AMED - Li navçeya Hezro maşîneya leşkerî rastî êrîşê hat û 6 leşker birîndar bûn.
Li nêzî gundê Merenî yê 15 kîlometre dûrî navçeya hezro ya Amedê maşineya zirxê rastî êrîşê hat. Hat diyar kirin ku bi guleya rokete êrîş pêk hat û di êrîşê de 6 leşker birîndar bûn. Leşkerên birîndar bi ambulansê rakirin nexweşxanê û derbarê rewşa leşkerên birîndar de agahî nehat girtin.