AMED - Danişîna doza parlamenterên HDP'ê Sirri Sureyya Onder, Nursel Aydogan û Ziya Pîr yên di 4'ê Mijdara 2016'an de hatin binçavkirin û doz li wan hat vekirin hat dîtin. Dadgehê ji Wezareta Dadê xwest ku feslekeya der barê parlamenterê HDP'ê Pir ya di çarçoveya destnedayînê de bidin wan û tev li dosyayê bikin.
Di operasyona 4'ê Mijdarê 2016'an de hevserokên HDP'ê û parlamenterên HDP'ê Nursel Aydogan, Ziya Pir û Sirri Sureyya Onder hatibûn binçavkirin. Di heman rojê de Parlamenterê HDP'ê yê Enqereyê Sirri Sureya Onder bi şertê kontrola edlî hat berdan. Der barê Onder de heta 40 sal û 6 mehan ceza hat xwestin. Danişîna doza Onder li 8'emîn Dadgehên Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Prz. Serdar Çelebî tev li danişîna doza Onder bû. Prz. Çelebî ji bo parastinê bike û dosyayê lêkolîn bike dem xwest. Dozger jî xwest kêmasiyên dosyayê bên temamkirin. Heyat dadgehê jî dem da û danişîna dozê taloqî meha Îlonê kir.
HEYETÊ FEZLEKE XWEST
5'emîn danişîna doza Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Ziya Pir jî li 8'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Dozger der barê Pîr de bi hinceta di navbera salên 2015-2016'an de tev li çalakiyan bûye û di axaftinên xwe de "propaganda" kiriye "Endamtiya Rêxistinê" heta 33 salan ceza dixwaze. Parêzerê
Pîr Serdar Çelebî li salona danişîne amade bû. Dozger xwest fezlekeya sûcê xala 302'an a TCK'ê yekîtî û tevahiya dewletê perçe kiriye ya der barê Pîr de hatiye amadekirin, nivîs ji Wezareta Dadê re şandiye û li benda bersîva wê ye. Prz. Çelebî jî anî ziman ku fezlekeya der barê Pîr de hatiye amadekirin li gorî sînorê destnedayînê ye û xwest fezleke tev li dosyaya dozê neke.
Heyat dadgehê jî li ser daxwaza dozger biryar da ku Wezareta Dadê bersîv bide nivîsa dozger û fezlekeyê ji heyeta dadgehê re bişîne. Heyetê doz taloqî meha îlonê kir.
DER BARÊ AYDOGAN DE BIRYARA GIRTINÊ
3'yemîn danişîna doza parlamentera HDP'ê Nursel Aydogan a di 4'ê mijdara 2016'an de hat binçavkirin û hat girtin jî hat dîtin. Aydogan piştî hat girtin doz li wê hatibû vekirin û heta 103 salan ceza jê tê xwestin. Di yekemîn danişîna 21'ê Nîsana 2017'an de hat dîtin de, Aydogan bi şertê kontrola edlî hatibû berdan. Li ser îtîraza dozger dîsa der barê Aydogan de biryara girtinê hatibû dayîn. Danişîna doza Parlamentera HDP'ê Nursel Aydogan li 4'emin Dadgeha Cezayên Giran a Amedê berdewam kir. Aydogan amade nebû. Dozger xwest ku li benda encama biryara girtinê rawestin û piştî hat girtin dadgeh biryarê aşkere bike. Heyeta dadgehê jî biryar da ku Aydogan piştî hat girtin biryarê aşkere bike. Doz taloqî îlonê kirin.
Di gulana 2017'an de parlamenteriya Aydogan hatibû xistin.