ÎDIR – Derket holê ku roja ku Endamê Meclîsa Şaredariya Îdirê ya DBP’î Mehmet Kitir û Endamê MYK’ê yê DBP’ê yê berê Suleyman Oztoprak hatin revandin, kesên xwe wekî polîsan dane naskirin dîmenên kamerayê yên Kitir û Oztoprak ên deverên ku çûnê komkirine. Oztoprak got: “Navê vê yekê amadekariya cinayetên kiryar nediyariyê û reşkirina delîlan e.”
Di 25’ê Sibatê de li Îdirê, Endamê Meclîsa Şaredariya Îdirê ya DBP’î Mehmet Kitir û Endamê MYK’ê yê DBP’ê yê berê Suleyman Oztoprak destên wan hatin kelemçekirin û revandin. Derket holê ku hîn jî dozgeriyê der barê vê yekê de lêpirsîn nedaye destpêkirin. Hat hînbûn ku, di dîmenên ku Emniyeta Îdirê bi dest xistine de revandin bi wesayîtên bi marka Hyundai û Fluence pêk hatiye û bi wesayîta bi marka Amarok jî hatine şopandin. Her wiha Parlementerê HDP’ê yê Îdirê Mehmet Emîn Adiyaman têkildarî mijarê pêşniyazpirsek berpêşî Wezîrê Karên Hundurîn Suleyamn Soylû dabû, lê belê heta niha bersiva pirsê nehatiye dayîn.
Suleyman Oztoprak diyar kir ku du meh derbas bûne, lê belê hîn jî tu gav nehatine avêtin û ev yek cihê şik û gumana ye. Oztoprak got: “Em hîn bûn ku, roja em hatin revandin kesên xwe wekî polîsan dane naskirin, dîmenên kamerayan ên mekanên ku em lê rûniştine girtine. Navê vê yekê bi awayekî aşkere amadekariya cinayetên kiryar nediyar in û hewldana reşkirina delîlan e. Emniyetê bi dîmenan derxist holê ku em hatine revandin, lê belê hîn jî der barê vê yekê de gavek nehatiye avêtin. Ev yek şik û gumanan li me peyda dike. Tenê ne li me, li raya giştî jî peyda dike. Li bajarekî ku sînorê wê bi sê welatan re heye, çawa çêdibe ku bûyereke wisa diqewime. Ev hemû li hêlekê, lê belê çi me heta niha tu lêpirsîn nehatiye destpêkirin.”
'WEZARETA KARÊN NAVXWEYÎ BERPIRSIYAR E’
Oztoprak, destnîşan kir ku tu ewlehiya wî tune ye. Oztoprak diyar kir ku piştî revandinê ew hatiye Êlihê, serî li Komeleya Mafên Mirovan daye û heta ji destê wî tê li kuçeyan bi tena serê xwe nagere. Oztoprak diyar kir ku niha tu ewlehiya wî tune ye û der barê kesên ku ev yek kirine de ne lêpirsîn ne jî tiştek hatiye kirin. Oztoprak destnîşan kir ku delîlên derketine holê, nîşan dide ku konsepteke nû dest pê kiriye û ji ber vê divê hemû kesên siyaseteke demokratîk dikin li hemberî vê yekê xebatan bi rê ve bibin. Oztoprak diyar kir ku heke ev bûyer neyê ronîkirin, hemû berpirisiyarî ya Wezareta Karên Navxweyî ye.
‘CAREKE DIN GIRÎNGIYA YEKÎTIYÊ DERKET HOLÊ’
Her wiha Oztoprak bal kişand ser rewşa çewsîner a li Tirkiyeyê jî û got: “Em di pêvajoyeke ku bi awayekî aşkere faşizm rû dide re derbas dibin. Dibe ku sibê bûyerên revandinê zêdetir bibin an jî dibe ku careke din pêk neyên jî. Lê belê divê em kesên siyaseteke demokratîk bi rê ve dibin li gor pêvajoyê tev bigerin. Divê hemû sazî û kesên siyaseteke demokratîk dikin bi awayekî rêxistinî bitêkoşin. Her wiha beriya her tiştî girîngiya yekîtiya netewî ya kurd careke din derket holê. Li hemberî faşîzmê ji bilî yekîtiyê tu çareyek me tune ye.”
MA /Metin Yoksu