ÎHD’ê ji bo pirsgirêka girtiyên nexweş çareseriya mayînde pêşniyar kir

img
ENQERE - Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan giştînameya Wezareta Dadê ya têkildarî girtiyên nexweş, ji bo çareserkirina pirsgirêka girtiyên nexweş weke gaveke destpêkê nirxand û wiha got: “Ji bo ku pirsgirêk bi awayekî mayînde were çareserkirin, hewceye rêbazeke ku rêxistinên civaka sivîl jî di nav de cih digirin biceribînin.” 
 
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) têkildarî giştînameya Wezareta Dadê ya derheqê girtiyên nexweş de li Navenda Giştî ya ÎHD’ê daxuyanî da. Nûnerên gelek rêxistinên civaka sivîl jî tev li daxuyaniyê bûn. 
 
LI TIRKIYEYÊ 396 GIRTÎGEH HENE
 
Di daxuyaniyê de Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan axivî û da zanîn ku girtiyên nexweş rastî gelek binpêkirinên mafan tên û wiha got: “Li gorî îstatîstîkên Wezareta Dadê yên 1’ê kanûna 2022’yan, li girtîgehên Tirkiyeyê bi giştî 336 hezar û 315 girtî û hikûmxwar hene. Ji van girtiyan 5 hezar û 513 kes bi ser temenê 65 salî re ne. Li gorî îstatîstîkên wezaretê, 277 jê girtîgehên cihê, 88 jê girtîgehên vekirî, 4 jê malên perwerdeyê, 10 jê girtîgehên jinan, 8 jê girtîgehên jinan ên vekirî û 9 jî jê girtîgehên zarokan bi giştî 396 girtîgeh hene. Kapasîteya giştî ya tevahiya girtîgehan jî 286 hezar û 797 e. Di vê rewşa heyî de 49 hezar û 518 girtî ser kapasîteya heyî de tên ragirtin.”
 
651 JÊ GIRAN BI GIŞTÎ HEZAR Û 517 GIRTIYÊN NEXWEŞ HENE
 
Bi domdarî Turkdogan diyar kir ku 651 jê giran bi giştî hezar û 517 girtiyên nexweş hatine tespîtkirin û wiha domand: “Li gorî daneyên komeleya me, di sala 2022’yan de 76 girtiyan li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan. Ji van girtiyan 35’an jê ji ber nexweşiyan jiyana xwe ji dest dan. Ji bo ku derbasî girtîgehên bi Tîpa F’ê bibin, di 19’ê kanûna 2000’an de li dijî girtîgehan operasyonek hat lidarxistin, komkujiyek hate kirin û bi vê yekê re Tîpên F’yê hatine vekirin. Li dijî vê gelek grevên birçîbûnê hatin destpêkirin. Di dema van grevên birçîbûnê de 122 girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Li ser vê yekê di 1’ê çileya sala 2006’an de bi Giştînameya Hejmar 20 a Wezareta Dadê û li gorî Xala 104’an a Makeqanûnê, rayeya ku cezayê girtiyên nexweş, yên astengdar û temenmezin bikarin kêm bikin an jî ber din hate sererastkirin.”
 
‘CIHÊKARIYÊ LI KESÊN JI TMK’Ê TÊN DARIZANDIN DIKIN’
 
Turkdogan, destnîşan kir ku bi guherîna di Qanûna Înfazê re krîterên weke “nikare li girtîgehê bi tena serê xwe sexbêra xwe bike” û “ji bo ewlehiya civakê talûke nîne” li krîterên heyî hatine zêdekirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi vê yekê re rê li ber hat vekirin ku bêhtir girtî werin bedan. Lê hikûmxarên ku di çarçoveya xala 25’an de ceza lê hatiye birîn diviyabû bi raporên ATK’ê bihatina berdan lê girtiyên nexweş ên ku digotin ‘ji bo ewlehiya civakê xetere ne’ nehatin berdan, her wiha girtiyên nexweşiya wan giran ên ku di çarçoveya TMK’ê de tên darizandin jî rapor jê re nehat nivîsandin û nehatin berdan. Bi guhertina Qanûna Înfazê ya Hejmar 7242’yan ku bi hinceta Covîd-19’ê hate derxistin re berdana girtiyên edlî hate hêsankirin lê berdana girtiyên ji TMK’ê tên darizandin hîn bêhtir zehmet bû.” 
 
‘GEŞEDAN PIRSGIRÊKAN MEZINTIR DIKIN’
 
Di berdewamê de Turkdogan bi lêv kir ku geşedanên heyî pirsgirêkên girtiyên nexweş çareser nakin û ev tişt anî ziman: “Berevajî vê, pirsgirêkên wan hîn mezintir dikin. Di sala 2022’yan de ji girtiyên ser temenê 80’ê salî yên bi navên Nûsret Mugla, Yûsûf Bekmezcî, Abdo Baran û Vural ji ber nexweşiyan li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan. Wezareta Dadê di tebaxa 2022’yan de daxuyaniyek da û da zanîn ku dê di mijara tedawîkirina girtiyan a bi kelemçeyê de hinek sererastkirinên nû çêbikin. Li ser vê yekê ÎHD’ê raporeke berfireh amade kir û ev rapora xwe di 4’ê mijdara 2022’yan de bi raya giştî re parve kir. Di serî de Wezareta Dadê, ev rapora xwe ji komîsyonên TBMM’ê û partiyên siyasî re şand. Wezareta Dadê gava xwe ya ewil avêt. Wezareta Dadê di 2’yê çileya 2023’yan de Giştînameya bi Hejmar 20/1 a Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan weşand û da zanîn ku ji ber mijarên nexweşiyên domdar, astengdarî û kalbûnê dê ceza bên kêmkirin an jî bidawîkirin û ji bo vê çendek krîter destnîşan kir. Bi vê giştînameyê re êdî bêyî ku daxwaza girtiyan an jî nûnerên qanûnan çêbibe, serdozgerî dikarin raste rast kirariyan bidin destpêkirin. Ev yek pir girîng e û gavekî baş e.” 
 
JI BO GIRTIYÊN JI TMK’Ê LÊPIRSÎN! 
 
Bi domdarî Turkdogan bal kişand ser xala 5’an a giştînameyê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Girtiyê ku derheqê wî/wê de rapor hatiye nivîsandin, dê hêzên ewlekariyê derheqê pîşeya wî, rewşa wî ya şexsî û malbatî de lêkolînan bikin. Ev yek jî dike ku ev pêvajo pir baş bên şopandin. Ji ber ku girtiyên ku di çarçoveya TMK’ê tên ragirtin, gelemperî di rewşên wiha de neyînî jê bandor dibin. Rexneyên me ji bo vî aliyê giştînameyê hene. Di giştînameyê de tê destnîşankirin ku divê ji hêla girtiyan ve jî heman kirarî bên kirin û rewşa heyî weke sedema berdanê bê diyarkirin û daxwaza biryara di vê çarçoveyê de jî li gorî me girîng e. Ji ber ku tevî rewşa domdar a nexweşiyê jî dadgeh ji bo gelek girtiyan biryara domandina rewşa girtî didin. Giştînameya Wezareta Dadê ji bo çareserkirina pirsgirêka girtiyên nexweş gaveke ewil e lê ji bo pirsgirêk bi awayeke mayînde were çareserkirin, hewceye rêbazeke ku rêxistinên civaka sivîl, baro, odeyên bijîşkan û kes û saziyên cuda jî tev li sererastkirinên qanûnî dibin bê ceribandin.”
 

Sernavên din

09/01/2023
11:50 HDP bi komeleyên herêmê re tê gelhev
11:35 Derbarê dirûşma 'Jin jiyan azadî' de lêpirsin hat destpêkirin
11:17 Hilbijêr piştgiriyê didin biryara HDP’ê: Vexwendineke bo veguherînê ye
10:39 Li Wanê barîna berfê: Rêyên gundan hatin girtin
10:28 Li Îzmîrê jinek hat qetilkirin
10:19 Malbata Andok Cotkar ê Alman: Tirkiyeyê ji bilî kuştinê tiştek nebir Rojava
10:16 Girtiyê xwe şewitandibû: Divê mirov li dijî êrişan rûmeta xwe biparêze
10:14 Birayê Sari ku sewqî Sîncanê hatiye kirin: Ya ku tê kirin îşkence ye
09:47 Derheqê serlêdana rojnamegeran a ji bo ‘lêgerîna tazî’ biryara neşopandinê hate dayîn
09:46 Miduriyeta Polîsan a Mûşê Mîr Perwer weke ‘endamê rêxistinê’ fîş kiriye
09:16 Çubuk: HDP ne bi saya alîkariya xizîneyê lê bi piştgiriya gel ser dikeve
09:02 'Ji bo ev roj were pîrozkirin divê rojnamegerên girtî bên berdan'
09:02 259 cenazeyên ji Goristana Xerzanê hatin derxistin hê radestî malbatan nehatine kirin
09:01 Edîtora Jineolojiyê: Di qetilkirina jinên kurd de hevkariya dewletan heye
09:01 Çelebî: Giştîname ne çareserî ye divê qanûn bê guhertin
09:00 ROJEVA 9'Ê ÇILEYA 2023'YAN
08/01/2023
22:27 Metîna û Garê bi balafîran hatin bombebarankirin
20:37 Heyet Tehrîr El Şam hezêke mezin a leşkerî şand Efrînê
20:27 Serokkomarê Iraqê Reşîd bi şandeya Şengalê re civiya
19:16 Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê li deplasmanê Şarederiya Konakê 1-0 têk bir
19:06 DMA’yê panela sibeya raperîna Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li dar xist
18:15 Serokwezîrê Swêdê: Em nikarin hemû daxwazên Tirkiyeyê bi cih bînin
16:41 Maseya Îslama Demokratîk civiya
15:54 Jinên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
15:24 Jinên şoreşger li Amedê hatin bibîranîn
15:10 Rojnameger Goktepe hat bibîranîn: Heqîqet bêden nema
13:57 DBP’ê kongreya xwe diyarî jinên hatin qetilkirin kir
13:51 Buldan: HDP dê li gel tifaqên xwe namzetê xwe diyar bike
11:27 Malbata Şenyaşar: Bila zilm bi dawî bibe
11:20 Rêveberê HDP’î li noqteya kontrolê ya polîsan hate derbkirin
10:51 Tê payîn ku li 41 bajaran berf bibare
10:50 Eren Keskîn: Sakîne Cansiz, jineke ku dabû ser rêya heqîqetê
10:48 Dayika Rozerîn Çukur: Doza wê ji her tiştekî girîngtir e
09:33 Ozguneş: Hewl didin dengê Abdullah Ocalan bitepisînin
09:01 Her ku xizanî zêde dibe zarok tên îstismarkirin!
09:00 Li ser sînor amadekariyên êrişê tên kirin
09:00 ROJEVA 8'Ê ÇILEYA 2023'YAN
09:00 Li Şirnexê kesek hate binçavkirin
07/01/2023
22:11 Li navçeyên Stenbolê 3 jinên kurd ên hatin qetilkirin hatin bibîranîn
21:46 Li Ewropayê bi deh hezaran kesî xwest ku komkujî bê ronîkirin
19:02 Li Kobanê ciwanan komkujiyên li Parîsê protesto kirin
18:36 Diz ketin Cemiyeta Rojnamevanan a Bedlîsê
16:57 Ferît Orak nayê berdan: Nexweşiyên wî lê nû bûn
16:55 Kurtulan: Divê em li dijî tecrîdê têkoşînê berfireh bikin
16:39 ‘Tu hêz nikare siyaseta demokratîk bloke bike’
16:38 TJA’yê û HDP’ê cangoriyên Parîs û Silopiyayê bi bîr anîn
16:17 Girtiyê nexweş ê 82 salî êdî nikare biaxive!
15:40 PENa Kurd: Divê qada navnetewî xwedî li nivîskar û rojnamegerên girtî derkeve
15:24 ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Gurban were berdan
15:07 TJA: Em dengê xwe bi dengê jinên Kurdistanê re bilind dikin
15:03 Dayika Aştiyê Bedriye Demîr hate veşartin
14:52 Bûldan: HDP dê bi namzetê/a xwe bikeve hilbijartinê
14:41 Polîsan gule berdan dolmîşa penaberan: Kesek mir, kesek birîndar bû
14:35 35 sal in agahî ji Îsa Soysal nayê girtin
14:35 Dayikên Şemiyê : Em ji bo qûrbaniyên Basayê edaletê dixwazin
13:59 Doza Denîz Poyraz: Em ê dosyeyê bibin dadgehên bilind
13:35 Ozdogan: Di pergala hiqûqê de blokekirina alîkariyê tune ye
11:56 Berxwedana li Rojhilat û Îranê dê li Amedê were nîqaşkirin
11:27 Malbata Şenyaşar: Tawanbar xwe li pişt AKP’ê veşartiye
10:59 Li Îranê 2 kes hatin bidarvekirin
10:46 Abdullah Ocalan: ‘Gladioya nû’ nayê fêmkirin, dibe meylên bi vî rengî rû bidin
10:13 Sê jinên ku rêya wan li ser têkoşîna azadiyê gihîşt hev !
09:40 Dest ji koçertiya bi salan berdide!
09:29 Gelê Amedê: Bi bloqekirina xizîneyê nikarin vîna gel bişkînin HDP gel e
09:11 Rojnamevan Gulo: Gel li xaka Sûriyeyê li çareseriyê digere
09:02 Parêzer Yildirim: Heya hiqûq li Îmraliyê pêk neyê em ê têbikoşin
09:02 Li Amedê konsera Serê Salê tê lidarxistin
09:00 ROJEVA 7'Ê ÇILEYA 2023'YAN
08:05 Li Amedê otobusa rêwiyan wergeriya: 5 kes mirin 22 kes birîndar bûn
06/01/2023
23:00 Li Wêjegeh Amedê fîlmê ‘Pîrebok’ê
22:39 Li Kanîreşê berfê erdê spî kir
21:20 Dayika Aştiyê Demîr jiyana xwe ji dest da
16:13 Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bang: Divê demildest lêkolîn bê destpêkirin
15:54 Nobeta Aştiyê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
15:36 Şandeya ku ji Başûr hat serdana DBP’ê kir
14:18 Sepanên li Deriyê Sînor ê Xabûrê rêya îxracatê dirêj kir!
14:16 OHD: Blokekirina hesabê alîkariya bo HDP’ê li dijî Destûra Bingehîn e
14:08 ÎSÎG’ê rapora sala 2022’yan aşkere kir: Hezar û 843 karkeran jiyana xwe ji dest da
14:01 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:55 Xelata Edaletê dan Emîne Şenyaşar
12:46 Li Edeneyê nan bû 5 TL
12:29 Vahyettîn Sari yê 25 sal in girtî ye sewqî Sîncanê hate kirin
12:29 Serokwekîlê Koma HDP’ê Olûç: Em bê vebijêrk nînin, em ê mezin bidin windakirin
12:02 Ji bo Îmraliyê gazî Wezareta Dadê kirin: Divê Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike
11:43 Sakîne Cansiz: Li Rojhilat baweriya min bi hêza jinê tê
11:34 Tifaqa Ked û Azadiyê: Em nêzî vebijêrka namzetê hevpar in
10:45 Bertek nîşanî biryara AYM’ê da: Darbeyeke li dijî siyaseta demokratîk e
10:40 Fehîm Taştekin: Li Sûriyeyê kurd dikarin hevkariyê bi ser bixînin
10:21 Wezaretê mirina Rozerîn Çûkûr weke ‘maf’ dît
10:07 Li Mêrsînê 8 kes hatin binçavkirin
10:03 Xwendekarên rastî êrişa nîjadperestan hatibûn hatin berdan
09:59 Lêçûyînên qeymeqamiyê hemû ji kîsî şaredariyê ne
09:58 Pitika ku di bin TIR’ê de ma jiyana xwe ji dest da
09:43 Li Pêtirgehê 32 qadên madenê hatine vekirin!
09:03 Şaredariya AKP'î ruxset da avahiya derqanûnî
09:03 Sînem Mihemed: Şermezarkirin têr nake, divê li dijî ambargoyê tevbigerin
09:02 Li Sêrtê seferberiya ji bo kurdî: Em xwedî li zimanê xwe derkevin
09:02 Li komeleya AVESTA'yê qursên kurdî dest pê kirin
09:01 Baltaci ku 30 sal in girtiye nayê berdan
09:01 ‘Gelo ji zilma kîmyasalê mezintir zilmek din heye?’