AMED - Platforma Şaxan a KESK'ê ya Amedê û Odeya Tabiban a Amedê têkildarî endamên SES û TTB'ê yên hatin binçavkirin û piştre ji peywirê hatin dûrxistin li avahiya SES'ê civîna çapemeniyê pêk anîn. Xizmetkarên tenduristiye diyar kirin ku ew gavan paşve navêjin û xwest hikûmet dawî li vê biryara dij hiqûqî bîne.
Platforma Şaxan a KESK'ê ya Amedê û Odeya Tabiban a Amedê têkildarî endamên SES û TTB'ê yên ji ber helwesta xwe ya li dijî dagirkeriya Efrînê anîn ziman û hatin binçavkirin û piştre ji peywirê hatin dûrxistin li avahiya SES'ê civîna çapemeniyê pêk anîn. Di civînê de endam û rêveberên KESK'ê amade bûn. Berdevka Demî ya Platforma Şaxan a KESK'ê û Hevseroka Şaxa SES'ê ya Amedê Gonul Adibellî diyar kir ku bi KHK’yan li ser qada hiqûq, civak û qada jiyana civakî bê hiqûqîyê ferz dikin û wiha got: "Di qada ked û kar de nêzî 150 hezar karmend ji ka hatin dûrxistin. Li dijî kedkarên muxalif êrîş zêde dibin. KESK û TTB her dem li dijî şer aştiyê diparêze. Konseya Navendî ya TTB'ê piştî daxuyaniya “Şer pirsgirêka tenduristiya civakî ye" hemû endam û xizmetkarên tenduristiyê bûn hedef. Xuya dibe ku li ser daxuyaniyên rayedaran daraz ketiye nava tevgerê. 11 endamên navendî yên TTB'e hatin binçavkirin û bi ser kargeriyên wan de girtin. Endamên me niha tên binçavkirin. Di 18'ê adarê de li Amedê 4 endamên me hatin binçavkirin. Dîsa roja Hevserokê Odeya Tabiban û Hevserokê SES'ê hatin binçavkirin, saziyên ku lê dixebitin nivîsên ku "Ji kar hatine dûrxistin ji wan re şandin. Hevalên me yên ji kar hatine dûrxistin 10 rojin hêj parastin jî ji wan nexwestine. Tu aliyê vê yekê yê hiqûqî tune ye. Em dixwazin hevalên me demek berî demekê li karê xwe vegerin.
Ji bo ciwanên me neyên kuştin, ji bo şer zêde nebe em dê dîsa aştiyê bixwazin."