MÊRDÎN - Rektorê Zanîngeha Artuklu Ahmet Agirakça îmze avêt bin skandalek nû. Rektor di Ansiklopediya Îlahiyetê ya amade kir de parast ku yên ji bîrdoziya demokrasî û demokrasiya civakê bawer dikin ‘murted’ in. Rektor diyar kir ku yên tobe nekin dibe ku bên kuştin û jinên îsaetî mêr nekin dibe li wan tundî bê kirin.
Serokê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan demek berê pêşniyar kiribû ku rektor li şûna cubbe sarik li xwe bikin. Piştî vê yekê Rektorê Zanîngeha Artuklu Ahmet Agirakça yê ansiklopediya îlahiyetê amade kir îmze avêt bin skandalek nû. Agirakça di Ansiklopediya Îlahiyetê ya amade kir de parast ku yên ji bîrdoziya demokrasî û demokrasiya civakê bawer dikin ‘murted’ in. Rektor diyar kir ku yên tobe nekin dibe ku bên kuştin û jinên îsaetî mêr nekin dibe li wan tundî bê kirin. Agirakça Ansiklopediya Şamîl Îslam ya ji 6 cîlndan pêk tê ji Weşanxaneya Şamil çap kir. Agirakça di Ansiklopeyê de got yên tobe nekin murted “Ji olê misilmantiyê derketine" yên ji demokrasi û komunizmê bawer dikin jî wekî pergala şirîk pênase kir.
Agirakça, da zanîn ku yên ji bîrdoziya li dijî îslamê yên wekî cûhîtî, xirîstîyanî, Komunizm, Kapîtalizm, Demokrasi, Demokrasiya civakî û hwd bawer dikin û bîrdari, turbe, perestgehan pîroz dibînin pergala şirîkê diparêzin.