SEMSÛR - Berdevkê Platforma Tûtinê ya Semsûrê Abdurrahman Tutdere, bertek nîşanî cezayê ku bi guhertina zagonan li hilberînerê tutinê bê birîn da û wiha got: "Ev guhertina zagonan daxwaza şîrketên mezin in. Ger ku ev zagon bê erêkirin dê 200 hezar kes bi neyînî bandor bibe.
Niqaş û bertekên li dijî pêşnûmeya zagona der barê tûtinê de her diçe zêde dibe. Bi taybetî hilberîner û çotkarên tûtinê li dijî vê guhertina zagonê di nava çalakiyan de ne. Bi guhertina zagonê tê xwestin ku kesên tûtina xam li ser dezgehan bifiroşe di navbera 3- 6 salan de ceza li wan bê birîn. Berdevkê Platforma Tûtinê ya Semsûrê Abdurrahman Tutdere, bertek nîşanî cezayê ku bi guhertina zagonan li hilberînerê tutinê bê birîn da û wiha got: "Ev guhertina zagonan daxwaza şîrketên mezin in. Ger ku ev zagon bê erêkirin dê 200 hezar kes bi neyînî bandor bibe." Tutdere, xwest ev xala zagonê ji nava torbeyê pêşnûmayê bê derxistin û hilberînerên tûtinê bên parastin. Tutdere, anî ziman ku ger ev pêşnûma bê erêkirin û zagon bê guhertin, dê tûtina Semsûre xelas bibe û bi sed hezaran çotkar û hilberînerên tûtinê dê xizan bibin. Tutdere, bilêv kir ku di sala 2008'an de zagon hatin guhertin û wiha got: "Bi guhertina zagonê ya berê kesên bi armanca bazirganiyê tûtina pêçanê difirotin rastî 5 hezar tl ceza dihatin. Yên ku 50 kilo difirotin rastî 250 TL, yên 100 -150 kilo difirotin rastî 500 TL ceza dihatin. Gelek caran jî tûtina çotkaran dihat desteserkirin. Esnaf û hilberîner dihatin mexdûrkirin."
ARMANCA TÛTINA SEMSÛRÊ YE
Tutdere, destnîşan kir ku piştî nûçeya Wezîrê Karên Hundir a "Tûtina pêçanê çavkaniya terorê ye" di Rojnameya Starê de hat weşandin, ev pêşnûma hat meclîsa Tirkiye û wiha got: "Dema em li Xalên 68 û 69’an ên di torbayê pêşnûnayê lêkolîn dikin em dibînin ku armanc tûtina pêçanê ya Semsûrê ye. Ger ku ev zagon têkeve meriyetê dê li Semsûrê çanda tûtina sedan salan tune bibe. Dê 200 hezar kes têkeve bin bandora neyînî. Bi cezayê 3-6 salan rê rê li pêş cezakirina gelek mirovan veke. Dê hemû tûtina Semsûrê têkeve destê kesekî. Bi hezaran mirov dê ji nan û avê xwe bibe. Dê betalî zêde bibe. Em wekî platformê dixwazin demek berî demekê vê pêşnûmaya zagonê betal bikin. Wekî platform bi salan me ji bo parastina mafê çotkarên tûtinê têkoşîn da. Tirkiye dê bi vê zagonê bi derve bê girêdan. Dê îthal zêde bibe û îxrac kêm bibe. Ne tenê aboriya Semsûrê dê Aboriya Tirkiye jî neyînî têkeve bin bandorê. Em dixwazin mafê çotkaran û mafê tûtinê bê parastin û bi zagonan bê mîsogerkirin.
Çotkarên tûtinê bi awayekî demokratîk dengê xwe bilind kirin. Li Meclîsê deng veda. Ji ber vê yekê xwediyên şîrketên mezin ji van çalakiyan bêzar bûn."
MA / Haci Yusuf Topaloglu