KILÎS - Li Kilîsê, Miduriyeta Herêmê ya Weqfan tabelaya “Mizgefta Kurdan” rakir û li şûna wê “Mizgefta Tirkan” daliqand. Lê belê hîn jî di qeydên fermî de “Mizgefta Kurdan” derbas dibe.
Li Kuçeya Kuçuk Çarşi ya Taxa Bolukê ya Kilîsê, tabeleya “Mizgefta Kurdan” ku mizgeft di sedsala 17’an de ji aliyê Kurd Huseyîn Axa ve hatibû çikirin, bêyî hayê kesî jê hebe gav bi gav hat rakirin. Lê navê Mizgefta Kurdan ku yek ji warên turîstîk ê bajêr e, di qeydên fermî de hîn jî bi heman navî derbas dibe..
Lê belê Miduriyeta Herêmê ya Weqfan li ber tabelaya “Mizgefta Kurdan” a li derbaseya mizgeftê daliqandîbû, tabelaya li ser “Mizgefta Tirkan” nivîsandî jî daliqand. Piştî demekê tabelaya “Mizgefta Kurdan” rakir.
Piştî ku Parlementerê HDP’ê yê Wanê Adem Geverî ev mijar anî rojeva Meclîsê, derket holê. Geverî, pêşniyazpirs berpêşî Alîgirê Serkwezîr Hakan Çavûşoglû kir û pirsî ku ji kengî ve navê mizgeftê wekî “Mizgefta Tirkan” hatiye guherandin. Di bersiva ku Miduriyeta Giştî ya Weqfan da de, hat diyarkirin ku di qeydan de navê mizgeftê “Mizgefta Kurdan” e.
Her wiha di malpera înternetê ya Walîtiya Hatayê de jî, di beşa danasîna mizgeftên dîrokê de hîn jî navê mizgeftê wekî “Mizgefta Kurdan” cih digire û der barê wê de tê gotin ku, ji vê mizgefta ku navê wê wek, “Mizgefta Tirkan” hatiye guherandin tenê minareya wê maye.
MA / Hayri Demir