ÎZMÎR - Şaxa ÎHD’a Îzmîr, aqûbeta endamê ESP’ê Alî Gulmez ê ji ber cezayê girtîgehê xwest biçe ji derveyî welat û 7 mehin agahî jê nayê girtin pirsî.
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, ji bo aqûbeta endamê Partiya Sosyalîst a Bendestan (ESP) Alî Gulmez ê ji ber cezayê girtîgehê xwest biçe derveyî welat û 7 mehin agahî jê nayê girtin bipirse li avahiya xwe civîna çapemeniyê pêk anî. Xwişka Alî Gulmez Besye Gulmez, rêveberên şaxa ÎHD’ê û endamên şaxa ESP’a Îzmîrê beşdarî civînê bûn. Ji parêzerên şaxa ÎHD’ê Zafer Încîn daxuyanî da.
‘EM BANG LI RAYEDARÊN DEWLETÊ DIKIN KU XWEDÎ ERKA XWE DERBIKEVIN’
Încîn, bal kişand ser aqûbeta Gulmez û wiha axivî: “Gulmez bi nasnameya xwe ya polîtîk û mûxalîf tê nas kirin. Li Stenbolê bi îdîaya “Endamê rêxistinê” 18 sal cezayê girtîgehê li Gulmez hat birîn. Hemû agahiyên nasnameya Gulmez di saziyên dewletê de hene. Xwişka Gulmez Besye Gulmez ji bo birayê xwe serî li komeleya me da û got ‘birayê min ji 28’ê Tebaxa 2017’an ve ser winda ye. Em cardin bi windayekê re rû bi rû ne. Ji ber vê yekê em bang li Wezareta Karê Hûndir, Wezareta Dadê, Komîsyaona Mafê Mirovan TBMM’ê û Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê dikin ku xwedî erka xwe derbikevin.”
Încîn, da zanîn ku penabera jin a ji Sûriyeyê Fatma ya xwest bi Gulmez re derbasî Yunanîstanê bibe jî serwin daye û wiha bilêv kir: “Ji bo Fatma ya ji Sûriyeyê li Îzmîrê û Gulmez jî li Edîrneyê dozger lêpirsîn daye destpê kirin.”
'GER DEWLET BIXWAZE DIKARE BIBÎNE'
Xwişkan Gulmez Besye Gulmez jî, diyar kir ku ger dewlet bixwaze dikare birayê wê bibîne û wiha got: “Êdî ez dixwazin ji birayê xwe agahî bigirin.”