Parêzerê Ozgurlukçu Demokrasî: Lêpirsîn heye, lê dozger tune

img
STENBOL - Parêzer Ozcan Kiliç, tekildarî serdegirtina Rojnameya Ozgurlukçû Demokrasi û Çapxaneya Gunê diyar kir ku nekariye der barê sedema serdegirtina Rojnameyê û Çapxaneyê de bi dozger re hevditin bike û wiha got: "Du lêpirsîn hene, lê muxatabê van lêpirsînan tune ye." 
 
Polîsan şev nîvê şevê bi ser avahiya navenda Rojnameya Ozgkurlukçu Demokrasî ya li navçeya Beyoglu ya Stenbolê û Çapxaneya Gunê de girtin. Piştî serdegirtinê Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî Îhsan Yaşar, Xwediyê Matbaya Gun Kasim Zengîn, xebatkarên matbayê Erdogan Zamûr, Kemal Kurt, Musa Kaya, Cemal Tunç, Kemal Daşdogen, Mehmet Emîn Sumelî û Îrfan Kara binçav kirin.  Dema parêzerên rojanmeyê serê sibê çûn avahiya rojnameyê, ji wan re hat gotin TMSF qeyûm tayînî rojnameyê kiriye. Hat dîtin ku polîsan deriyên avahiyê şikandiye. Kesek di hundirê avahiyê de ku nasnameya xwe aşkere nekir got, ew ê tu agahiyê parve neke. Vî kesî îdia kir ku wek qeyûm tayînî rojnameyê hatiye kirin û heta rayedarên TMSF’ê werin dê di hundirê avahiya rojnameyê de bisekine. Vî şexsî got ku divê di nav rojê de rayedarên TMSF’ê werin rojnameyê. 
 
TMSF: MUHATAB EM IN 
 
Balkêş e ku kursî danîne pişt deriyê buroyê yê şikandine û ev kesê xwe wek peywîrdar dibîne di nav derî de bi rojnamegeran re axivî. Pişt re polîs carek din çûn buroyê û wêneyan kişandin û agahî ji wî kesê peywîrdar girtin. Polîs demek şûn ve ji avahiyê derketin. 
 
Li aliyê din ji parêzerên rojnameyê Ozcan Kiliç li rayedarên TMSF’ê geriya û jê re gotin: “Muhatabê şirketan em in.” 
 
ÇAPXANE DI BIN DORPÊÇA POLÎSAN DE YE
 
Kesê ku xwe wekî qeyûm da naskirin li avahiya rojnameyê rûniştiye. Polîs jî dem dem diçin avahiyê û agahî ji wî kesî distînin. Polîsan Çapxaneya Gun a tevî xwediyê wê 8 xebatkar binçavkirine jî xistine bin dorpêçê. 
 
DOZGER LI HOLÊ TUNE
 
Parêzerên ku çûn Serdozgeriya Komarê yê Stenbolê xwestin bi dozgerê lêpirsîna Rojnameya Ozgurgurlukçu Demokrasi û Çapxaneyê Gun dinere, di heman demê de dozgerê Dadgeha Cezaye Giran a 22'emîn  Uygur Kaan Arisoyê re hevditin bikin. Daxwaza parêzeran bi îdîaya "dozger li danişînê ye" hat redkirin. Hat diyar kirin ku Dozger Arisoy 3 rojin li Kampusa Girtîgeha Silivrî di danişînê de ye. Ji parêzeran re hat gotin ku dozger dê sibê û dusib jî tune be. 
 
LÊPIRSÎNÊ DI 7'Ê SIBATÊ DE DEST PÊ KIRIYE
 
Li gorî nivîsgeha dozgeriyê hat diyar kirin ku der barê rojnameyê de yekem car di 7'ê Sibatê de lêpirsîn hatiye vekirin. Di 23'ê Adarê de dosya, bi lêpirsîna Buroya Sûcên Rêxistî ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê kirin yek. Lêpirsina 7'ê Sibatê di çarçoveya "Sûcên çapemeniyê" di 23'ê Adarê de jî "sûcên terorê" 2 lêpirsîn hatin vekirin û dosya kirin yek. Nivîsgeha Dozgeriyê bi sedema der barê dosyayan de biryara nepeniyê heye agahiyên cuda nedan parêzeran. 
 
HETA 24 SAETAN HEVDÎTIN QEDEXE KIRIN
 
Der barê ziyareta kesên hatin binçavkirin de heta 24 saetan biryara qedexeya hevditinê danîn. Çend kes di bin çavan de ne û sedema binçavkirina wan çiye nayê zanîn. 
 
PARÊZERÊ ROJNAMEYÊ MUXATAB TUNE YE
 
Parêzer Ozcan Kiliç, tekildarî serdegirtina Rojnameya Ozgurlukçû Demokrasi û Çapxaneya Gunê diyar kir ku nekariye der barê sedema serdegirtina Rojnameyê û Çapxaneyê de bi dozger re hevditin bike û wiha got: "Du lêpirsîn hene, lê muxatabê van lêpirsînan tune ye." Kiliç, anî ziman ku wan agahî stendiye ku 22 kes di bin çavan de ne û wiha got: "Agahiyek wisa gihişt me. Lê ev agahi ne zelal e. Niha bi awayekî fîîlî midûriyeta polîsan lêpirsînê dimeşîne. Dozger li holê tune ye. Di fermiyetê de dozger heye, lê di pratîkê de dozger tune ye." 
 
Kesên di serdegirtina çapxaneyê de hatin binçavkirin wihan ne: Xwediyê Îmtîyazê yê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî Îhsan Yaşar, Xwediyê Çapxaneya Gun Kasim Zengin, Xebatkarên çapxaneyê Erdogan Zamur, Kemal Kurt, Musa Kaya, Cemal Tunç, Kemal Daşdogen, Îrfan Karaca, Mehmet Emin Sumeli, Xebatkarê çapxaneyê yê berê Ugur Selman Kelekçiler hatin binçavkirin. 
 
Di çarçoveya lêpirsînê de bi ser mala Gerînendeyê Weşanê Yilmaz Yildiz de girtin. Di serdegirtina malbata Yildiz de telefon û kompîtûra wî desteser kirin. 
 

Sernavên din

29/03/2018
11:20 Parêzerên Ocalan cara 742'yemîn serlêdan kirin
11:13 Li Venezûelayê girtiyan serî rakir: 68 kes mirin
10:30 Gunana 43 roj in di rojiya mirinê de ye: Rewşa wî xera dibe
10:29 Rojnamegerên xwendekar: Pêwîst be em ê li ser dîwaran binivîsinin
10:21 Asayîşa PDK'ê Hevseroka Tevgera Azadî hat berdan
10:20 Jin ‘Tora parastina cewherî ya feminist' ava dikin
10:16 Bav kuştun, dayik girtin: Birîna me kûr dikin
10:10 Qedexeya li Lîcê û Hênê rabû
09:46 Partiyên siyasî ji bo Ozgurlukçu Demokrasiyê bang kirin
09:23 Şaredariya Exrenî li rê û kolanên gundan kevirên parke datîne
09:22 ‘Navê qîrîniya di dirûşmeyên Newrozê de Efrîn bû’
09:21 Biryara neşopandinê ya der barê mirina Acar de teblîxî parêzeran nehat kirin
09:20 Mizgefta Kurdan kirin Mizgefta Tirkan!
09:19 Dîmenên siyastemedarên hatin revandin yeko yeko hatine komkirin!
09:18 ‘Çîroka Nevînê ne çîroka lehengtiyê ye, çîroka berxwedanê ye’
09:17 Şahidê Qetliyama Kizildereyê: Wehşet bû
09:16 Duran: Ozgurlukçu Demokrasî di serê lîsteyê de ye
09:15 Weşanxaneya Wardozê xwe berdaye binê behra folklora kurdan
09:14 Dadgehê di kuştina rêveberê DBP'ê de ‘qisûr’ nedît
09:00 ROJEVA 29'Ê ADARA 2018'AN
28/03/2018
17:20 Beyanameya Gerdûnî ya Mafê Mirovan jêkirin
17:10 Parêzerê Ozgurlukçu Demokrasî: Lêpirsîn heye, lê dozger tune
16:24 MGKP: Gelo ev agahiya pêngavên kîjan pêkanînê ne?
15:47 Li Dîlokê 5 kes hatin girtin
15:47 Ji Rektorê Artukluyê skandal: Yên tobe nekin dibe bên kuştin
15:46 Ozgurlukçu Demokrasî: Nikarin me bêdeng bikin
15:07 ÎRA: Dê tu carî nikaribin rastiyan ji civakê veşêrin
15:04 Polîsan ewil kevirên gorên PKK’iyan hilweşandin piştre xwestin malbat îfade bidin
14:43 Gava îşkenceya li girtîgehê vegot telefonê qût bû
14:28 ETHA û Atilim: Hûn nikarin rojê bi çiravê xerc bikin
13:20 'Ê dikare bikire patron, ê nikare bikire qeyûm…’
12:53 Serdozger 7 sal û nîv ceza ji Elîaçik re xwest
12:51 Rêxistinên çapemenîyê û rojnamegeran bertek nîşanî beryara Ozgurlukçu Demokrasî dan
12:48 6 kesên li Silopiyê binçav kiribûn hatin girtin
11:59 Xwediye Îmtiyazê yê Ozgurlukçu Demokrasî û 8 xebatkarên matbayê binçav kirin
11:48 Aborînas Şahînoz: Tirkiye 440 milyar dolar deyndarê derve ye
11:47 Li ber çavên malbatan êrîşî girtiyan kirin
10:51 Dixwazin hejmara kursiyên HDP’ê ji yên MHP’ê kêmtir bikin
10:36 Tirkiye bersîv da CPT: Nêviyê nameyên Ocalan hatin desteserkirin
10:04 Serokê Baskên Ciwanan ê AKP’î bû midurê nivîsgehê yê qeyûm
09:15 12 sal borîn lê hêj kujerên Enes Ata û 12 kesên din nehatin darizandin
09:14 Nivîskar Yîgît: Efrîn êdî navenda pevçûneke nû ya pirneteweyî ye
09:13 Bi fîlmê ‘Bizin’ girîngî û bandora zimanê zikmakî di deqeyekê de nîşan dide
09:13 Rapora 2017’an a penaberan a TOHAV’ê: Destûra saziyên civaka sivîl nayê dayîn
09:12 Dadgehê biryara vegera ser kar da, lê şaredariyê got ‘teror’
09:11 Ka dê qedexeya zozanan bihata rakirin?
09:10 Durak a zextên girtîgehê qebûl nekir rastî 3 meh ceza hat
09:00 ROJEVA 28'Ê ADARA 2018'AN
08:37 Roth: Almanya û NATO li dijî Efrînê çima bêdeng in?
08:28 Polisan bi ser rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî de girtin û qeyûm tayîn kir
27/03/2018
17:34 Li Elbîstanê 9 kes hatin binçavkirin
17:03 Gelê Efrînê di şertên dijwar de têdikoşe
16:48 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re cara 741’an hat redkirin
16:46 Platforma Şaxên KESK’ê yên Stenbolê: Dixwazin Bogazîçî 'fetih bikin'
15:34 Temellî: Li Efrînê OSO, li hundir Çîftlîkbank talan dike
14:40 Jina 22 rojin winda hevjînê wê ew kuştiye
14:37 Gelê Cizîrê ji bo gelê Efrînê seferber bûye
14:11 Xwendekarên zanîngehan: Xwedî derketina Bogazîçiyê xwedî derketina azadiyê ye
14:11 73 kesên di Newroza Stenbolê de hatibûn binçavkirin, anîn edliyê
13:58 Yûsiv: Li Efrînê qirkirin heye
13:18 DÎB: Lêpirsîna xwendekarên Bogazîçî bi dawî bikin
13:17 Parlamenterê Iraqî: Erdogan bersivek tund heq dike!
13:16 Parêzerên Ocalan cara 741’emîn serî li dozgeriyê dan
12:54 Li Amanosan leşkerek hat kuştin
12:30 Qedexeya derketina derve ya li Kerboranê rabû
12:18 Şengalî ji bo paşvekişandina PKK’ê çi dibêjin?
12:13 Serokê dadgehê: Ev dadgeha terorê ye, ez wê li vir dixwazim
11:54 Danişîna doza 'Nobeta Gerînendeyên Weşanê' hat ditin
11:41 Dozger ji bo hunermend Ferhat Tunç ceza xwest
11:29 Ciwanan peyama 'Em hemû Kawayên Şoreşger in' dan
11:23 Kevirên dîrokî yên Sûrê didizin û difiroşin
10:53 Li Lîcê û Hênê ‘qedexeya derketin derve’ hat îlankirin
10:31 Li Dêrsimê pevçûn derket, rê li trafîqê hat girtin
10:31 Tahmaz: Gava ku al bû dar, hûn nikarin civakê bi rêve bibin
10:18 Baweriya amediyan bi hilbijartinê nayê
09:53 Li Efrînê 2 leşker mirin
09:22 Li Midyadê 12 kesan zarokekê îstismar kir
09:21 Gundiyên ceryana wan hatiye qutkirin: Ji bo avê em 10 kîlometreyan dimeşin
09:20 HDP’ê jî ji bo hilbijartineke pêşwext dest bi amadekariyan kir
09:19 Ji bo gubre çê bike li mala xwe kurmikên Kalîforniyayê xwedî dike
09:19 Ji ber bendavên ‘ewlehiyê’ avhewa diguhere
09:18 Hîn li kujerên kurê xwe digeriya, gumlekê bixwîn û şûna 13 guleyan têde dan wê
09:17 Girtiyê li dijî lêgerînê derket rastî ceza hat
09:15 Prof. Dr. Kaptanoglû: Çalakiyên wekî Newrozê bandoreke erênî li civakê dike
09:00 ROJEVA 27'Ê ADARA 2018'AN
26/03/2018
17:41 Li Stenbolê kesek hat girtin û 8 kes hatin berdan
17:19 Mamostayan helwesta YNK û PDK'ê şermezar kirin
16:49 Li dijî avahiya DBP’a Başakşehîrê êrîşa çekdarî pêk hat
16:46 Polîsê bersûcê komkujiya Pirsûsê: Lêgerîn hatiba kirin dê komkujî pêk nehata
16:45 Dozger mutalaa Soma yê da
16:30 Li dijî têlkirina hewşên qawîşan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin
16:14 Dozger ji bo doza Somayê mutalaa da
15:33 Rêxistinên Ciwanan: Xwendekar dê serî netewînin
15:26 Duymak a hevjînê wê di bodruman de şewitandin girtin
15:00 Ji bo Efrîniyên koçî Şehbayê kirin banga alîkariya dermanan
14:54 Dê doza Licê sibê bê dîtin
14:53 Encu: Bi vê dozê dixwazin tolê ji malbatên Roboskî hildin
14:38 Malbatan xwestin zarokên wan bên berdan
13:48 Banga 'Tev li Newrozê bibin' sûc hat dîtin
13:29 Li Kifir Neyê civîna Til Rifatê: Gelo Rûsya daxwaza Tirkiye erê kir?