ERZIRÛM - Şaxa ÎHD’ê ya Erzirûmê rapora derbarê binpêkirina mafan ên li Girtîgeha Tîpa T a Erzincanê de amade kirin bi raya giştî re parve kir. Di raporê de hat gotin ku; “Li girtîgehê pêkanînên dij rûmeta mirovahiyê kirine dewrê û gardiyenan perdeya guhê girtiyekê ku derp kirin, teqendin.”
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Erzirûmê, li ser daxwaza girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Erzîncanê, di encama hevîtina bi girtiyan kirin re raporek amade kir. Şandeya ji Serokê Şaxa ÎHD’ê Medenî Aygul, Endamê Lijneya Rêveberiya Şaxê Erdal Ozalçîl û Endamê Komîsyona Girtîgehan a Navenda ÎHD’ê Prz. Zafer Încîn pêk tê, di 23’yê Adarê de çûn girtîgehê û bi girtî Habîp Karakoç, Bakî Acar û Ozcan Birlîk re hevdîtin kirin û rapor amade kirin.
Hin binpê kirinên mafan ên di rapora şendeyê de cih girtin wihane:
“*Ligel ku kapasîteya qawîşa A-2 14 kesin jî, 17 lê dimînin. Di qawîşa B-18 16 girtî û ya A-4 de jî 16 girtî dimînin.
*Li ber kamerayan hejmara li ser piyan dayîn ferzî girtiyan dikin. Girtiyên vê pêkanî qebûl nakin tên derp kirin. Gava girtiyan derp dikin dibin cihekê kamera lê tunebe. Di encama îşkenceyê de girtî Hîkmet Karoluş, Ahmet Gerez, Emrah Ozden, Kahraman Aktay, Ebubekîr Yulu, Omer Karabal, Resul Ergun, Zulkuf Ortaç, Davut Ongun radikin nexweşxanê, lê rapora derp kirinê nadin wan. Girtiyan serlêdana sûc kirin, lê lêpirsîn ji aliyê dozger ve nehatiye kirin.
* Ji ber ku hejmara li ser piyan nedan, rastî cezayên dîsîplîn, hevdîtîn, agahî girtin û hwd. hatin.
*Girtiyan li dijî ferzkirina hejmara ser piyan, ji bo 15 rojan, 3 roj durveger dest bi greva birçîbûnê kirin. Lê hat diyar kirin ku 2 meh din pêvajoya greva birçîbûnê hatiye dirêj kirin. Ger pêkanîn bi dawî nebin dê greva birçîbûnê dirêj bike.
*Bi hinceta hejmara ser piyan girtiyan derdixin derve û hemû alavên wan belav dikin.
*Bi OHAL’ê re çalakiyên sohbet, atolye û sporê rakirin, pirtûkên derve de nagirin hûndir, radyo kom kirin û rojnameyan bi rêk û pêk nagirin hûndie.
* Girtiyan nabin revîrê û nexweşxanê.
*Bi hincetên cûda dest datînin ser faksan û ji sazû dezgehên cûda re nayên şandin.”
BI LÊDANÊ PERDEYA GUH TEQANDIN
Şandeya ÎHD’ê di rapora xwede bal kişand ser îşkenceyên li girtîgehê û wiha berdewam kir: “Emrah Ozden ê girtî bi lêdanê perdeya guhê wî teqandin. Ozdemîr ê rakirin nexweşxanê bijîşkê beşa lezgîn got ku divê nîşanî bijişkekê pispor bikin. Lê Ozdemîr nîşanî bijîşkekê pispor nekirin. Hîna jî rewşa tenduristiya wî nebaşe.”
'PÊKANÎNÊN DIJ RÛMETA MIROVAN HENE'
Şandeya ÎHD’ê li gorî çavderî û baweriya xwe ev tişt di raporê de diyar kirin: “Rayedarên Girtîgeha Tîpa T a Erzîncanê hemû mafan bi pê dike. Bûyerên li girtîgehê hatin jiyîn mirovan dixwe nava fikaran. Pêkanînên li dijî rûmeta mirovan pêk tînin. Li girtîgehê rastî tundî, dijûn û muameleyên xerab tên û hemû mafê girtiyan ji destên wan hatine girtin. Derbarê girtîgehê de fikarên me yên mezin hene.”