AMED – 25 sal berê polîsan bi îşkenceyê bêyî ku bixwînin îfade bi esnaf Muhyedîn Sevînç û xwendekarê tibê Şeyhmûs Yildiz dan îmezekirin û DGM’yê jî cezayê muebetê li wan birî. Piştî 25 salan derket û têkoşîna wan a di warê hiqûqî de bi encam bû. Dema Sevînç hat girtin 26 salî û Yildiz jî 19 salî bû.
Li Amedê 25 sal berê berber Muhyedîn Sevînç (51) û Xwendekarê Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê (44) Şeyhmûs Yildiz hatibûn binçavkirin. Tiştên hatin serê Sevînç û Yildiz ne kêmî fîlmê “Pardon” ê ku Ferhan Şensoy lîst. Li Amedê di 2’yê Çileya 1993’ayn de, bi îdiaya alîkariya kesên ku êrîşî birin ser polîsan kirine, Muhyedîn Sevînç ê li semta Şehîtlikê berbertî dikir û xwendekarê Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê Şeyhmûs Yildiz jî di nav de 49 kes hatin binçavkirin. Di bin çavan de îşkenceyeke giran li Sevînç û Yildiz hat kirin û di bin îşkenceyê de polîsan bi darê zorê îfade bi wan da îmzekirin. Piştî 16 rojên di bin çavan de sewqî Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) a nobedar hatin kirin û hatin girtin. Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi tawanbariya “Dijderketina li hemberî yekpareyiya dewletê”, “Endamtiya PKK’ê” û “Alîkariya rêxistinê” doz li 49 kesan vekir. Doz li DGM’ya Jimare 2’yan a Amedê pêk hat û 7 salan domand. Di 25’ê Nîsana 2000’î de doz bi encam bû û bi îdiaya “Li dijî yekpareyiya dewletê derketine” cezayê muebetê li Sevînç û Yildiz hat birîn. Piştî ku Dadgeha Bilind di sala 2001’ê de ceza pesend kir, êdî biryara teqez bû.
DMME’YÊ BIRYARA BINPÊKIRINÊ DA
Piştî ku hemû riyên hiqûqa navxweyî qediyan, parêzerên Yildiz û Sevînç di 26’ê Adara 2002’yan de serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dan. DMME’yê jî di 6’ê Cotmeha 2009’an de biryara da û diyar kir ku divê Yildiz û Sevînç li dadgeheke serbixwe û bêalî bên dariznadin û ji ber vê cezayê tazmînatê li Tirkiyeyê birî.
DADGEHÊ 2 CARAN CEZAYÊ WAN RED KIR
Vê carê jî parêzern Sevînç û Yildiz, di 4’ê Nîsana 2011’an de serî li Dadgeha Cezayê Giran a 5’an a Amedê ku li şûna DGM’ê hat avakirin dan û biryara binpêkirinê ya DMME’yê berpêş kirin û xwestin ji nû ve darizandin bê kirin. Lê belê dadgehê diyar kir ku biryara binpêkirinê ya DMME’yê daye têkildarî dema girtin û darizandinê ye, tu têkiliya wê bi biryara cezayê hatiye birîn re tune ye û daxwaz red kir. Li ser vê serî li dadgeha bişind hat xistin, lê belê wê jî bi heman hincetan daxwaza parêzeran red kir. Di sala 2013’an de piştî di Qanûna Muhakemeya Ceza ya Jimare 5271’ê de hin sererastkirin hatin kirin, parêzeran ji bo ji nû ve darizandin pêk bê serî li Dadgeha Cezayê Giran a 5’an a Amedê dan. Lê belê dadgehê serlêdan red kir.
DADGEHA QANÛNA BINGEHÎN JÎ GOT ‘BINPÊKIRIN’ E
Li ser vê parêzerên Sevînç û Yildiz di sala 2014’an de serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) dan. Parêzeran ji AYM’ê xwest ku Sevînç û Yildiz ji nû ve bên darizandin. AYM’ê di 8’ê Hezîrana 2016’an de biryar da û diyar kir ku mafê dadgehkirinê hatiye binpêkirin. Piştî biryara AYM’ê, parêzerên Sevînç û Yildiz di sala 2016’an de bi daxwaza muwekîlên wan ji nû ve bên darizandin serlî li Dadgeha Cezayê Giran a 5’an a Amedê dan. Dadgehê daxwaza ji nû ve darizandinê da û dosye vekir û biryar da ku wê doz di 13’ê Adara 2018’an de pêk bê. Piştî 25 salan şûn de Sevînç û Yildiz dîsa hatin darizandin. Sevînç ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê û Yildizê jî ji Girtîgeha Tîpa T a Jimare 2’yan a Bandirmayê bi riya SEGBÎS’ê tev li danişînê bûn. Yildiz û Sevînç bi riya wergêran parêziya xwe bi kurdî kirin. Di parêziyên xwe de destnîşan kirin ku bêyî ku ew bixwînin di bin îşkenceyeke giran de polîsan îfade bi wan daye îmzekirin.
PIŞTÎ 25 SALAN HATIN BERDAN
Heyeta dadgehê biryara xwe daxuyand û biryara Dadgeha Qanûna Bingehîn, îfadeya bersûcan û cezayê ku hatiye înfazkirin li ber çavan girt û biryar da ku înfaz bê rawestandin. Dadgehê bi şertê qedexeya derketina derveyî welat û şertê venêrîna edlî biryara berdana Sevînç û Yildiz da. Dadgehê danişîna bê taloqî meha Cotmehê kir.
Piştî biryara dadgehê Yildiz û Sevînç, piştî 25 sal û 2 mehan hatin berdan.
MA / Deniz Tekin