WAN - Belavkara rojnameyê Mzgîn Fendîk ku danê sibehê hat binçavkirin, piştî karên îfadeyê hat berdan.
Li Wanê, danê sibehê belavkara rojnameya Welatê Mizgîn Fendîk, dema rojname belav dikir li Kolana Maraşê hatibû binçavkirin. Piştî karên îfadeyê yên li Şaxa Ewlehiyê ya Navçeya Tûşbayê, Fendîk hat berdan.