AMED – Têkildarî êrîşa bombeyî ya li dijî mitînga HDP’ê ya Amedê der barê 14 polîsan de doz hatibû vekirin. Di dozê de polîs Ahmet Tugaçar parastin kir û got ku piştî teqînê têkildarî GBT’ê qûrs danê.
Li Amedê di 5’ê hezîrana 2015’an de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) mitînga hilbijartina 7’ê Hezîranê li Qada Îstasyonê ya Amedê li dar xist. Êrîşek bombeyî li dijî mitîngê pêk hat. Di êrîşê de 5 kes jiyana xwe ji dest dan û nêzî 400 kesî birîndar bibûn. Bi hinceta di êrîşê de polîs xemsarî tevgeriyane 5 jê midûrên polîsan li 14 polîsan doz hatibû vekirin. Duyemîn danişîna dozê li 14’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Amedê hat dîtin. Di danişînê de polîsên bersûc Huseyîn Yildirim, Ahmet Tugaçar û Alîkarê Midurê Şaxê Dursun Usta û parêzerên mexdûran amade bûn. Danişînê bi xwendina nivîsên hatibûn amadekirin dest pê kir. Di danişînê de polîsên bersûc parastina nivîskî kirin.
'PIŞTÎ TEQÎNÊ PERWERDEHIYA BGT’Ê DAN MIN’
Di danişînê de li ser pirsîna dadger a ji polîsê bersûc Ahmet Tugaçar geşedanên sosret derketin holê. Li ser pirsên dadger, Tugaçar axivî û da zanîn ku têkildarî Lêkolîna Agahiyên Giştî (GBT) perwerde nestindiye û got: “Ji bo lêpirsîna GBT’ê dikaribim bikim, pêwîstbû min min qursên hewceyî bistendina. Heta roja bûyerê jî min têkildarî GBT’ê tu perwerde ne girtibû. Piştî teqînê qursa GBT’ê dan min û min perwerde kirin.”
Alîkarê Midurê Şaxa Polîsan Dursun Usta jî destnîşan kir ku nayê bîra wî roja mitîngê ka li GBT’ya kesê bi navê Orhan Gonder kirine nekirine nizane û der barê kontrolkirina nasmayê de tu agahî nedane wî.
BIRYARA DÊ LI CIHÊ BÛYERÊ KIFŞ BÊ KIRIN HAT DAYÎN
Parêzerên bersûcan diyar kirin ku dê piştî kêmasiyên dosyeyê temam bibin parastinê bikin. Parezerên mexdûran jî xwestin pêşniyarên wan ên danişîna beriya niha kirine di ber çavan de derbas bikin. Piştî navberê dadgehê biryar da û daxwaza beşdariya Baroya Amedê ya dozê bi hinceta “ji sûc raste rast xesar nedîtiye” red kir. Dadgehê daxwaza parêzerên mexdûran a xwestin biryara “peywîr nekirine” bide û dosyeyê bişîne Dadgeha Cezayê Giran jî red kir. Dadgehê hikum kir ku di 18’ê gulanê de li cihê bûyerê kifş bê kirin. Dadgehê bi boneya kêmasiyên dosyeyê temam bibe danişînê taloqî 26’ê hezîranê kir.