SÊRT - Endama Dîwana Hevserokatiya KCD'ê Mekiye Guzel, Hevseroka HDP'ê ya Sêrtê Necîbe Îlhan, Hevserokê Rêxistina HDP'ê yê Navçeya Navendi ya Sêrtê Gûrî Toprak li Sêrtê hat binçavkirin.
Endama Dîwana Hevserokatiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Mekiye Guzel ji ber axaftina xwe ya li Newroza Sêrtê hat binçavkirin. Hat diyar kirin ku Guzel li ser fermana serdozgerê komarê ya Sêrtê hatiye binçavkirin. Guzel li Midûriyeta Polîsan a Sêrtê tê rawestandin. Hat fêrbûn ku di heman çarçoveyê de Hevseroka HDP'ê ya Sêrtê Necîbe Îlhan, Hevserokê Rêxistina HDP'ê yê Navçeya Navendi ya Sêrtê Gûrî Toprak jî hatin binçavkirin. Kesên hatni binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Sêrtê.