WAN - Belavkara rojnameyên Ozgurlukçu Demokrasî û Welat Mizgîn Fendîk hat binçavkirin.
Belavkara rojnameyên Ozgurlukçu Demokrasî û Welat Mizgîn Fendîk li Kolana Maraş a Wanê di saetên serê sibê de gava rojnameya Welat belav dikir, hat binçavkirin. Nayê zanîn polîsan Fendîk birin ku derê. Fendîk berê jî hatibû binçavkirin.