AMED – Li Amedê, ji ber ba û bahozê trafoyê ceryanê teqiya. Lê belê hefteyeke bi hinceta ku gundî deynê xwe nadin trafo nayê çêkirin. Li gund 70 mal hefteyeke bê ceryan e.
Li gundê Qamişek ê girêdayî navçeya Yenîşehîr a Amedê, hefteyek berê ji ba û bahozê trafo teqiya. Lê belê bi hinceta gundî deynê xwe nadin, trafo nayê çêkirin. Li gund 70 mal hefteyeke bê ceryan e. Şêniyên gund destnîşan kirin ku wan gelek caran hevdîtin bi DEDAŞ’ê re çê kiriye, lê belê rayedarên DEDAŞ’ê dibêjin ji ber ku hûn deynê xwe nadin em ê trafoyê nû neyînin.
Îsmaîl kaya (33), bi lêv kir ku deyndarên ku DEDAŞ wekî hincet nîşan dide, gelek jê mirine û got: “Ji ber hin abone deynê xwe nedane hemû tax tê cezakirin. Ev tişt ne rast e. Me gelek caran ji rayedarên DEDAŞ’ê re got. Keyayê me jî hevdîtin bi wan re çê kir. Lê belê DEDAŞ israr dike û me mexdûr dike. Niha tu pirsgirêka herdu trafoyên din tune ye. Lê trafoyê ku ceryanê dide 70 malî hefteyeke tune ye. Ez bi awayekî rêk û pêk ceryana xwe didim. Lê hefteyeke ez ji vî mafî têm mehrûmkirin. Ji ber ceryan tune ye em bi ava cemidî serê xwe dişon. Ji ber vê em nexweş dikevin. Em dixwazin demildest rayedar bên û trafoyê me çê bikin.”
Enver Şîmşek (27) anî ziman ku DEDAŞ peywira xwe bi cih nayîne. Şîmşek bi lêv kir ku xizmeta DEDAŞ’ê nebaş e û got: “Hefteyeke trafoyê me nehanîne. Me gelek caran ji wan re got, lê bêfêde ye. Lê belê ji bo qaçaxekê û ji bo bi hezaran lîreyî ceza li mirovan bibirin demildest tên. Ji ber ceryan tune ye xwendekarên me nikarin li dersan bixebitin. Ev yek tesîrê li perwerdehiyê, tenduristiyê û jiyanê dike.”
Ramazan Înan (19) ku li qehwexaneya gund dixebite got: “Ji ber ceryan tune ye kes nayê qehwê jî. Em nikarin çayeke germ jî bidin mirovan. Me bi roniyên destan heta dereke îdare kir, lê belê enerjiya wan jî qediya. Eger ceryana me neye wê zexîreyên me yên din jî xera bibin. Em pereyan didin DEDAŞ’ê lê belê xizmetê nake.”
Têkildarî mijarê em li DEDAŞ’ê geriyan lê belê hat gotin ku tu rayedar ne amade ne.