EDENE - Li Edeneyê polîsan bi hinceta parvekirinên tora civakê bi ser malan de girtin û nûçegihana Jinnewsê Fîlîz Zeyrek û gelek kes binçav kirin.
Li Edeneyê, polîsan bi hinceta parvekirinên tora civakî, serê sibê hemwext bi ser malan de girtin. Polîsan lêgerîn pêk anîn û dest danîn ser materyalên dijîtal. Piştî lêgerîna malan, polîsan bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kirin” nûçegihana Jinnewsê Fîlîz Zeyrek, welatiya binavê Berfîn Ergun û xwendekarekê navê ne hat zanîn binçav kirin. Polîsan piştî kontrola tenduristiyê, kesên binçav kirin birin Midûryeta Polîsan a Edeneyê.