Li Wanê nifûs bi 'projeya siyasî' tê kêmkirin

img
WAN - Pisporê Îstihdamê Sînan Ok diyar kir ku li Tirkiyeyê yek ji bajarên herî zêde mirov jê koç dikin Wan e û got ku li Wanê kêmbûna nifûsê ji salên 1990'î heya niha didome û sedema vê jî polîtîka û projeyên siyasî yên tên pêkanînin. 
 
Ji bajarên ku herî zêde mirov ji ber betalî, şer, zextên siyasî û pirgsirêkên aboriyê ji wan koç dikin, ên Kurdistanê ne. Ji 5 bajarên Tirkiyeyê yên herî zêde mirov ji wan koç dikin, yek jê jî Wan e ku nifûsa wê milyon û 200 hezar kes e. Li gorî Statîstîkên Koçberiya Navxweyî yên Saziya Statîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK), di sala 2021'ê de ji bajarên herî zêde mirov ji wan koç dikin Wan di rêza 11'an de ye. Pisporê Îstihdamê Sînan Ok ku kêmbûna nifûsa bajêr nirxand, îşaret bi polîtîkayên taybet û projeyên siyasî kir. 
 
POLÎTÎKAYA KOÇBERKIRINÊ
 
Ok da zanîn ku dînamîkên dîrokî û rojane yên koçberiya navxweyî hene û got ku li Kurdistanê her tim polîtîkayên koçberkirina bi darê zorê hebûne. Ok têkildarî mijarê ev tişt gotin: "Li van deran şert û mercên gel tên tengkirin. Polîtîkaya jiholêrakirina jêderên wan ên debarê, polîtîkayeke ku ji dema Osmaniyan ve wekî mîrate maye. Gava em li zêdebûna koçberiya rojane mêze dikin, ji salên 1990'î dest pê kiriye û heya niha didome; valakirina gundan, qedexekirina zozan û mêragn, di bin navê avahiyên giştî de valakirina gundan. Gava em li koçberiya di demên dawî de jî mêze dikin, bi piranî wekî aboriyê dertê pêşiya me. Pandemiyê krîza aborî ya heyî kûrtir kir. Gava em li bajarên herêmê mêze dikin; di warê dahat, kar, şert û mercên jiyanê de di rêza dawî de ne. Wan di serî de ye. Di warê dahata serê mirovekî de, ji 81 bajaran Wan di rêza 79'an de ye. Taybetiya Wanê ev e; A rast Wan metrepola herî mezin a herêmê ye. Diviyabû nifûs ber bi vir ve bihatra, lê berkesê wê kêm dibe. Ev encama polîtîkayekê ye. Ev yek bandora xizanîkirin û koçberîkirinê nîşan dide." 
 
‘JI SALÊN 90'Î DEST PÊ KIR, HÊ JÎ DIDOME'
 
Ok bilêv kir ku di her sektorê de bandorkirin heye û wiha domand: "Turîzm, sewalvanî û çandinî, çavkaniya debarê ya herêmê bû. Ji ber ku li vir kar bi dest bi mirovan neket, piranî jî berê xwe dan metrepolên mezin. Yanî ev yek, encama polîtîkaya bişavtinê ya demdirêj e. Em bi awayê sîstematîk ê polîtîkaya 'di warê aborî de bêçare bike, koçber bike, bişîne metrepolên din û li wir asîmle bike' re rû bi rû ne. Di sala 2022'yan de bi pandemiyê û krîza aborî re, sektorên aboriyê yên li vir rûxiyan, di bin deynan de man û bûn pêgirtî. Mirov û kargeh ji ber ku nikaribûn çerxa xwe bizîvirînin, wekî çare ji bêgavî koç kirin. Li herêma me rêjeya welidînê pir zêde ye, lê gava em li leza zêdebûna nifûsê mêze dikin em dibînin ku ne li gor zêdebûna welidînê ye. Ev tenê di 2022'yan de wisa nebûye. Ev polîtîkayeke dîrokî ye. Ji salên 90'î heya niha projeyeke siyasî tê pêkanîn ku zarokên li vir çêdibin bi çanda xwe mezin nebin." 
 
Ok anî ziman ku kesên ji van deran koç dikin jî di şert û mercên dijî rûmeta mirovahiyê de dimînin û got: "Karên herî xirab bi van mirovan didin kirin. Ev mirov bêsîgorte tên xebitandin. Di cinayetên karî de gava em li rewşa Wanê mêze dikin, em dibînin ku di sala dawî de nêzî 30 karkerên înşeatê li metrepolên rojavayê Tirkiyeyê an jî bajarên din jiyana xwe ji dest dane û tabûtên wan hatine van deran. Êrişeke li mafê jiyaneke wisa jî heye. Siyaseteke ku li vir şert û mercên jiyanê peyde û li rojavayê jî şert û mercên li gorî rûmeta mirovan peyda nake heye. Li dijî vê siyasetê têkoşîneke pir cidî divê."
 
Ok di dawiyê de wiha got: "Ji bo mirov li vir bimînin, di şert û mercên xwe yên jiyanê de debara xwe bikin divê kooperatîfbûyîn, çandinî, sewalvanî û turîzmê bê xurtkirin. Ev polîtîkaya koçberkirinê, encameke polîtîkaya netew-dewletê ye." 

Sernavên din

07/01/2023
09:02 Li Amedê konsera Serê Salê tê lidarxistin
09:00 ROJEVA 7'Ê ÇILEYA 2023'YAN
08:05 Li Amedê otobusa rêwiyan wergeriya: 5 kes mirin 22 kes birîndar bûn
06/01/2023
23:00 Li Wêjegeh Amedê fîlmê ‘Pîrebok’ê
22:39 Li Kanîreşê berfê erdê spî kir
21:20 Dayika Aştiyê Demîr jiyana xwe ji dest da
16:13 Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bang: Divê demildest lêkolîn bê destpêkirin
15:54 Nobeta Aştiyê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
15:36 Şandeya ku ji Başûr hat serdana DBP’ê kir
14:18 Sepanên li Deriyê Sînor ê Xabûrê rêya îxracatê dirêj kir!
14:16 OHD: Blokekirina hesabê alîkariya bo HDP’ê li dijî Destûra Bingehîn e
14:08 ÎSÎG’ê rapora sala 2022’yan aşkere kir: Hezar û 843 karkeran jiyana xwe ji dest da
14:01 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:55 Xelata Edaletê dan Emîne Şenyaşar
12:46 Li Edeneyê nan bû 5 TL
12:29 Vahyettîn Sari yê 25 sal in girtî ye sewqî Sîncanê hate kirin
12:29 Serokwekîlê Koma HDP’ê Olûç: Em bê vebijêrk nînin, em ê mezin bidin windakirin
12:02 Ji bo Îmraliyê gazî Wezareta Dadê kirin: Divê Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike
11:43 Sakîne Cansiz: Li Rojhilat baweriya min bi hêza jinê tê
11:34 Tifaqa Ked û Azadiyê: Em nêzî vebijêrka namzetê hevpar in
10:45 Bertek nîşanî biryara AYM’ê da: Darbeyeke li dijî siyaseta demokratîk e
10:40 Fehîm Taştekin: Li Sûriyeyê kurd dikarin hevkariyê bi ser bixînin
10:21 Wezaretê mirina Rozerîn Çûkûr weke ‘maf’ dît
10:07 Li Mêrsînê 8 kes hatin binçavkirin
10:03 Xwendekarên rastî êrişa nîjadperestan hatibûn hatin berdan
09:59 Lêçûyînên qeymeqamiyê hemû ji kîsî şaredariyê ne
09:58 Pitika ku di bin TIR’ê de ma jiyana xwe ji dest da
09:43 Li Pêtirgehê 32 qadên madenê hatine vekirin!
09:03 Şaredariya AKP'î ruxset da avahiya derqanûnî
09:03 Sînem Mihemed: Şermezarkirin têr nake, divê li dijî ambargoyê tevbigerin
09:02 Li Sêrtê seferberiya ji bo kurdî: Em xwedî li zimanê xwe derkevin
09:02 Li komeleya AVESTA'yê qursên kurdî dest pê kirin
09:01 Baltaci ku 30 sal in girtiye nayê berdan
09:01 ‘Gelo ji zilma kîmyasalê mezintir zilmek din heye?’
09:00 ROJEVA 6'Ê ÇILEYA 2023'YAN
05/01/2023
20:44 Amedsporê cardin qalevan Yokûşlû transfer kir
20:36 Platforma Jinan a Dersimê: Gulîstan Dokû li ku ye?
19:56 Li Hezêxê zarokekê hewl da ku xwe bikuje
18:54 Cenazeyê Evîn Goyiyê li Qendîlê spartin axê
16:53 Li Şirnexê jinên kurd ên hatin qetilkirin hatin bibîranîn
16:52 Togrûl: Gelo AYM di fermana kê de ye?
16:43 AYM’ê biryara HDP’ê teblîxî parêzeran nekir
16:40 ‘Berevajîkirinên emniyetê bûn mijara darizandinê’
15:34 Qeymeqamtiyê têkildarî tundiya polîsan a li Nisêbînê daxuyanî da
15:20 Cenazeyê Mîr Perwer di bin dorpêçê de hat veşartin
15:00 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
14:59 Qeyûm li Amedê ji bo kadroyan seferber bûn: Herî kêm 700 kesan dikin kadro
14:59 Doza GOÇÎZDER’ê: 13 kes hatin berdan
14:47 Cenazeyê Emîne Kara ber bi Qendîlê ve hate oxirkirin
14:29 Jinan li Amedê jinên kurd bibîr anî: Dengê jinan dengê şoreşê ye
14:15 Hesaba alîkariya Xizîneyê ya HDP’ê hate bloqekirin
13:52 Baroya Mêrdînê têkildarî tundiya polîsan daxuyanî da
13:04 Cenazeyê qurbaniyê êrişa Fransayê Abdurrahman Kizil hat veşartin
12:55 Derhiqûqtiya li girtîgehê: Hevdîtinên parêzer-girtiyan hatine guhdarîkirin
12:52 Cezayê gefxwarinê li kujer Onûr Gencer hat birîn
12:30 PAK’ê ji bo piştgiriyê serdana Malbata Şenyaşar kir
12:29 Tifaqa Ked û Azadiyê civiya
11:53 Çalakiya parlamenterên HDP’ê: Li Îmraliyê hiqûq ji holê hatiye rakirin
11:26 Li rojnamevana girtî Şahînliyê piştî 5 salan doz hate vekirin
11:15 Di operasyona leşkerî de daristan hatin şewitandin
10:46 Li Mezopotamyayê xetereya hişkesaliyê
10:02 Polîsan ji ber cil û bergên kurdî tundiyê li zarokek û ciwanekî kirin
09:04 Birayê Arvas ji bo Kîlyosê bang li parêzvanên mafên mirovan kir
09:04 Kursiya ku avêt polîsan wekî çekê hatiye hesibandin!
09:03 Li Nûrheqê qada ji bo kanên madenan hatiye veqetandin ji qada jiyanê berfirehtir e
09:03 Qeyûm nikaribû pere bide, 'Baxçeyê Gel' di nîvî de ma
09:03 Qeyûm ji dêvla Qada Bajêr, tuwalet çêkirine
09:03 Dadgeh: Beşdariya li civîna KCD'ê ne sûc e
09:02 Daxwazên Baroya Şirnexê yên ji bo tevlibûna dozên jinan tên redkirin
09:02 Tevî ku gurcikek wî nîne jî tedawiya wî nayê kirin
09:00 ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2023'YAN
04/01/2023
22:33 2 leşker ji ber destdirêjiyê hatin girtin
20:54 Berteka ciwanan a li dijî tecrîdê: Aştî nayê tecrîdkirin
20:39 Kesên di Komkujiya Parîsê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
19:32 Rêveberiya Xweser a Şengalê: Şoreşger Menal Mêrdîn bi êrîşeke bêbext şehîd bû
16:36 HABER-SEN’ê ji bo piştevaniyê serdana Şenyaşar kir
16:18 Aslan: Kesên keça min revandine tên parastin
15:56 Beştaş: Îktidarê ji zû ve hilbijartinê winda kiriye
15:49 MKM: Em xwedî li cenazeyan derkevin
15:24 Li Îranê berxwedana bê navber
15:08 Li pêşiya TUÎK’ê protesto: Em ne budçeya şer lê ya kedkaran dixwazin
14:40 Doza GOÇÎZDER’ê: Bihayê barkêşiyê bû mijara sûc
14:13 ÎHD’ê ji bo pirsgirêka girtiyên nexweş çareseriya mayînde pêşniyar kir
14:01 Li Girtîgeha Afyonê greva birçîbûnê dest pê kir
13:50 Hestiyên li Geliyê Zîlan derketin holê di rojeva Meclisê de ye
12:42 Ferît Şenyaşar: Gelê Rihayê ber edliyeyê nîşanî bijartiyan dide
12:16 Nobeta Edaletê di roja 10’an de didome: Dawî li sûcê xwe yê li Îmraliyê bînin
12:00 Ji bo Perwer û Kizil ên li Parîsê hatin qetilkirin wê sibê merasîmek bê lidarxistin
11:58 AYM’ê qedexeya çalakî û şahiyan wek ‘binpêkirina maf’ nirxand
11:53 Peymana Stenbolê: Em biryara ku nehatiye teblîxkirin qebûl nakin
11:42 Demîrtaş: Her ku diçe qesr dewlemend, gel feqîr dibe
11:07 Çopên Wanê dirijînin golê û Çemê Botanê
10:52 Ambargoya Şamê bû sedemê mirina zarokekî
10:51 ‘A ku tê qetilkirin felsefeya jinan e’
10:18 Li Erxevanê bi hezaran kew bi kuştinê re rû bi rû ne
10:18 ‘Ne em kesên ziman qedexe dikin pergalê xera dikin’
10:08 Jinên rêveberên saziyan dê têkoşîna Emîne Şenyaşar berfirehtir bikin
09:03 Li Newala Qesaba vîlayên luks tên çêkirin!
09:03 Li Wanê nifûs bi 'projeya siyasî' tê kêmkirin
09:03 Serokê Giştî yê EHP'ê: Heke ên hilberîner em bin, nexwe divê ên welêt bi rê ve bibin jî em bin