* Kesên li YÎBO’yan xwendin, behsa wan kirin. Ferîde D., diyar kir ku li YÎBO’yan bo dehan xwendekar tên îstismarkirin, Erdal O., destnîşan kir ku YÎBO ji bo xwendekarên kur tên wateya “jiyana leşkerî”.
* Li Amedê, ji ber ba û bahozê trafoyê ceryanê teqiya. Lê belê hefteyeke bi hinceta ku gundî deynê xwe nadin trafo nayê çêkirin. Li gund 70 mal hefteyeke bê ceryan e.
* Jinên ku ji ber cerdevanî qebûl nekirin gelek sal berê tevî malbatên xwe koçî Çûkûrovayê kirin, ji bo debara xwe bikin, di şert û mercên nebaş de li nav bax û baxçeyan dixebitin. Jinan bi lêv kir ku ew dixwazin vegerin warê xwe.
* Li Îzmîrê, Fîlîz Adiyaman dema xwest tev li pîrozbahiya Newrozê bibe, rengên kesk û zor û zer wekî hincet hatin nîşandan û hat binçavkirin. Derket holê ku tevî kurê xwe Agîtê sal û nîvî hefteyekê di nezaretxaneyê de hatiye hiştin. Adiyaman bi lêv kir ku tevî kurê xwe yê biçûk di warê derûnî de hatine îşkencekirin.
* 25 sal berê polîsan bi îşkenceyê bêyî ku bixwînin îfade bi esnaf Muhyedîn Sevînç û xwendekarê tibê Şeyhmûs Yildiz dan îmezkierin û DGM’yê jî cezayê muebetê li wan birî. Piştî 25 salan şûn de derket têkoşîna wan a di warê hiqûqî de bi encam bû. Dema Sevînç hat girtin 26 salî û Yildiz jî 19 salî bû.
* Der barê DAIŞ’a ku li Tirkiyeyê û cîhanê ku gelek komkujî pêk anîn de, gelek pirsên ku dê kengî wekî rêxistina terorî bê îlankirin ji hikûmetê hatin pirsîn. Lê belê hemû pirs bê bersiv hatin hiştin.
* Nivîskar û xebatkarên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî bertek nîşanî tayînkirina qeyûm û desteserkirina rojname û çapxaneyê dan û diyar kirin ku ji ber wan rastiya Efrînê nivîsand bûn hedef û wiha gotin: "Em dê her dem rastiyan binivîsin. Ji ber ku wijdanê me fermanê dide ku em rastiyan binivîsin. Em dê dîsa nivîsandina rastiyan berdewam bikin."
*Civaknasê Êzidî Azad Bariş bertek nîşanî gotinên Erdogan ên ‘Em ê bikevin Şengalê’ da û got: “Ji xwe Şengal ne nêzî axa Tirkiyeyê ye. Bi vê yekê hewl didin li ser erdnîgariyê hakim bibin.”
* Nivîskar û xebatkarên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî bertek nîşanî tayînkirina qeyûm û desteserkirina rojname û çapxaneyê dan û diyar kirin ku ji ber wan rastiya Efrînê nivîsand bûn hedef û wiha gotin: "Em dê her dem rastiyan binivîsin. Ji ber ku wijdanê me fermanê dide ku em rastiyan binivîsin. Em dê dîsa nivîsandina rastiyan berdewam bikin."
* Seroka Şaxa sendîkaya Genel Îş'ê ya Amedê Zeynep Demîr, diyar kir ku di serdema îktîdara AKP'ê de cînayetên kar 7 qat zêde bûne. Demîr, anî ziman ku ev yek bi guhertina zagonan û karê hemaliyê zêde bû.
* Piştî Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û çapxaneya Gun desteser kirin û qeyûm tayînî wan kirin, destûr nadin ku tekane Rojnameya Welat a kurdî jî bê çapkirin. Polîsan çapxane desteser kir û destûr nadin welat jî çap bike. Li ser vê yekê xebatkarên Rojnameya Welat dê bi awayekî fotokopî rojnameyê çap bike û li xwînerên xwe belav bikin. (10.00)
* Komeleya 78'an, ADAM-DER, EHP, EMEP, HDK, HDP, SYKP û YSGP dê li Qada Galatasarayê ya Stenbolê Komkujiya Kizildere bibîr binin. (12.30)
* Baroya Amedê dê Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê li ber Mînareya Çar Ling hat kuştin, li cihê lê hat kuştin Elçi di hefteya120'an de bibîr bînin. (13.30)
* Berdevkê HDP'ê Ayhan Bilgen, dê têkildarî geşedanên dawî li meclîsê civîna çapemeniyê pêk bîne. (14.00)