DÎLOK – Li Dîlokê ji 7 kesên bi îdîaya amadekariya çalakiyê dikin hatibûn binçavkirin 5 jê hatin girtin.
Li Dîlokê 7 kes bi îdîaya amadekariya çalakiyê dikin di rojên borî de hatibûn binçavkirin. Piştî lêpirsîna 7 kesan a li Midûryeta Polîsan bi dawî bû sewqî edliyê hatinkirin. Dozgerê îfadeya 7 kesan girt, bi îdîaya “Endamê rêxistinê” bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin.
Şendeya dadgehê, derbarê M.H.O. yê hat îdîakirin ku di serdegirtina malê de derket ser ban û xwest xwe ji ban bavêje û 4 kesên din de biryara girtinê da û 2 kesên din jî bi şertê “Kontra edlî” hatin berdan.