STENBOL – Edîtorên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ya bi serdegirtina polîsan bi destê TMSF’ê dest danîn ser wiha got: “Bi kilîtkirina deriyan nikarin me bêdeng bikin.”
Serdegirtina Rojnameya Ozgurklukçu Demokrasî û Matbaya Gun û binçavkirina xebatkarên wê bi civînek çapemeniyê hat şermezarkirin. Civîn li avahiya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê pêk hat. Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyigît, Serokê Giştî yê Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) Gokhan Durmuş, Alptekîn Babaç ê ji Basin-Îş’ê ya DÎSK’ê, rêveberên DBP û HDP’ê yên Stenbolê, YAKAY-DER, ESP, ÎHD, OHP, xebatkarên rojnameyê, endamên Komeleya Hiqûq û Medya û Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Zîndanan re beşdarî civînê bûn.
Di civînê de ewil Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî axivî û got: “Em carek din bi hiqûqek nayê qebûlkirin re rû bi rû ne. Em wek ÎHD’ê li dijî van bêhiqûqiyan in. Ev bêhiqûqî nayê qebûlkirin. Bi her awayî êrîş li ser azadiya çapemeniyê û ramanê heye.”
‘EM Ê LI SER RIYA PÊBAWER BIMEŞIN’
Ji edîtorên rojnameyê Hîcran Urun jî wiha got: “Matbaya rojnameya me çap dike bêyî eleqeya wê bi rojnameyê re hebe desteserkirin. Ev zext ne nû ne. Bi dehan car xebatkarên me hatin binçavkirin û girtin. 79 car malpera me hat girtin. Zextên li ser rojnamegerên kurd û muxalîfê zêde dibin. Bi destê TMSF’ê rojnameya me hat girtin. Lê heta niha bi awayekî fermî tu agahî nedane dest me. Berê jî van zextan li ser me pêk anîn. Çawa ku berê em bêdeng nebûn, em ê niha jî bêdeng nebin. Dê nikaribin ser rastiyan bigirin û heqîqetê tarî bikin.”
‘BI KILÎTKIRINA DERIYAN NIKARIN ME BÊDENG BIKIN’
Edîtora rojnameyê Reyhan Çapan jî ev tişt got: “Em di serdemek êrîşên giştî li ser civakê hene de derbas dibin. Li tu qadê maf û azadî nayên nasîn. Bi qanûna RTUK’ê dixwazin çapemeniya azad û muxalîf bêdeng bikin. Medyaya nikaribin bi pereyan bistînin, bi riya TMSF’ê dest danîn ser. Desthilatdarî her bigire, em ê jî riya xwe dewam bikin. Hûn bi kilîtkirina deriyan nikarin me bêdeng bikin.”
‘EM Ê BI PIŞTEVANIYÊ XÛRT BIBIN’
Alptekîn Babaç ê ji Basin-Îş’ê ya DÎSK’ê jî wiha axivî: “Dibêjin dev ji nivîsandinê berdin û hûn nikarin rojanmeyê çap bikin. Yên têdikoşin dê van astengiyan jî ji holê rake. Di nêvenga zextan de tenê em dikarin bi hevgirtinê, piştevaniyê û berxwedanê bi ser bikevin.”
‘AGAHDARKIRINA OPERASYONA LI DIJÎ MEDYAY MUXALÎF E’
Serokê Giştî yê TGS’ê Gokhan Durmuş jî ev nirxandin kir: “Beriya hilbijartinên 2019’an AKP li Tirkiyeyê medyayek yek dengî dixwaze. Bi firotina Koma Medyayê ya Doganê re ji sedî 90 medya ket destê desthilatdariyê. Zext û operasyona îro agahdarkirina dê medyay muxalîf jî bê desteserkirin e. Ewilî bi KHK’yan girtin. Niha jî dixwazin bi TMSF’ê çapemeniyê li Tirkiyeyê yek dengî bikin. Em ê wek rêxistinên pîşeya rojnamegeriyê ji bo nûçeyan têkoşîna xwe dewam bikin. Dê rastî bigîhîjin gel û wê demê dê ev zext rawestin.”