ŞENGAL - Gelê Êzidî, li navçeya Sinûnê ya Şengalê li dijî gefên Tirkiye û Serokê Giştî yê AKP’ê Erdogan ên li ser Êzîdxanê meşek girseyî pêk anîn û bang li Hikûmeta Iraqê û hêzên Navneteweyî kirin ku li dijî gefên Tirkiyeyê yên li ser Şengalê bêdeng nemînin û helwest nîşan bidin.
Dewleta Tirk û Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayîp Erdogan her roj gefan li gelê Êzidî dixwe û dibêje ewê Şengalê dagir bikin. Gelê Êzidî, li dijî gef û hewldana dagirkirina Şengalê, li navçeya Sînûnê ya Şengalê meşek girseyî pêk anî û Tirkiye şermezar kir. Gelek sazî û dezgên Şengalê beşdarî meşêbûn. Meşa şengaliyan li navenda Sinûnê destpê kir heya ber bi avahiya Navenda Rêveberiya Sinûnê berdewam kir. Di meşê de pankartên “Ji dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Şengalê re na, ji bêdengiya Iraq û Civaka Navdewletî re na” hatin vekirin.
Şengaliyan di meşê de nerazîbûn nîşana bêdengiya Hikûmeta Iraqê li dijî gefên Tirkiyeyê yên li ser Şengalê dan. Di dawiya meşê de, Serokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Hesen Hacî daxuyanî da û got: “Ji gefên dewleta Tirk ku hewl dide qirkirinê li ser xaka me pêk bîne re na. Em ji Hikûmeta Iraqê û Neteweyên Yekbûyî daxwazin ku li dijî dewleta Tirk û gefên wê bêdeng nemîn in. Ji ber gelê Êzidî êdî dikare xwe bi rêve bibe, dewleta Tirk gefan lê dixwe. Lê divê dewleta Tirk baş bizane ku gelê Êzidî êdî gihîştiye wê astê ku dikare şer jî bike.”
Hacî, bal kişand ser vekişîna hêzên HPG-YJA Starê ya ji Şengalê û wiha bilêv kir: “Em spasiya PKK’ê dikin. Em wan tu carî ji bîr nakin.”
Berpirsê Nevçeya Sinûnê Xwedêda Çûkê jî axivî û wiha got: “Tişta ji destê me were emê ji bo gelê xwe bikin. Em ê dengê xwe bigihînin Civaka Navneteweyî û Rêxistinên Mafê Mirovan. Em êrîşên qirkirinê yên DAIŞ'ê yên disa 2014'an de qet ji bîr nakin. Berê niha hêzên bi navê pêşmerge li vir bûn, lê mixabin me di nava destên DAIŞ’ê de hiştin. Ji ber vê em naxwazin tu hêz were ser axa me. Em dixwazin xwe bi xwe biparêzin û hêza parastina gelê me jî YBŞ-YJŞ’ ye."