ÎZMÎR - Li Girtîgeha Hejmara 4 a Tîpa T a Şakranê, Abdulcelîl Erînfîk ê bi rêya telefonê ji malbata xwe re behsa girtiyên hatin derpkirin û avêtin hucreyê kir, hevdîtina wî ya telefonê di nîvê de qût kirin.
Girtiyê nexweş Abdulcelîl Erînfîk ê li Girtîgeha Hejmara 4 a Tîpa T a Şakrana Îzmîrê, bi rêya telefonê ji malbata xwe re behsa îşkenceyên li girtîgehê kir. Hevjînê Erînfîk Arzu Erînfîk, diyar kir ku gava bi telefonê bi hevjînê xwe re diaxivî telefon qût bû. Erînfîk, da zanîn ku berî telefon bê qûtkirin, hevjînê wê jê re got bi awayekê pir dijwar gardiyenan ew derp kirin.
Arzu Erînfîk, bûyerên ku hevjînê wê jêre gotin, wiha ragihand: “Gardiyenan ez û hin hevalên min pir dijwar em derp kirin. Dûre gava em birin nexweşxanê û ji nexweşxanê anîn girtîgehê dîsan em derp kirin. Dema em anîn girtîgehê jî, em kirin hucreyan. Hîna jî em di hureyan dene. Divê bi lezgînî parêzer bên girtîgehê.”
Erînfîk, dest nîşan kir ku gava hevjînê wê bûyer jêre vedigot telefon hat qûtkirin û wiha bi dawî kir: “Me cardin li girtîgehê geriya, lê bersiva telefona me nedan.”
Bi telefonê em li rayedarên girtîgehê geriyan, lê rayedarên girtîgehê gotin derbarê mijarê de nikarin agahî bidin.