STENBOL - Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad (OGÎ), ji bo desteserkirina Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Çapxaneya Gun şermezar bike û piştgiriyê bide rojname û çapxaneyê roporên ku her meh li Amedê bi raya giştî re parve dikir dê rapora meha Adarê sibê li Stenbolê aşkere bike. Berdevkê ÎRA Hakki Boltan, got: "Ev pêkanîna bîatê ye" Em bang li her kesî dikin ku li dijî vê yekê tev li daxuyaniya me bibin."
Berdevkê Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad (OGÎ) Hakki Boltan, bertek nîşanî desteserkirin û tayînkirina qeyûm a Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ya di bin baneya Şîrketa Weşana Çapemeniya Enginê de tê çapkirin û Çapxaneya Gun ku rojnameya Demokrasî û Welat çap dike, da. Boltan, anî ziman ku ev feraseta daxwaza bîatkirinê ye.
‘JI BO WELAT NEYÊ ÇAPKIRIN ÇAPXANEYAN HIŞYAR DIKIN'
Boltan, anî ziman ku zextên li ser çapemeniya azad ne polîtîkayên nû ye û helwestek stratejîk e. Boltan, da zanîn ku piştî hikûmetê politîkaşên şer pêş xist zextên li ser çapemeniyê jî zêde bû û wiha got: "Saziyên me di bin zext û tundiyê de karê weşanê dikin. Di raporên me yên mehane de jî xuya bûn ku zextên li ser çapemeniya azad derketiye asta herî jor. Herî dawî qeyûm tayînî Ozgurlukçu Demokrasî û Çapxaneya Gun kirin. Ji ber van pêkaninan li ser rojnameya Welat a Kurdî jî bi awayekî fîlî zext li ser hene. Ji ber li ser çapxaneyan gef heye rojnameya kurdî Welat çapxane nedît û nekarî rojnameyê îro çap bike. Ev jî pêkanînek nû ye.
EV ZAGONA BÎATÊ YE
Boltan, anî ziman ku wekî ÎRA vê rewşê wekî zagona bîatê bê nase dikin û wiha got: "Ev rewşa bîatê ye. Dewlet dixwaze çapemenî bîatê bike. Yên li hemberî vê zagonê bîatê nake hemû astengiyan derdixin pêş wan. Dewlet ji bo xwe vê yekê rewa dike. Lê ev ne rewa ye. Ev zagona bîatê ye.
Em wekî Îro ji bo piştgiriyê bidin Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî, rapora her meh em li Amedê didin, vê mehê em dê li Stenbolê bidin. Em wekî înîsiyatif her meh raporan amade dikin. Di rewşên taybet de em raporên xwe li cihên cuda aşkere dikin. Roja çarşemê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Çapxaneya Gun hatin desteserkirin. Ji ber vê yekê em dê sibê roja Şemiyê li Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê saet di 11.00’an de bi raya giştî re parve bikin.
Em dîsa bang li hemû hempîye û rêxistinên demokratîk dikin û bi armanca piştgiriyê dixwazin tev li daxuyaniuya me bibin."