ÎZMÎR - Girtiyên li Girtîgeha Hejmara 2 a Tîpa F a Tekîrdagê, diyar kirin ku hewşa wan bi rista têlan hatiye dûrpêç kirin, nikarin esmanan bînin. Girtiyên li Girtîgeha Hejmara 2 a Kiriklarê jî, li dijî binpêkirinên mafan ji bo 3 rojan dest bi greva birçîbûnê kirin.
Girtiyên li Girtîgeha Hejmara 2 a Tîpa F a Tekîrdagê, bi rêya malbatên xwe pirsgirêkên dijîn ragihandin. Girtiyan, diyar kirin ku ji ber hewşa wan bi rista têlan hatiye dûrpêç kirin, nikarin esmanan bibînin û wiha got: “Qawîşa em lê dimînin mîna qefesekê kirin. Hemû qawîşên girtiyan bi awayekî pergalî dibin zext û êrîşan dene. Gardiyan di dema hejmarê de, gotin tehrîk bikar tînin û hewl didin provokasyonê derbixin. Rojnameyê nadin me û gava didin jî hin rûpelên wê bi meqesê jêdikin.”
'AMADEKARIYA YEK TÎPÎ DIKIN'
Girtiyan, dan zanîn ku di serdegirtina qawîşan de amûrên wan ên taybet tevlî hev dikin û wiha rêz kirin: “Ji bo pêkanîna cilên yek tîpî amadekariyê dikin. Bi awayekê keyfî ceza li me dibirin. Ji bo daxwaza hevdîtina vekirî û ya girtî rayedarên girtîgehê tu bersivê nadin me. Dan û standina dinava girtîgehê de hatiye qûtkirin.”
LI KIRIKLARÊ 3 ROJ GREVA BIÇÎBÛNÊ
Girtiyên li Girtîgeha Hejmara 2 a Tîpa F a Kiriklarê jî, bi navbeynkariya xizmên xwe binpêkirinên mafan ên di girtîgehê de ragihandin. Girtiyan, destnîşan kirin ku endamên Cemaeta Fetullah Gulen û girtiyên edlî di korîdoran de bi cih kirine, tim bi şîşeyên petan wan tacîz dikin û di serdegirtina qawîşan de jî dest danîn ser parastinên wan. Girtiyan, diyar kirin ku di serdegirtina qewîşan de, dest danîn ser hemû amûrên nivîskî û wiha gotin: “Cezayên disîplînê yên keyfî didin me. Me li dijî pêkanînên girtîgehê 5 caran çalakiya li deriyan xistin pêk anî. Lê dîsan jî sererast kirin nehatin çêkirin. Ji ber vê yekê di hefteya pêş me de emê 6 caran çalakiya xwe ya li derî xistinê pêk bînin. Em ê di 31’ê Adarê de jî dest bi greva birçîbûnê ya 3 rojan bikin.”