Li Newala Qesaba vîlayên luks tên çêkirin!

img
SÊRT - Li Newala Qesaba ku kurd û ermeniyên hatine qetilkirin û bi awayekî komî lê hatine veşartin, vîlayên luks tên çêkirin. 
 
Li Newala Qesaba ku kurd û ermeniyên hatine qetilkirin û bi awayekî komî lê hatine veşartin, vîlayên luks tên çêkirin. Newala Qesaba ku heya niha bûye mijara gelek stran, pirtûk û fîlman, nêzî navenda Sêrtê ye û li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), qadeke 405 donimî ye. 
 
CENAZEYÊ MAHSÛM KORKMAZ
 
Newala Qesaba, ew cih e ku tê gotin gelek ermeniyên di sala 1915'an de hatine qetilkirin lê hatine veşartin. Her wiha gelek PKK'iyên di şer de jiyana xwe ji dest dane û gelek kesên di cinayetên kiryar nediyar de hatine qetilkirin jî bi awayekî giştî lê hatine veşartin. Tê gotin ku cenazeyê yek ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Mahsûm Kormaz (Egîd) jî li vir hatiye veşartin. Li gorî hin daneyan, herî kêm 300 cenazeyên kurdan li vir veşartî ne. Di 22'yê Nîsana 1989'an de cara ewil newal hatibû kolandin û di nava çend saetan de hestiyên 8 kesan hatibûn dîtin. Xebata kolandinê, bi biryara walîtiyê di heman rojê de hatibû sekinandin û ji wê rojê heya niha tu xebat li newalê nehatine kirin. 
 
Lê belê bi demê re newal ket ber îmarê. Li vê qada ku bûbû sergo, ewilî rêyeke dubleyî hat çêkirin. Paşê ji bo çêkirina hêwana dawetê destûr hat dayîn. Bi ser de li vir Akademiya Polîsan hat avakirin. Niha jî li vî cihê ku bi sedan kurd û ermeniyên bêkefen lê hatine veşartin, vîla tên çêkirin. Ji bo projeya nû, li têketina newalê tabeleya ku hûrguliyên projeyê li ser hatiye çikandin. Şîrketa bi navê Warê xwe daye ber projeyê. Di çarçoveya projeyê de bi dehan vîla tên çêkirin. Li ofîsa ku li vir hatiye çêkirin firotina vîlayan didome. Hat diyarkirin ku gelek polîs, leşker û AKP'î jî ji bo stendina vîlayan serlêdan kirine. 
 
HEYA NIHA NÊZÎ SED VÎLA HATINE ÇÊKIRIN
 
Heya niha nêzî sed vîla hatine çêkirin û nayê hiştin ku kes nêzî vir bibe. Her wiha li derdora înşeatê gelek kamera jî hatine bicihkirin. Hat ragihandin ku kesên li vir bi wesayîtên sivîl digerin jî, gefê li kesên ku dîmenan digirin dixwin. Tevî ev qas astengiyan jî me dîmenên înşeata ku li vê qada wehşetê tê çêkirin, girtin. Hat hînkirin ku dê li vir avahiyên 8 qatî û hawizê avjeniyê jî bê çêkirin.
 
Gelek kes li ber çêkirina avahiyan rabûbûn. Di 11'ê Nîsana 2022'yan de gelek baro, rêxistinên mafan û hiqûqê, rêxistinên civaka sivîl daxuyanî dabûn û bertek nîşan dabûn. Di daxuyaniyan de hatibû bibîrxistin ku li vir kurd, ermenî, keldanê û gelek neteweyên din bi binpêkirinên mafan ên giran re rû bi rû mane û bi sedan mirov bi darê zorê hatine windakirin, îşkence li wan hatiye kirin û kiryarên wan nehatine dîtin. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di 13'ê Nîsana 2022'yan de şandeyek ava kiribû. Şande li Newala Qesaba daxuyanî dabû. Parlementerên partiyê û nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên li bajêr tevlî daxuyaniyê bûbûn. Polîsan hewl dabû ku şande li vir daxuyaniyê nede û lêkolînê neke. Piştî nîqaşên dûr û dirêj şandeyê li vir daxuyanî dabû. 
 
MA / Fethî Balaman
 

Sernavên din

07/01/2023
09:02 Li Amedê konsera Serê Salê tê lidarxistin
09:00 ROJEVA 7'Ê ÇILEYA 2023'YAN
08:05 Li Amedê otobusa rêwiyan wergeriya: 5 kes mirin 22 kes birîndar bûn
06/01/2023
23:00 Li Wêjegeh Amedê fîlmê ‘Pîrebok’ê
22:39 Li Kanîreşê berfê erdê spî kir
21:20 Dayika Aştiyê Demîr jiyana xwe ji dest da
16:13 Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bang: Divê demildest lêkolîn bê destpêkirin
15:54 Nobeta Aştiyê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
15:36 Şandeya ku ji Başûr hat serdana DBP’ê kir
14:18 Sepanên li Deriyê Sînor ê Xabûrê rêya îxracatê dirêj kir!
14:16 OHD: Blokekirina hesabê alîkariya bo HDP’ê li dijî Destûra Bingehîn e
14:08 ÎSÎG’ê rapora sala 2022’yan aşkere kir: Hezar û 843 karkeran jiyana xwe ji dest da
14:01 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:55 Xelata Edaletê dan Emîne Şenyaşar
12:46 Li Edeneyê nan bû 5 TL
12:29 Vahyettîn Sari yê 25 sal in girtî ye sewqî Sîncanê hate kirin
12:29 Serokwekîlê Koma HDP’ê Olûç: Em bê vebijêrk nînin, em ê mezin bidin windakirin
12:02 Ji bo Îmraliyê gazî Wezareta Dadê kirin: Divê Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike
11:43 Sakîne Cansiz: Li Rojhilat baweriya min bi hêza jinê tê
11:34 Tifaqa Ked û Azadiyê: Em nêzî vebijêrka namzetê hevpar in
10:45 Bertek nîşanî biryara AYM’ê da: Darbeyeke li dijî siyaseta demokratîk e
10:40 Fehîm Taştekin: Li Sûriyeyê kurd dikarin hevkariyê bi ser bixînin
10:21 Wezaretê mirina Rozerîn Çûkûr weke ‘maf’ dît
10:07 Li Mêrsînê 8 kes hatin binçavkirin
10:03 Xwendekarên rastî êrişa nîjadperestan hatibûn hatin berdan
09:59 Lêçûyînên qeymeqamiyê hemû ji kîsî şaredariyê ne
09:58 Pitika ku di bin TIR’ê de ma jiyana xwe ji dest da
09:43 Li Pêtirgehê 32 qadên madenê hatine vekirin!
09:03 Şaredariya AKP'î ruxset da avahiya derqanûnî
09:03 Sînem Mihemed: Şermezarkirin têr nake, divê li dijî ambargoyê tevbigerin
09:02 Li Sêrtê seferberiya ji bo kurdî: Em xwedî li zimanê xwe derkevin
09:02 Li komeleya AVESTA'yê qursên kurdî dest pê kirin
09:01 Baltaci ku 30 sal in girtiye nayê berdan
09:01 ‘Gelo ji zilma kîmyasalê mezintir zilmek din heye?’
09:00 ROJEVA 6'Ê ÇILEYA 2023'YAN
05/01/2023
20:44 Amedsporê cardin qalevan Yokûşlû transfer kir
20:36 Platforma Jinan a Dersimê: Gulîstan Dokû li ku ye?
19:56 Li Hezêxê zarokekê hewl da ku xwe bikuje
18:54 Cenazeyê Evîn Goyiyê li Qendîlê spartin axê
16:53 Li Şirnexê jinên kurd ên hatin qetilkirin hatin bibîranîn
16:52 Togrûl: Gelo AYM di fermana kê de ye?
16:43 AYM’ê biryara HDP’ê teblîxî parêzeran nekir
16:40 ‘Berevajîkirinên emniyetê bûn mijara darizandinê’
15:34 Qeymeqamtiyê têkildarî tundiya polîsan a li Nisêbînê daxuyanî da
15:20 Cenazeyê Mîr Perwer di bin dorpêçê de hat veşartin
15:00 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
14:59 Qeyûm li Amedê ji bo kadroyan seferber bûn: Herî kêm 700 kesan dikin kadro
14:59 Doza GOÇÎZDER’ê: 13 kes hatin berdan
14:47 Cenazeyê Emîne Kara ber bi Qendîlê ve hate oxirkirin
14:29 Jinan li Amedê jinên kurd bibîr anî: Dengê jinan dengê şoreşê ye
14:15 Hesaba alîkariya Xizîneyê ya HDP’ê hate bloqekirin
13:52 Baroya Mêrdînê têkildarî tundiya polîsan daxuyanî da
13:04 Cenazeyê qurbaniyê êrişa Fransayê Abdurrahman Kizil hat veşartin
12:55 Derhiqûqtiya li girtîgehê: Hevdîtinên parêzer-girtiyan hatine guhdarîkirin
12:52 Cezayê gefxwarinê li kujer Onûr Gencer hat birîn
12:30 PAK’ê ji bo piştgiriyê serdana Malbata Şenyaşar kir
12:29 Tifaqa Ked û Azadiyê civiya
11:53 Çalakiya parlamenterên HDP’ê: Li Îmraliyê hiqûq ji holê hatiye rakirin
11:26 Li rojnamevana girtî Şahînliyê piştî 5 salan doz hate vekirin
11:15 Di operasyona leşkerî de daristan hatin şewitandin
10:46 Li Mezopotamyayê xetereya hişkesaliyê
10:02 Polîsan ji ber cil û bergên kurdî tundiyê li zarokek û ciwanekî kirin
09:04 Birayê Arvas ji bo Kîlyosê bang li parêzvanên mafên mirovan kir
09:04 Kursiya ku avêt polîsan wekî çekê hatiye hesibandin!
09:03 Li Nûrheqê qada ji bo kanên madenan hatiye veqetandin ji qada jiyanê berfirehtir e
09:03 Qeyûm nikaribû pere bide, 'Baxçeyê Gel' di nîvî de ma
09:03 Qeyûm ji dêvla Qada Bajêr, tuwalet çêkirine
09:03 Dadgeh: Beşdariya li civîna KCD'ê ne sûc e
09:02 Daxwazên Baroya Şirnexê yên ji bo tevlibûna dozên jinan tên redkirin
09:02 Tevî ku gurcikek wî nîne jî tedawiya wî nayê kirin
09:00 ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2023'YAN
04/01/2023
22:33 2 leşker ji ber destdirêjiyê hatin girtin
20:54 Berteka ciwanan a li dijî tecrîdê: Aştî nayê tecrîdkirin
20:39 Kesên di Komkujiya Parîsê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
19:32 Rêveberiya Xweser a Şengalê: Şoreşger Menal Mêrdîn bi êrîşeke bêbext şehîd bû
16:36 HABER-SEN’ê ji bo piştevaniyê serdana Şenyaşar kir
16:18 Aslan: Kesên keça min revandine tên parastin
15:56 Beştaş: Îktidarê ji zû ve hilbijartinê winda kiriye
15:49 MKM: Em xwedî li cenazeyan derkevin
15:24 Li Îranê berxwedana bê navber
15:08 Li pêşiya TUÎK’ê protesto: Em ne budçeya şer lê ya kedkaran dixwazin
14:40 Doza GOÇÎZDER’ê: Bihayê barkêşiyê bû mijara sûc
14:13 ÎHD’ê ji bo pirsgirêka girtiyên nexweş çareseriya mayînde pêşniyar kir
14:01 Li Girtîgeha Afyonê greva birçîbûnê dest pê kir
13:50 Hestiyên li Geliyê Zîlan derketin holê di rojeva Meclisê de ye
12:42 Ferît Şenyaşar: Gelê Rihayê ber edliyeyê nîşanî bijartiyan dide
12:16 Nobeta Edaletê di roja 10’an de didome: Dawî li sûcê xwe yê li Îmraliyê bînin
12:00 Ji bo Perwer û Kizil ên li Parîsê hatin qetilkirin wê sibê merasîmek bê lidarxistin
11:58 AYM’ê qedexeya çalakî û şahiyan wek ‘binpêkirina maf’ nirxand
11:53 Peymana Stenbolê: Em biryara ku nehatiye teblîxkirin qebûl nakin
11:42 Demîrtaş: Her ku diçe qesr dewlemend, gel feqîr dibe
11:07 Çopên Wanê dirijînin golê û Çemê Botanê
10:52 Ambargoya Şamê bû sedemê mirina zarokekî
10:51 ‘A ku tê qetilkirin felsefeya jinan e’
10:18 Li Erxevanê bi hezaran kew bi kuştinê re rû bi rû ne
10:18 ‘Ne em kesên ziman qedexe dikin pergalê xera dikin’
10:08 Jinên rêveberên saziyan dê têkoşîna Emîne Şenyaşar berfirehtir bikin
09:03 Li Newala Qesaba vîlayên luks tên çêkirin!
09:03 Li Wanê nifûs bi 'projeya siyasî' tê kêmkirin
09:03 Serokê Giştî yê EHP'ê: Heke ên hilberîner em bin, nexwe divê ên welêt bi rê ve bibin jî em bin