STENBOL – Gerînendeyê Weşana Giştî yê rojnameya Evrenselê Fatîh Polat li dijî desteserkirina Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî nerazîbûn nîşan da û got: “Nevîyên Musa Anter dê teqez jî xwe re çemên nû biherikin bibîninin.”
Gernîndeyê Weşana Giştî yê rojnameya Evrenselê Fatîh Polat li dijî desteserkirin û tayînkirina qeyûmê ser Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî nirxand.
‘EW NEVIYÊN APÊ MÛSA NE Û DÊ RIYA XWE BIBÎNIN’
Polat diyar kir ku Ozgurlukçu Demokrasî geşedanên herî baş li bajarên kurdan dişopîne û desthilatdarî bi polîtîkayên zextan ên li dijî kurdan dixwaze ber bi 2019’an ve biçe û pêkanîn û tayînkirina qeyûman nîşaneya vê yekê ye. Polat got: “Nêzîkatiya vê desthilatdariyê ya li dijî HDP’ê û gelê kurd di rewşa dawî de kinayî dike û xwe dide nîşan dan. Ev helwest nêzîkatiya li dijî azadiya çapemeniyê jî rave dike. Delîlên şênber ên ku vegeriyaye serdema Osmaniyan. Divê mirov diyar bike, dê nevîyên Musa Anter teqez jî xwe re çemên nû biherikin û riyên nû bibînin. Li gorî ku dê qeyûm tayînî ser rojnamegeran û xwîneran nekin, teqez dê ew riyek xwe îfade bikin bibînin. Bîla tu kes ne lî bendê be, rojnameyek ewqas bedelên herî giran daye dê bêdeng bibe.”
‘DIVÊ HIN TÊKOŞÎNEK HEVGIRTÎ HEBE’
Polat destnîşan kir ku ji bo çapemenî nekeve destê destilatdariyê divê hin bêtir têkoşînek hevgirtî bê meşandin û got: “Xwedî derketina çapemeniya azad, muxalîf û alternatîf wek nan, av û jiyanê ferz e. Jixwe wa xûyaye Koma Medya Doganê jî kirîn û rewş li ber çava ye. Di vê serdama derbasbûyî û serdema dê bê jî hin bêtir karê me zehmet dibe.”
MA / Bîlal Seçkîn