AMED - Alîkara Sekretera TMMOB Gulsum Sonmez li Sûrê lêkolîn kir û diyar kir ku li gorî çavdêriya wan ne avahiyan, qereqol û kalekolan çêdikin.
Di bi navê “Veguhestina Bajarvaniyê de” piştî wêrankirina qadên navçeya Sûra Amedê, TOKÎ dest bi çêkirin avahiyan kir. Alîkara Sekretera Giştî ya Yekitiya Odeya Muhendîsan û Mîmarên Tirkiyeyê (TMMOB) Gulsum Sonmez li Sûrê lêkolîn kirin. Sonmez diyar kir ku li Sûrê hafizeyek dîrok î heye û divê dimildest dest ji wêrankirinê berdin.
‘EV ÊŞA MIRIVAHIYÊ YE’
Sonmez, anî ziman ku wêrankirin Sûrê ya wan lêkolîn kirî û di çapemeniyê de tê dayîn ji hev cudaye. Sonmez, da zanîn ku dîmenên wan dîtin nikarin vebêjin û wiha axivî: “Qadên dîrok li ber çavên me tên wêrankirin. Me bi gelek malbatan re hevdîtin kir. Tiştên ji me re vegotin pir bi êşin. Bi ‘Lezgînî Îstîmlaq kirin’ hîna malbat dimalên xwe de malên wan xirab kirin. Em ve yek dît. Gelek malbatan bêyî ku amûrên xwe ji malê derbixin, neçar man ku ji malên xwe derbivin. Me malbatek li ser xaniyê xwe yê wêrankirî kon vedabûn dît. Me mirovên nexwestin e malên xwe îstîmlaq bikin, pareyên dane wan negirtine û yên serî dadgehê dayîn tespît kirin. Ev êşek mezin mirovahiyê ye.”
‘LI SÛRÊ PLANA PARASTINÊ HEYE'
Sonmez, dest nîşan kir ku ev rante û wiha got: “Binyada heyî tê xirakirin. Navendên kar û avahiyên bilind çêdikin. Li gorî çavdêriyên me ji bilî avahiyên bilind ‘Plana parastinê’ heye. Di çarçoveyê vê planê de qerekol û kalekolan çêddikin. Ev der hafizeya Kurd, Tirk û ya hemû kesê ye. Ez muhendisê înşaatê me. Di mînakên wisan de ji bo binyada dîrokî bêparastin, gel tê teşwîq kirin. Bi taybetê gelê li wê qadê tê hişyarkirin. Lê gelê vê derê diqewirînin. Ev yek nayê qebûl kirin. Bi darê zorê gel ji cih û warê wê tên derxistin.
‘DIVÊ DESTHILATDARÎ JI VÊ ŞAŞIYÊ VEGERE’
Sonmez, bal kişand ser xwedî derketina Sûrê û wiha domand: “Hemû derdorên bi hestiyar divê xwedî li Sûrê derbikevin. Tişekê xwedî çemawerî de divê di çemawerî de bimîne. Divê hemû sazî û dezgehên heyî berê xwe bidin Sûrê û xwedî têkoşîna li vê derê derbikevin. Desthilatdariya siyasî divê dimildest dest ji vê şaşiya xwe berde.”
‘PENABERTIYÊ LI SER GELÊ SÛRÊ FERZ DIKIN’
Sonmez, di dawiya axaftina xwede wiha got: “Di encama koçberiyê de gelê Sûrê li vir bi cih bûye. Gelê vê derê piraniya wan cih û warên xwe terk kirin û hatin vê derê bi cih bûne. Îro dîsan koçbertiyê li ser wan ferz dikin. Me dayîkek 80 salî dît. Ev mirov nikarin qadên lê hatin dinê û mezin bûne terk bikin. Hûn çima van mirovan ji welatên wan dikin? Ev ne mafê kesekê ye?”