsîn û Enqereyê Serê Salê hat pîrozkirin
16:44 Şîna Bayindir bi awayekî girseyî hate ziyaretkirin
16:34 Cenazeyê berxwedêrê rojiya mirinê Kûrt anîn Tirkiyeyê
16:33 Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê hukmen bi ser ket
16:31 Ji ber nûçeyê derbarê rojnameger Candemîr de lêpirsîn hat destpêkirin
16:30 Dayikên Şemiyê: Divê faîlên Canan bên cezakirin
16:30 Komeleya 78’an a Amedê kongreya xwe li dar xist
15:56 ÎHD’a Stenbolê xwest Siddik Guler ê 83 salî bê berdan
15:38 Her ku diçe rewşa girtiyê nexweş Tanhan xerab dibe
15:22 DBP: Bila tecrîda li Îmraliyê bê bidawîkirin
15:18 Baroya Colemêrg serî li Wezareta Dadê û TBB’ê da
14:50 Serdana Şînê: Sekna Bubo Taş, li dijî tecrîdê serhildan e
13:55 Sûngûr ê li Gabarê jiyana xwe ji dest dabû hate veşartin
13:52 Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk: Em ê bi têkoşîna hevpar bi ser bikevin
13:44 Malbatên windakiriyan xwestin kujer bên cezakirin
12:38 Odeyên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê bi kamerayan tên şopandin
11:56 Malbata Şenyaşar: Em bi daxwaza xwe ya edaletê di 17’ê çile de li Meletiyê ne
11:27 Tirkiye zexta ‘ser komkujiyê binuximîne’ li Fransayê dike
11:15 Ji serlêdanê re 87 roj in bersiv nayê dayîn: Wezareta Dadê sûc dike
10:07 Tifaqa Ked û Azadiyê bi mitîngê heyama nû dide destpêkirin
10:05 Li Wanê dikandarên halê di nav krîzê de ne
09:37 Li Sûriyeyê leşkerek tirk hat kuştin
09:35 Şûraya Dewletê dosyeya zarokê 14 salî ku hatibû qetilkirin xera kir
09:02 Guven jî di nav de cezayê li 27 kesan hatibû birîn hat xerakirin
09:02 Xelkê Geverê: Xezîneya herî mezîn vîn û rêxistina me ye
09:02 Ji Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê Qadir: Ji bilî tifaq û yekitiyê tu çekeke me ya din nîne
09:02 'Civaka êzidî wê bi sûîqastên MÎT'ê xelas nebe'
09:00 ROJEVA 14'Ê ÇILEYA 2023'YAN
08:52 Konsera kurdî bi gefa polîsan hate betalkirin
08:40 Meclisa Ciwanan a HDP’ê ji bo Veysî Taş çalakî li dar xist
13/01/2023
23:07 Konsera 'serê salê' hat lidarxistin
20:09 Li Cizîrê serê salê hat pîrozkirin
18:20 Ji bo mîtînga Tifaqa Ked û Azadiyê belavok hatin belavkirin
16:04 Rapora girtîgehên Anatoliyaya Navîn: Binpêkirin zêde dibin
16:00 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
15:57 Leşkerên tirk gule berdan zarokên li ber sewalan: 2 zarok birîndar bûn
15:33 Li Amedê Serê Salê hate pîrozkirin
15:31 Ji bo Mêrdîn ku li Şengalê hatibû qetilkirin şîn hate danîn
15:30 Rojnamevan Sezgîn Kartal hat girtin
15:15 Çûna Bulbul a Ewropayê hat astengkirin
15:07 Rewşenbîr û nivîskar: Dengên me ji bo kesên aştiyê dixwazin e
14:22 Di doza xelatkirina JIN TV de biryarên AYM’ê li ber çavan nehatin girtin
14:21 Veysî Taş ê ku xwe şewitand: Ez ji bo Rêbertiyê canê xwe feda dikim
13:36 Derbarê rojnamevan Kartal de biryara girtinê hate dayîn
13:35 Li Dêrazorê 2 DAIŞ’î hatin kuştin
13:31 Malbata Şenyaşar parlamenterên AKP’î vexwend danişînê
13:18 Li Silêmaniyê di qada gazê de teqînek çêbû
12:51 Li Qoserê Serê Salê hat pîrozkirin
12:48 Bi girseyê serdana malbata endamê HPG'ê hat kirin
12:45 Ji bo Serokê DÎAYDER’ê Baran biryara tehliyekirinê hate dayîn
12:32 Cenazeyên Yûnûs Karadagi û Mûstafa Bayindir hatin veşartin
12:32 Parlamenterên HDP'ê: Mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye
12:05 Hunermend Tunç albûmeke nû derxist
11:59 Mehmet Ocalan: Divê her kes bi qasî ku ji dest tê li dijî tecrîdê derkeve