AYDIN - Li Germencîkê di saetên şevê de trenê li tirimbêlekê xist pitikek û 2 kes mirin.
Li navçeya Germencîk a Aydinê di saetên şevê de trena rêwiyan a hêjmara 32351 ji Sokê diçû Aydinê, li tirimbêla plakaya 09 TM 854 a ajokar Gurhan Karaca ku ser rêya Morali ya girêdayî Germencik rewîtî dikir qelipî. Di qezayê de zaroka 9 mehî Erçîn Karaca bi dayika xwe Nazli Karaca a 20 salî û Sudenaz Eroglu a 25 re jiyana xwe ji dest da. Welatiyên derdorê Gurhan Karaca (27), Huseyîn Eroglu (40) û Aysun Eroglu (27) ên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Aydinê.