AMED - Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad (ÎRA), desteserkirina Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Çapxaneya Gun şermezar kir û bang li hemû rojnamegerên wêrek û rêxistinên çapemeniya muxalif kir ku şêwirmeniyê xurt bikin. ÎRA, ani ziman ku li dijî polîtîkayên zext, tundiyê de di tu serdema dîrokê de rastî teslîmî derewan nebûye. Tu carî rastî li hemberî derewan têk neçûye û têk naçe."
ÎRA, têkildarî serdegirtina navenda Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasi û Çapxaneya Gun daxuyanî da û desteserkirina çapxaneyê û rojnameyê şermezar kir. ÎRA, diyar kir ku li Tirkiye mafê agahîgirtinê û azadiya çapemeniyê ji aliyê îktîdarê ve bi rê û rêbazên nû tên û Tirkiye dixe bîra tarî ya bê dawî. Ber bi rêwîtiyek tarî ku binê wê nayê dîtin ve kaş dikin û wiha got: "Di hefteyek dawî de îktidara AKP'ê weşanên întertenê bi destûra RTUK'ê ve girê da. Bi vê yekê îktîdara AKP'ê dixwaze bi hêsanîtir medya kontrol bike. Li aliyê din Koma Medya ya Dogan ku bi hemû hêza xwe xizmeta îktîdarê dikir jî ji ber ku di qada aborî de serbixwe bû firotin û xistin destê patronan. Hem di qada aborî de û hem jî di qada polîtîkaya weşanê de xistin bin desthilatdariya xwe. Bi vê yekê jî nehat ser şev nîvê şêvê (27 Adar 2018) polîsan bi ser Buroya Navendî ya Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ku tekane nûneriya çapemeniya azad e girtin. Dîsa bi ser Çapxaneya Gun a Ozgurlukçu Demokrasî lê tê çapkirin de girtin û dest danîn ser. Hemwext bi ser rojname û çapxaneyê de girtin û li aliyê din Xwediyê Îmtîyazê yê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî, Îhsan Yaşar, Xwediyê Çapxaneya Gun Kasım Zengîn, xebatkarên weşanxaneyê Erdogan Zamur, Kemal Kurt, Musa Kaya, Cemal Tunç, Kemal Daşdogen, Îrfan Karaca û Mehmet Emin Sumelî binçavkirin. Hem hempîşeyên me binçavkirin û hem jî Qeyûm tayîn kirin û dest danîn ser alav û amûrên rojnameyê û çapxaneyê. Hişmendiya ku dixwazin bi ve yekê Çapemeniya Azad bêdeng bikin, xuya ye ku tiştek ji têkoşîn û kevneşopiya me ya 30 salan fam nekirine. "
ÇAPEMENIYA AZAD HER DEM DI ŞOPA HEQÎQETÊ DE MEŞIYA YE
ÎRA, da zanîn ku çapemeniya azad her dem di şopa heqîqetê de dimeşe û wiha got: "Ji bo vê yekê bedelên giran dan. Avahiyên rojnameyê hatin bombekirin. Li kolanan rojnameger hatin infazkirin. Bi hizaran sal cezayê girtîgehê dan xebatkarên çapemeniyê. Lê qet û qet dest ji têkoşîna şopa heqîqetê bernedan. Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ku desteser kirin jî berdewama mîrateya vê kevneşopiyê ye. Ji ber vê yekê kevneşopiya Çapemeniya Azad dê di her şert û mercan de astengiyan derbas bike û şop û rêya heqîqetê berdewam bike."
BANG
ÎRA, bang li hemû rojnameger û rêxistinên muxalif kir û wiha lê zêde kir: "Em bang li îktîdarê dikin ku dest ji van rêbazên ku dixwazin medya alternatif û muxalif bêdeng bikin berdin. Em îktîdarê hişyar dikin û dibêjin ev rê û rêbaz Tirkiye dixe nava rêya ku Tirkiye dibe rojên tarî. Îktîdar bi girtina rojnamegeran, bi tayînkirina qeyûman, bi desteserkirina rojname û çapxaneyê nikare hebûna xwe berdewam bike. Bi van polîtîkayan welat dike baxê bê strî û bê gul. Yên ku baxê Tirkiye bê gul û strî dihêlin, bila zanibin ku di sedsala 21'an de dê nikaribin rastiyan ji civakê veşêrin."
ÎRA, herî dawî hikûmet hişyar kir û wiha got: "Di asta em hatinê de, hikûmetê hemû medya muxalif û dengê muxalif kirine hedefa xwe. Bi van pêkanînên hikûmetê xuya dibe ku tu medya muxalif û alternatif tehamul nake û qebûl nake. Xuya dike ku dê destûr nede kesî. Ji bo vê yekê serî li hemû rê û rêbazên zorê dide. Em wekî Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad em bang li hemû rojnamegerên wêrek û saziyên çapemeniyê yên muxalif dikin ku şêwirmendiyê xurt bikin. Li dijî polîtîkayên zext, tundî, çewsandin û siyaseta bêdengkirinê em bi hevre şewirmendiyê xurt bikin û mafê gel ê xwedî agahiyê biparezin. Di tu serdema dîrokê de rastî teslîmî derewan nebûye. Tu carî rastî li hemberî derewan têk neçûye û têk naçe. "