NAVENDA NÛÇEYAN - Çapemeniya tirk ji bo ser talankirina bi destê OSO pêk tê veşêre serî li hemû rêbazan didin. Televîzyona Haberturk di weşana 27'e adarê ya Veyis Ateş de welatiyên Efrînê bi weşana zindî beşdarî bernameyê kirin. Lê welatiyê ku bi kurdî got OSO talan kiriye, bi tirkî werger kirin û gotin '“YPG'iyan talan kirine."
Çapemeniya tirk hewl dide ku talankirin û wêrankirina TSK û OSO li Efrînê pêk anîye, ser wê veşêre û têxe situyê. Di bernameya taybet a Televîzyona Haberturkê ya Veyîs Ateş ku di 27'e Adarê de waşand wergera şaş hat kirin. Di bernameya Midûrê Haberturk TV Veyis Ateş ya “Efrîn Taybet" de welatiyên Efrînê tev li bernameya zindî kirin û wergara axaftina wan hat kirin Welatiyên ku di axaftinê xwe de gotin OSO mal û milkê wan talan kiriye wekî "YPG talan kiriye" werger kirin. Dema welatî talankirina Artêşa Sûriyeya Azad (OSO) vegot û navê “Ceyş-El Hur” wekî “YPG” werger kir.
* Veyîs Ateş: Hûn dikarin tişta berê û piştre li Efrînê pêş ket ji mere bêje. Çi bû?
* Bersîva welatiyê Efrînî: 1: Ehlê Efrîn em dixwazin hiro, mezahir muselliha (hêzên çekdar) di Efrîn da tine be. Innû Ceyşîl Hûrr ne Ceyşîl Hûrr e. Diz in. Mixerrebî nin, îrhab in. Malêt me birin. Jinêt me... Şeva çû, sê qîzik xera kirin. Emrê wê deh û pênc salî...
* Wiha wergerî tirkî kirin: Biz burada Afrinli olmayan insanların Afrin içinde barınmasını istemiyoruz. YPG buraya ait bir örgüt değildi, buraya sonradan geldi. Malımızı mülkümüzü talan ettiler, namusumuza göz diktiler ve onları burada biz istemiyoruz. Onlar buranın gerçek sahipleri değillerdir.
* Bersîva Efrînî: 2: Em dixwzin şirta tirkî were cem me. Ev mûsellihîne derên. Em tirkî hez dikin. Em dixwazin tirk werin cem me. Em naxwzin hero wer.. Eva malêt me xera kirin. Makîne birin. Tişt birin. Ne tiştek, ne tiştek, bes evna... Ne mal ne tiştek.
* Wiha wergerî tirkî kirin: Biz Türkiye’nin burada olmasını istiyoruz, biz Türkiye’yi seviyoruz. Biz Türkiye’nin gelip onları buradan defetmesini istiyoruz. Çünkü onlar, YPG buraya geldiğinde malımızı mülkümüzü talan etti, evlerimizi yıktı. Onun için biz Türkiye’nin burada kalıp onları defetmesini istiyoruz.
Li Şêx Meqsûd... Sê çewal şelandine. Hem zêr birine, pereyê jinan... Bi qilakê jinan ketine... Dest kirine sîngê jinika zêra deraser kirine.
* Wiha werger kirin: Kızlarımızı zorla aldılar, çocuklarımızı zorla aldılar, kadınlarımızın zorla mücevherlerini aldılar, küpelerini zorla aldılar. Saat 10.00’dan sonra özellikle evimize girip kadınların mücevherlerini aldılar. Kadınlar mücevherlerini takarken boyunlarından aldılar. İki üç gün bu böyle sürdü.