Li pêşiya TUÎK’ê protesto: Em ne budçeya şer lê ya kedkaran dixwazin

img
 
NAVENDA NÛÇEYAN - KESK’ê li dijî daneyên enflasyonê li pêşiya TUÎK’ê çalakî li dar xist û wiha bang kir: “Em ne budçeya şer lê ya kedkaran dixwazin.” 
 
Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) bi sedema ku rêjeya enflasyonê kêm nîşan daye, li pêşiya TUÎK’ê daxuyanî da û TUÎK protesto kir. 
 
ENQERE
 
KESK’ê li dijî daneyên enflasyonê yên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) li Enqereyê li pêşiya TUÎK’ê daxuyanî da. Beriya daxuyaniyê girseyê xwest biçe pêşiya TUÎK’ê lê ji hêla polîsan ve hate astengkirin û çalakvan ji qadê hatin dûrxistin. Lê tevî hemû astengiyan jî girseyê li deverekê nêzî TUÎK’ê daxuyanî da. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Surucu û Huseyîn Kaçmaz jî tev li daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Bi daneyên TUÎK’ê em bêhtir xizan dibin” hate vekirin. Her wiha girseyê dirûşmên “Bi tena serê xwe xelasî nabe. An em hemû bi hev re yan jî tu kes ji me”, “Zem, zilm, îşkence. Vaye AKP “ û “Ne budçeya şer lê budçeya kedkaran” hatin berzkirin. 
 
DAXWAZA JIYANEKE MIROVÎ
 
Di daxuyaniyê de Berdevkê Demê yê KESK’ê Sacît Unalmiş axivî û da zanîn ku zema di asta enflasyonê de hatiye kirin ji sedî “0” e. Unalmiş, got ku zema ji bo mûçeyan hatiye kirin li gorî daneyên TUÎK’ê tê wateya bêhtir xizanbûna wan û wiha got: “Çareseriya mayînde ew e ku heqdestekê ku em bikarin pê mîna mirovan bijîn bidin. Daxwaza me heqdestekî ku welatî bikarin pê jiyaneke mirovî bijîn e.” Hevseroka Giştî ya KESK’ê Şukran Kablan Yeşîl jî jî da zanîn ku TUÎK li gorî dîrektîfên îktîdarê tevdigere û ev tişt anî ziman: “Me di budçeya 2023’yan de dît ku îktîdar guh nade mafên kedkaran. Bi vê budçeyê re dê me careke din têxin nava şer. Em dizanin ku zema ji sedî 25 zem nîne. Em vê xizantiya li me tê ferzkirin qebûl nakin û li her deverê li qadan e.” 
 
Parlamenterê HDP’ê Huseyîn Kaçmaz jî destnîşan kir ku TUÎK, daneyên li gorî daxwazên Erdogan parve dike û budçeya cemaweriyê ne ji bo gel lê ji bo şer, talan û rantê tê xerckirin. 
 
AMED
 
Platforma Şaxan a KESK’ê ya Amedê jî têkildarî mijarê li pêşiya Midûriyeta TUÎK’ê ya Herêmê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Em ne peymana firotinê ya Memûr-Senê û ne jî enflasyona sexte ya TUÎK’ê dixwazin. Daxwaza me heqdestekê ku bikarin mîna mirovan pê bijîn e” hate vekirin. Di dema çalakiyê de gelek caran dirûşma “Em ê bi berxwedan serbikevin” hate berzkirin. Di daxuyaniyê de Rêveberê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Buroyan (BES) Suleyman Ogut axivî û bertek nîşanî daneyên TUÎK’ê da û diyar kir ku armanca ji vê ew e ku mûçeyên bi milyonan xebatkaran kêm nîşan bide. 
 
Bi heman boneyê li Êlih û Edeneyê jî çalakî hatin lidarxistin û bertek nîşanî daneyên TUÎK’ê hatin nîşandan. 
 

Sernavên din

09/01/2023
11:50 HDP bi komeleyên herêmê re tê gelhev
11:35 Derbarê dirûşma 'Jin jiyan azadî' de lêpirsin hat destpêkirin
11:17 Hilbijêr piştgiriyê didin biryara HDP’ê: Vexwendineke bo veguherînê ye
10:39 Li Wanê barîna berfê: Rêyên gundan hatin girtin
10:28 Li Îzmîrê jinek hat qetilkirin
10:19 Malbata Andok Cotkar ê Alman: Tirkiyeyê ji bilî kuştinê tiştek nebir Rojava
10:16 Girtiyê xwe şewitandibû: Divê mirov li dijî êrişan rûmeta xwe biparêze
10:14 Birayê Sari ku sewqî Sîncanê hatiye kirin: Ya ku tê kirin îşkence ye
09:47 Derheqê serlêdana rojnamegeran a ji bo ‘lêgerîna tazî’ biryara neşopandinê hate dayîn
09:46 Miduriyeta Polîsan a Mûşê Mîr Perwer weke ‘endamê rêxistinê’ fîş kiriye
09:16 Çubuk: HDP ne bi saya alîkariya xizîneyê lê bi piştgiriya gel ser dikeve
09:02 'Ji bo ev roj were pîrozkirin divê rojnamegerên girtî bên berdan'
09:02 259 cenazeyên ji Goristana Xerzanê hatin derxistin hê radestî malbatan nehatine kirin
09:01 Edîtora Jineolojiyê: Di qetilkirina jinên kurd de hevkariya dewletan heye
09:01 Çelebî: Giştîname ne çareserî ye divê qanûn bê guhertin
09:00 ROJEVA 9'Ê ÇILEYA 2023'YAN
08/01/2023
22:27 Metîna û Garê bi balafîran hatin bombebarankirin
20:37 Heyet Tehrîr El Şam hezêke mezin a leşkerî şand Efrînê
20:27 Serokkomarê Iraqê Reşîd bi şandeya Şengalê re civiya
19:16 Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê li deplasmanê Şarederiya Konakê 1-0 têk bir
19:06 DMA’yê panela sibeya raperîna Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li dar xist
18:15 Serokwezîrê Swêdê: Em nikarin hemû daxwazên Tirkiyeyê bi cih bînin
16:41 Maseya Îslama Demokratîk civiya
15:54 Jinên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
15:24 Jinên şoreşger li Amedê hatin bibîranîn
15:10 Rojnameger Goktepe hat bibîranîn: Heqîqet bêden nema
13:57 DBP’ê kongreya xwe diyarî jinên hatin qetilkirin kir
13:51 Buldan: HDP dê li gel tifaqên xwe namzetê xwe diyar bike
11:27 Malbata Şenyaşar: Bila zilm bi dawî bibe
11:20 Rêveberê HDP’î li noqteya kontrolê ya polîsan hate derbkirin
10:51 Tê payîn ku li 41 bajaran berf bibare
10:50 Eren Keskîn: Sakîne Cansiz, jineke ku dabû ser rêya heqîqetê
10:48 Dayika Rozerîn Çukur: Doza wê ji her tiştekî girîngtir e
09:33 Ozguneş: Hewl didin dengê Abdullah Ocalan bitepisînin
09:01 Her ku xizanî zêde dibe zarok tên îstismarkirin!
09:00 Li ser sînor amadekariyên êrişê tên kirin
09:00 ROJEVA 8'Ê ÇILEYA 2023'YAN
09:00 Li Şirnexê kesek hate binçavkirin
07/01/2023
22:11 Li navçeyên Stenbolê 3 jinên kurd ên hatin qetilkirin hatin bibîranîn
21:46 Li Ewropayê bi deh hezaran kesî xwest ku komkujî bê ronîkirin
19:02 Li Kobanê ciwanan komkujiyên li Parîsê protesto kirin
18:36 Diz ketin Cemiyeta Rojnamevanan a Bedlîsê
16:57 Ferît Orak nayê berdan: Nexweşiyên wî lê nû bûn
16:55 Kurtulan: Divê em li dijî tecrîdê têkoşînê berfireh bikin
16:39 ‘Tu hêz nikare siyaseta demokratîk bloke bike’
16:38 TJA’yê û HDP’ê cangoriyên Parîs û Silopiyayê bi bîr anîn
16:17 Girtiyê nexweş ê 82 salî êdî nikare biaxive!
15:40 PENa Kurd: Divê qada navnetewî xwedî li nivîskar û rojnamegerên girtî derkeve
15:24 ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Gurban were berdan
15:07 TJA: Em dengê xwe bi dengê jinên Kurdistanê re bilind dikin
15:03 Dayika Aştiyê Bedriye Demîr hate veşartin
14:52 Bûldan: HDP dê bi namzetê/a xwe bikeve hilbijartinê
14:41 Polîsan gule berdan dolmîşa penaberan: Kesek mir, kesek birîndar bû
14:35 35 sal in agahî ji Îsa Soysal nayê girtin
14:35 Dayikên Şemiyê : Em ji bo qûrbaniyên Basayê edaletê dixwazin
13:59 Doza Denîz Poyraz: Em ê dosyeyê bibin dadgehên bilind
13:35 Ozdogan: Di pergala hiqûqê de blokekirina alîkariyê tune ye
11:56 Berxwedana li Rojhilat û Îranê dê li Amedê were nîqaşkirin
11:27 Malbata Şenyaşar: Tawanbar xwe li pişt AKP’ê veşartiye
10:59 Li Îranê 2 kes hatin bidarvekirin
10:46 Abdullah Ocalan: ‘Gladioya nû’ nayê fêmkirin, dibe meylên bi vî rengî rû bidin
10:13 Sê jinên ku rêya wan li ser têkoşîna azadiyê gihîşt hev !
09:40 Dest ji koçertiya bi salan berdide!
09:29 Gelê Amedê: Bi bloqekirina xizîneyê nikarin vîna gel bişkînin HDP gel e
09:11 Rojnamevan Gulo: Gel li xaka Sûriyeyê li çareseriyê digere
09:02 Parêzer Yildirim: Heya hiqûq li Îmraliyê pêk neyê em ê têbikoşin
09:02 Li Amedê konsera Serê Salê tê lidarxistin
09:00 ROJEVA 7'Ê ÇILEYA 2023'YAN
08:05 Li Amedê otobusa rêwiyan wergeriya: 5 kes mirin 22 kes birîndar bûn
06/01/2023
23:00 Li Wêjegeh Amedê fîlmê ‘Pîrebok’ê
22:39 Li Kanîreşê berfê erdê spî kir
21:20 Dayika Aştiyê Demîr jiyana xwe ji dest da
16:13 Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bang: Divê demildest lêkolîn bê destpêkirin
15:54 Nobeta Aştiyê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
15:36 Şandeya ku ji Başûr hat serdana DBP’ê kir
14:18 Sepanên li Deriyê Sînor ê Xabûrê rêya îxracatê dirêj kir!
14:16 OHD: Blokekirina hesabê alîkariya bo HDP’ê li dijî Destûra Bingehîn e
14:08 ÎSÎG’ê rapora sala 2022’yan aşkere kir: Hezar û 843 karkeran jiyana xwe ji dest da
14:01 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:55 Xelata Edaletê dan Emîne Şenyaşar
12:46 Li Edeneyê nan bû 5 TL
12:29 Vahyettîn Sari yê 25 sal in girtî ye sewqî Sîncanê hate kirin
12:29 Serokwekîlê Koma HDP’ê Olûç: Em bê vebijêrk nînin, em ê mezin bidin windakirin
12:02 Ji bo Îmraliyê gazî Wezareta Dadê kirin: Divê Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike
11:43 Sakîne Cansiz: Li Rojhilat baweriya min bi hêza jinê tê
11:34 Tifaqa Ked û Azadiyê: Em nêzî vebijêrka namzetê hevpar in
10:45 Bertek nîşanî biryara AYM’ê da: Darbeyeke li dijî siyaseta demokratîk e
10:40 Fehîm Taştekin: Li Sûriyeyê kurd dikarin hevkariyê bi ser bixînin
10:21 Wezaretê mirina Rozerîn Çûkûr weke ‘maf’ dît
10:07 Li Mêrsînê 8 kes hatin binçavkirin
10:03 Xwendekarên rastî êrişa nîjadperestan hatibûn hatin berdan
09:59 Lêçûyînên qeymeqamiyê hemû ji kîsî şaredariyê ne
09:58 Pitika ku di bin TIR’ê de ma jiyana xwe ji dest da
09:43 Li Pêtirgehê 32 qadên madenê hatine vekirin!
09:03 Şaredariya AKP'î ruxset da avahiya derqanûnî
09:03 Sînem Mihemed: Şermezarkirin têr nake, divê li dijî ambargoyê tevbigerin
09:02 Li Sêrtê seferberiya ji bo kurdî: Em xwedî li zimanê xwe derkevin
09:02 Li komeleya AVESTA'yê qursên kurdî dest pê kirin
09:01 Baltaci ku 30 sal in girtiye nayê berdan
09:01 ‘Gelo ji zilma kîmyasalê mezintir zilmek din heye?’